Li Amedê 11 jin hat girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, derbarê 11 jinên ku hatibûn binçavkirin de biryara girtinê hat dayîn.

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, 25 jinên ku nûnerên rêxistina civaka sîvîl, siyasetmedar jî di nav de ji bo 4 ji wan jî biryara girtinê hat dayîn.

7 jinên ku di çarçoveya lêpirsînê de 18’ê Adarê derketin mehkemê hat girtin û 8 jin jî bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan.

Hevseroka Şaredariya Surê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendûristiyê ya Şubeya Amedê (SES) Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Şubeyê ya Xebatkarên Guhêzkarî ya Yekgirtî (BTS) Bahar Ulug, çalakvanên TJA Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdag, Evin Yelboga û Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner û Kezîban Kuday jî piştî emniyetê duho birin edliye. Jinan ji aliyê serdozgeriyê ve bi daxwaza girtinê, ji dozgeriyê re hat şandin.

Ji nav jinên ku îfadeya wan hat girtin çalakvanên TJA Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdağ, Evîn Yelboga, Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner û Kezîban Kuday bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Hevseroka Şaredariya Surê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Şubeya Jin a BTS Bahar Ulug, Sekretera Jin a  Şubeya Amed SES’ê Fatma Yildizhan û Songul Kapanci jî hatin girtin.