Li Îranê 3 jinên ku di binçavan de îşkence ditîn hatin berdan

Dayik, xwişk û hevjîna Setar Beheştî yê ku li Îranê hatî qetilkirin, di 2'ê Mijdarê de hatin binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceyê hatin serbest hatin berdan. Dayik Gohar Eshghî ya ku dibejê "Ez ji mirinê natirsim" daxwaza darezandina Hamaneyê ku bi kuştina kurê xwe sûcdar digre, kir.

Dayik, xwişk û hevjîna Setar Beheştî yê ku li Îranê hatî qetilkirin, di 2'ê Mijdarê de hatin binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceyê hatin serbest hatin berdan. Dayik Gohar Eshghî  ya ku dibejê "Ez ji mirinê natirsim" daxwaza darezandina Hamaneyê ku bi kuştina kurê xwe sûcdar digre, kir.
Navenda Nûçeyan - Setar Beheştî piştî ku li Komara Îslamî ya Îranê hat binçavkirin, bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dayik, xwişk û hevjîna Setar Beheştî yê ku hat qetilkirin di 2'ê Mijdarê de bi îşkenceyê ji malên wan hatin derxistin û hatin girtin. Li gorî çavkaniyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, endamên malbatê piştî lêpirsînê hatin berdan.
Dayika Setar: Ez ji mirinê natirsim
Çavkaniyan diyar kirin ku di dema binçavkirinê de jinên malbatê rastî zext, îşkence û gefan hatine û diyar kirin ku dayika Gohar Eshghî rastî gefên ku ger ji bo kurê xwe Setar Beheştî yê ku jiyana xwe ji dest da xebat bide meşandin dê dawiya wê ji heman tişt be, hatiye. Gohar Eshghî jî got, “Ez ji mirinê natirsim, eger bixwazin dikarin min wek kurê min bikujin.” Endamên malbatê diyar kirin ku ne tenê jin, zarok jî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatine lêpirsîn kirin.
"Divê Hamney bê darizandin" 
Dema ku dayik Gohar Eshghî ji kuştina kurê xwe Hamaney berpirsyar dît, xwest ku ew bê darizandin. Gohar Eshghî ku piştî kuştina kurê xwe daxwaza edaletê û dadgehkirina berpirsan kiriye, heta niha gelek caran bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ma ye. 
Hat ragihandin ku telefon û eşyayên kesanî yên endamên malbatê jî hatine desteserkirin û piştî karên binçavkirinê temam bûne nehatine teslîmgirtin.
Werger: JINHA