Kulîlk weke sedema suc hatin dîtin

Di çarçoveya doza ku Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergiz jê hatibû girtin de, gazî rêvebera HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tutuş a jî kirin û îfadeya wê girtin. Ji Çîçek kulîlkên ku li jinan belav kiribûn û hevdîtina wê ya bi telefonê li gel Belmayê pirsîn.

Navenda Nûçeyan - Di rojên derbasbûyî de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgîz, hatibû binçavkirin, paşê jî girtin. Di lêpirsîna derbarê Belmayê tê birêve birin de, biryara veşartinê hatiye dayîn. Piştî ku Belma hat girtin, polîsan di çarçoveya dosyayê de, bangî rêvebera HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş kirin ku îfade bide. Di dema îfadeyê de, polîsan pirsa kulîlkên ku di 8’ê Adarê de li jinan belav kiribûn û hevdîtinê telefonê yên bi Belmayê re kiribûn, pirsîn.
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser mijara sûcdarkirina Rêveberiya HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş û li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev nirxandin kir: “Hevseroka me ya Bajarê Mûşê Belma Nêrgiz, di 8’ê Adarê de, ji ber ku kulîlkên ji jinan re bên dayîn kirîn, hat girtin. Ev jî delîla wê ye. Ji bo ku hevalên me bigirin, sûcan diafirînin.”