Kujerê Seda Kurt ê ku endamê terîqeta Geylanî ye hê jî nehatiye girtin!

Di doza Seda Kurt a di sala 2019’an de li Stenbolê hat qetilkirin de, kujer Ercan Akkaş hê jî firarî ye. Heta niha jî nayê zanîn ku dê pêvajoya radestkirina Ercan Akkaş ê li Gurcistanê hatiye dîtin, bê destpêkirin an ne.

ELÎF AKGUL

Stenbol- 6’emîn danişîna doza der barê qetilkirina Seda Kurt a ku di sala 2019’an de li Avcilara Stenbolê ji aliyê Ercan Akkaş ve hat qetilkirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Jin beriya danişîna ku Ercan Akkaş ê reviya Gurcistanê û hê jî radestî Tirkiyeyê nehatiye kirin tevli nebû, li ber edliyeyê bûn. Parêzera malbata Seda Kurt Merîç Eyuboglu ji ajansa me re axivî, da zanîn ku heta kiryar Ercan Akkaş neyê radestkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

“Ercan Akkaş tê parastin”

Jinan jî beriya 6’emîn danişîna doza ku li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bi daxwaza cezayê muebetê yê ji bo kujer Ercan Akkaş hat vekirin, li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parastina Jinê di daxuyaniya xwe de van îfadeyan bir kar anî: “Tam 2,5 sal in kiryar Ercan Akkaş tê parastin û nayê girtin. Ev doz eşkere dike ku çawa peymanên navdewletî kiryaran diparêzin, qanûnên ku jinan bêparastin dihêlin û têkiliyên qirêj ên sêgoşeya polîs-tîcareta madeya hişbir–terîqet e.”

Li Şûna were radestkirin îhtîmala dersînorkirinê heye

Di danişînê de parêzera malbata Seda Kurt Merîç Eyuboglu, îfadeya şahidê ku der barê Ercan Akkaş ê piştî cînayetê reviya Gurcistanê û nehat radestkirin, li kîjan bajar û kolana dijî pêşkêşê dadgehê kir. Serokê dadgehê ji parêzer Merîç Eyubogluya ku got; “Ercan Akkaş hat girtin lê li şûna ku radestî Tirkiyeyê were kirin, îhtîmala were dersînorkirin heye. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku ji hikûmeta Gurcistanê re navnîşana bersûc ku nû hat hînbûn were ragihandin û daxwaza radestkirinê jî bê dubarekirin”, re got Midûriyeta Têkiliyên Derve ya Wezareta Dadê di vê çarçoveyê de der barê radestkirina Ercan Akkaş de belgeyek şandiye lê nehatiye nivîsandin ka pêvajoya radestkirinê hatiye destpêkirin an ne. Gotinên serok ên “ pêvajoya ji vir û şûnde dê têkiliyên siyasî yên Gurcistan û Tirkiyeyê diyar dike” bal kişandin.

Bi zanîn pêvajoya îadekirinê dereng dixînin”

Merîç Eyuboglu di nirxandina xwe ya ji ajansa me re, diyar kir ku pêvajoya radestkirinê ya doza Seda Kurt tê texîrkirin û da zanîn ku heta kiryar Ercan Akkaş neyê radestkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Doz, bi biryardayîna ku li benda bersiva Wezareta Dadê ya der barê radestkirina kiryar Ercan Akkaş ê, taloqî 27’ê Cotmeha 2022’an hat kirin.

Çi qewimîbû?

Seda Kurt di 4'ê Mijdara 2019'an de li navçeya Avcilara Stenbolê ji aliyê Ercan Akkaş ê ku bi wî re nîkaha wê ya olî hebû, li ber çavên 2 zarokên xwe yên biçûk û dayika xwe bi kêrê hatibû qetilkirin. Kiryar Ercan Akkaş ê ku endamê terîqeta Geylanî ye, di heman demê de jî firoşkarê madeya hişbir e. Ercan Akkaş tevî der barê wî de ji sûcên cuda dosya hene jî piştî cînayetê nehat binçavkirin. Ercan Akkaş roja ku cînayetê pêk anî bêyî pirsgirêkek bijî derket derveyî welat. Der barê Ercan Akkaş de biryara lêgerîna bultena sor, encex di sêyemîn danişîna dozê de bi israra rêxistinên jinan ên ji bo Seda Kurt edaletê dixwazin, hat derxistin. Ercan Akkaş ê ku hat diyarkirin derbasî Gurcistanê bûye, hê nehatiye radestkirin û derneketiye pêşberî dadgehê.