Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê li Iraqê ji bo guherîna zagonî şerê hiqûqî dimeşîne

Piştî ku hevjînan xwendina yekem a guherîna xala 57’an a Qanûna Rewşa Kesane ku têkildarî danîngehê ye ji bo dayikan piştî veqetînê xwendin, metirsiyek mezin hîs kirin. Ji ber vê yekê kom û tevgerên hevjînan li dijî guhertina qanûnê rabûn ser piyan û daxwaza mafên hevjînan ên rewa, di nav de Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê de kirin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Xala 57’an a Qanûna Rewşa Kesane ji dema ku li civata nûneran di meha Hezîrana borî de hat xwendin ve, ji aliyên kesên Iraqê ve hat reşkirin. Hiqûqnas û kesên ku guhertina qanûnê red dikin, ev yek wekî paşverûtî û bêparkirina hevjînan ji zarokên wan dîtin û şîrove kirin.
Çalakvana mafên hevjînan û yek ji damezrînerên Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê Esra Mehmûd Selman, teqez li ser pêwîstiya damezrandina hemahengiyê di destpêka îsal de dike da ku karê çalakvanan û berevankarên mafên mirovan diyar be û bêtir rêxistinkirî be û got: “Tişta herî girîng a ku hemahengî pê rabûye, nivîsandina zagona guhertina xala 57’ê ye, berevajî xala sererastkirî ku li Civata Nûneran hat xwendin de da ku ji bo jin û zarokan bêtir dadmend bin, di heman demê de mafên mêran wek bav were parastin. Jixwe qanûnê xalên bingehîn ên girêdayî parastina mafê hevjînan di hemû rewşên ku jiyan û paşeroja zarok diparêzin û rê li bikaranîna zarokan weke amûreke zextê li ser yek ji aliyan digire, vedihewîne. Ji bilî rêzgirtina bav û rola wî di mezinkirin û xwedîkirina zarok de. Zagona sererastkirinê ya ku ji aliyê koordînasyonê ve hatiye amadekirin, ji bo xwendin û tercîhkirinê li ser zagona guhestina li ser hevjînan neheqe hatiye pêşkêşkirin û dibe ku di destpêka yekem dewra zagonî ya parlamentoya nû de were xwendin.”
Esra der barê zagona xala 57 a ku rewşa kesayetî ya Iraqê ya hejmara 188 ku di sala 1959’an de hatiye derxistin de dibêje: “Di dema zewacê de û piştî cihêbûnê, mafê dayikê bi danîngeha zarokê xwe heye. Lê pêwîst e welî mezin, aqilmend, dirust be da ku bikaribe zarok mezin bike û xwedî lê derbikeve. Jixwe bi zewaca dayika teleqdayî danîngeh ji dest wê naçe. Di vê rewşê de, dadgeh dê biryarê bide ka dayik an bav li gorî berjewendiya zarok xwedî mafin.” 
Di beşa pêncem a madeyê de wiha tê gotin: “Ger zarok panzdeh saliya xwe temam kiribe, heta ku dibe 18 salî mafê wî/wê heye ku ji dê û bavê xwe an yek ji xizmên xwe hilbijêre da ku bi wan re bijî.” 
“Pêwîstiya hevjînan bi hişyariya zagonî heye”
Esra dide diyarkirin ku di derbarê guhertina pêşbînîkirî de, tê pêşniyar kirin ku dayika teleqdayî mafê xwe bi danîngehê heye  heta ku temenê zarok bibe heft salî û jin nezewice, ev tê wateya bêparkirina dayikê ji mafê xwedîtiyê ger ku car din bizewice. Lê belê, ji bo bidestxistina danîngeha zarokan ne hewce ye ku bav nezewice û ev guhertin ji bo ku bav bimire an jî şert û mercên wî tune be, bapîrê zarok ji dê bêtir xwedî maf tê hesibandin û dibêje: “Pêwîstiya hevjînan bi hişyariya zagonî heye û ev ya ku Koordînasyon pê radibe, ji ber ku kursên perwerdekirina hevjînan li ser mafên wan yên zagonî vedike. Koordînasyona me piştgiriya qanûnî ji bo jinên efûkirî yên ku pereyên wan têra peydakirina parêzeran ji bo bidestxistina mafên xwe nake, pêşkêş dike. Ji ber ku di koordînasyonê de hejmarek parêzer hene ku şopdarên van dozanin. Zagonên cihêkariyê li pêşiya dayîna mafên hevjînan ên mirovî, siyasî û qanûnî astengin. Qanûnên rewşa kesane hîn jî di madeyên xwe de bendên ku dijberî wekhevî û muameleya li dijî jinê ne digire nav xwe.”
“Hemû zagon ji bo mêran derbasdar in”
Esra Mehmûd der barê zagona Iraqê de wiha got: “Qanûna Iraqê der barê mafên hevjînan de kûr e lewre em dibînin ku hemû zagonên heyî tenê qanûnên baviksalarî ne ku tu ewlehî û mafan nadin hevjînan. Di heman demê de, paşxistina parlamentoya Iraqê ji bo derxistina her qanûnek ku xizmeta hevjînan dike, kiryareke ku ji aliyê partiyên îslamî ve tê xwestin ku hevjînan bêtir wek koleyan lê bike ye. Gelek qanûn hene ku ji bo jin û zarokan pir xeternak têne dîtin, ya herî girîng ew e ku xala 41 ya zagona cezayê ye ku tê de mafê dîsîplînê dihewîne û xala  409 ya zagona cezayê ya Iraqê ku hukmên kuştinê di bin navê şûştina şermê de kêm dike. Her sal bi dehan jinên Iraqî tên kuştin û tawankar hîn azade û tenê çend mehan yan jî herî zêde 3 sal ceza lê hatiye birîn.”
Zagondanerê Iraqê kuştinên namûsê, di nav wan de xiyanet, wek kuştina zilam ji bo hevjîna xwe, behaneyeke zagonî ya kêmkirina cezayan dihesibîne. Ev yek jî di madeya 409 ya zagona cezayê Iraqê ya sererastkirî, hejmara 111 ji sala 1969’an de derbas bû diyar dike ku kesê hevjîna xwe bi mêrek din re bibîne û bikuje sê salan cezayê girtîgehê digre. 
“Em zextê li parlamentoyê dikin da zagon were guherîn”
Esra di derbarê destavêtinê de, xala qanûnî ya ku rastî binpêkirina mafên hevjînan tê û got: “Li gorî xala 398’an ya Qanûna Cezayê, ger tecawizkar bi mexdûr re bizewice, serbest tê berdan. Ev qanûn mexdûr neçar dike ku bi tecawizkarê xwe re di nav têkiliyek berdewam de be.  Em dibînin ku jin li Iraqê bi rastî li dijî komek zagonan radiwestin ku ji bo hevjînan bibe amûrek ji bo têrkirina xwestekên civakek baviksalarî û şermezarkirina wan. Îro em wek Koordînasyona Jin, Zarok û Civakê bi tundî zextê dikin ji bo betalkirina van zagonên nedadperwer der heqê jinan de. Her wiha em zextê li parlamentoyê dikin da ku bi zagonên wekhevtir biguherîne û ev ya ku koordînasyona me hewl dide bike.” 
Zagon rastî nerazîbûnek tund hat
Înas El-Rûbayî ya ku li Almanyayê dijî, ji ajansa me re bal kişand ser ku divê çerxa guhertinê ji bo jinên Iraqê bê hilanîn, heta ku pêwendî bi riya satelaytê be û der barê rola wê di perwerdekirina hevjînan de bi awayekî zagonî dibêje: “Hişyarî û agahdarkirina hevjînan ji mafên xwe yên zagonî û asta bandora qanûnê li ser jiyana wan pir girîng e û bi riya gotûbêj û dersên hişyarkirinê bi awayekî zindî roleke min hebû. Tişta ku koordînasyona pêşkêşkirî ji qanûna li dijî tiştên ku di civata nûneran de hatine pêşniyarkirin û xwendin ji bo bidestxistina hevsengî û parastina mafên jin û zarokan û balkişandina ser hevjînan li Iraqê û mafên wan ji wê yekê tê wek ku xeleka herî qels ya civakê ye.” 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zagona hatiye guhertin rastî nerazîbûneke tund hat. Ji ber ku ev guhertin dayikê ji xwedîderketina zarokên xwe bêpar dike. Kombûna Hevjînan a Sivîl li Iraqê ji bo şermezarkirina pêşnûmeya guhertinê û redkirina wê, hemleyek dest pê kirin ku tê de îmzeyên bi sedan jin û nûnerên rêxistinên femînîst û mafên mirovan komkirî heye. Vê yekê hişt ku hin parlamenterên li meclisê banga paşxistina nirxandina wê bikin heta ku lihevkirinek siyasî ya parlamentoyê li ser xalên sererastkirinê çêbibe.