Kiryarê îstîsmara zayendî dê di 13'ê Nîsanê de bê darizandin

Hat hînbûn ku bersûcê bi navê Cahît Yakişikli par li Amedê êrîşa zayendî li dijî zarokekî ji sedî 50 astengdarê derûniyê kiriye. Dema ku di îdianameya der barê Cahît Yakişikli hat amadekirin de cezakirina bersûc hat xwestin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li navçeya Kayapinara Amedê, mêrê bi navê Cahît Yakişikli ê 46 salî êrîşa zayendî li dijî zarokek ji sedî 50 astengdariya derûnî ye pêk anî. Zaroka ku di 15'ê Cotmeha 2021'ê de dema bi malbata xwe re diçû dawetek ji aliyê Cahît Yakişikli yê ku ji rê derbas dibû li wesayîdê hat siwarkirin û birin cihekî dûrî dawetê. Zarokê ku piştî li cihê din hat danîn, ji aliyê kesên derdorê ve radestî malbata xwe hat kirin. Bersûcê ku piştî li ser îfadeya zarok di qeydên kamerayan de hat tesbîtkirin, piştî bûyerê 3 roj şûnde hat girtin û şandin girtîgehê.

Îdianame hat amadekirin

Der barê bersûcê ku piştî giliyê malbatê hat girtin de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku raporên nexweşxaneyê, raporên astengiya derûnî û îfadeyên der barê zarok ku berê hatibûn girtin cih digrin de, hat xwestin ku bersûcê girtî bê cezakirin. Li gorî îdianameya ku di 24’ê Çileyê de hat amadekirin de bersûc dê bi sûcên “Îstîsmara zayendî ya zarokan û bi nêzîkahiyên zayendî desteserkirina zarok” bê darizandin.

Bersûc ji qeydên kamerayê hat tesbîtkirin

Di îdianameya ku rapora tenduristiyê ya di sala 2019'an de ji aliyê Zanîngeha Înonuyê ve hat amadekirin de di qeydên kamerayê de diyar bû ku ku zarok roja dawetê derketiye derve jî di dosyayê de cih girt. Di qeydên bi dîmen ên ku di îdianameyê de cih digrin de tê dîtin ku zarok li wesayîdê hatiye siwarkirin. Di qeydên bi dîmen de ku hat tesbîtkirin zarok piştre li cihekî dûrî cihê dijî hatiye hiştin. Wesayîda bersûc û bersûc bi zelalî tê dîtin. Piştî kesên ku zarok dîtin agahî dan malbatê, xizmên zarok diçin emniyetê û gilî dikin. Zarokê ku îfadeya wê bi amadebûna psîkolog hatiye girtin, dema qala êrîşa zayendî dike, îfadeyên di raporên muayeneya bedenê hundir ên heyî de jî êrîşa zayendî piştrast dike.

Dadgehê xwest bersûc bê cezakirin

Di berdewamiya îdianameya ku îfadeya bersûc cih digre de ji van îfadeyan re cih hatin dayîn:

“Di çarçoveya dosyayê de rapora muayeneya fizîkî ya heyî, girtenameya teşhîs, rapora pispor û îfadeya berfireh a zaroka mexdûr were berçavgirtin. Divê were qebûlkirin ku parastina bersûc parastineke ku bi mebesta xilasbûna ji sûc e û divê rêz neyê girtin. Ji ber vê sedemê ev parastina bersûc nayê pêbawerkirin. Bi fêmkirina ku bersûc di çarçoveya dosyayê de li gorî hebûn û delîlên berdest sûcên ku zaroka mexdûr 18 saliya xwe temam nekiriye. Bi armanca zayendî bêparhiştina zarok ji azadiya xwe pêk aniye, tê xwestin û îdiakirin ku bersûc bi madeyên TCK/103/109’an bê cezakirin.”

Danişîna ewil a dosyaya ku dadgehê jê re ceza xwest dê di 13'ê Nîsanê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.