“Kêmaniyên yasaya pêşîlêgirtina tunditujiyê çareser nebûne”

Rêveber û parêzerên Başûrê Kurdistanê têkildarî kuştinên jinan gotin: “Herçendî yasya pêşîlêgirtina tundîtujî û sezadan li Iraqê heye, lê belê ji ber kêm û kurtiyan ev yasa nekariye rê li ber kuştinên jinan bigre.”

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî - Li Başûrê Kurdistanê di nava sê mehan de 12 jin hati nqetilkirin. Jinên hatine qetilkirin an hatine şewitandin, an kuştin an jî teşwiqî xwe kuştinê hatine kirin. Sedemê van hemû buyeran jî weke pirsgirêkên civakî hatine bi nav kirin. Herçendî ku ji bo pêşîlêgirtina tunditujiyê beramberî jinan yasyek hebe lê belê ev yasya weke ku tê xwestin nayê bi cih kirin û heta niha jî gelek kêm û kurtî têde hene hîna nehatine çareser kirin.

“Serwerbûna yasayê  tunditujiyê kêm dike”

Ji nûnerên Tevgera Goran û parlementera Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd di derbarê buyerên kuştina jinan û zêdebûna tunditujiya beramberî jinan de got: “Hebûna yasya pêşîlêgirtina şidetê giringe, divê mafê hemwelatiyan hebe û hemû hemwelatî weke hevbin û yasa ji bo me hemûyan weke hevbe. Divê pêşî li silhên eşîran werin girtin, nabe tu berpirsek bi xwe biryara kuştina jinan bide. Ji derveyî vana pêwîste ji bo jiyanek bi aram bernayek taybet were danîn. Eve jî bi rêya perwerdê dikare çêbibe û hemû kes ji bo qonaxa destpêkê ya hevjiniyê perwerdeya taybet bibîne. Hewceye cudahiya zayendî ya di nava malbatê de ji holê were rakirin. Hewil bidin di aliyê fikir de hevseng bin û ne tenê têkiliyên hevjinêyê bi fizîkî be. Di parlemanê de yasaya jimare 8 ku sala 2011’an hatî derxistin ev yasya teybete ji bo pêşîlêgirtina tunditujiyê, lêjneya jinan li Parlementoya Kurdistanê de hewil daye yasayek nû li cihê vê yasyê derbixin an jî guherin di vê yasyê de were çêkirin û kêmaniyên ku hene werin rakirin. Ji ber ew şêweyê ku niha heye yasaya tewanê kuştinan ji holê ranake. Di parlemetoyê de me daxwaz ji encumena dadwerî kiriye ku bi erkê xwe rabe û di dema yasya xwe de dosyayên dadgehê temam bike û rê nede tu destwerdanek ya partiyan hebe. Herwiha hêzan erkdar polîs û asyîşe bi erka xwe rabin daku di demê xwe de tewanbar werin girtin.”

“Kêmaniyên yasayî zêdebûna kuştina jinan zêde dike”

Parêzer û rêvebera Beşê Yasaya Yekitiya Jinê Kurdistanê Telar Letîf di derbarê guherina yasya pêşîlêgirtina tunditujiyê û kêmaniyên wê de got: “Hebûna yasya pêşîlêgirtina tundîtujiyê herçendî yek ji wan yasyane ku cihê keyfxweşiyê ye, lê belê kêmanî gelek têde heye û heta niha ev yasa nehatiye bi cih kirin. Divê navendek ji bo jinan di asta pêwîst de ku jinan li wêderê bi parêzin were avakirin. Ji derveyî vana çend xal hene ku yasya kesên tewanbar nagrin, belku yasya seza ya Iraqê digre lê belê sezayê kêm dide. Ji derveyî yasya pêşîlêgirtina tunditujiyê ku di sala 2011’an de derketiye yasaya jimare 3 sala 2015’an pêşî lê hatiye vekirin. Yasaya sezadan Iraqê madeya 409 taybete ji bo kuştina jinan di bin navê namusê de jî gelek kêmanî têde heye. Sedemê vê ya serke jî sulha Eşirê ye û efuya giştî ya ji bo bikujê jinane. Efuya giştî heta salên berê jî kujerên jinan digirt nava xwe, piştî sala 2017’an ev yasa kujerên jinan negirt lê belê demê sezadanê hate kêm kirin ku eve jî dubare bandorek xirab dike û kuştinên jinan zêde dike.”