Karima Al-Rumayki: Ji bo wekheviyê divê ev zîhniyet were guhertin

Em ji bo mafan têdikoşin, meydanan dagir dikin û ji bo wan dengê xwe bilind dikin, hemû maf bi xebat û îradeya xurt tên bidesxistin. Ez li ser peyva îradeyê radiwestim ji ber ku ew kilîta her serkeftin û biriqandinê ye.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê di bin şert û mercên dijwar ên siyasî û tenduristî yên ku welat tê re derbas dibe de tê, ku ji bo nirxandina rastiya jinên Tûnisê wekî rawestgehek tê hesibandin. Îro digel şert û mercan ew bûye hevpara bingehîn di civakê de. Ew di warê kar û jiyana malbatî û gelemperî de berpirsiyarî digre her wiha wê ji her kesê re hêza xwe ji bo hevkariyê îsbat kiriye 
Ajansa me bi aktîvîsta femînîst û bijîşk Karima Al-Rumayki, seroka Komeleya "Em hez dikin bi dê û bav re bijîn" re hevpeyvîn kir li ser rewşa jinên Tunisê di roja wan a neteweyî de û li ser wekheviyê.
Jinên Tûnisê roja xwe ya neteweyî di 13’ê Tebaxê de pîroz dikin, di van şert û mercên heyî yên li welat, hûn rewşa jinên Tunisî li gorî hempîşeyên wan çawa dinirxînin?
Ez dibînim ku jinên Tûnisî di warên cihêreng de li gorî hempîşeyên xwe yên li herêmê bi tevahî ji destkeftiyên pêşeng û pileyên bilindtir sûd werdigirin, ew xwedî derfetên mezin   di serokatî û navendên biryargirtinê ne, di van salên dawîn de, me bi awayekî mezin rola  jinên Tunisî di warên cihêreng de û serkeftina wan di aliyên civakî, çandî, siyasî û zanistî ve dît, em ji bîr nakin ku Tunis di hejmara endezyaran de rêza duyemîn digire. 
Ji ber destkeftiyên jina Tûnisî ji dema serxwebûnê û derxistina qanûna rewşa kesane, jin bi berdewamî riya xwe ji bo danîna bêtir qanûn û zagonan digrin ku azadî, wekheviya zayendî û tekoşîna cûdakariyê mîsoger dikin.
Em qanûnên  ku di van salên dawî de derketine û jin tê de bi ser ketine ji bîr nakin û tevî hin astengiyên biçûk ên di cîbicîkirinê de di civakek baviksalarî de ku tê de ramana wekheviya zayendî hê mezin nebûye, ew wekî destkeftiyek tê hesibandinda ku li hemberî tundiya li dijî jinan li ber xwe dide. 
Bi nêrîna min, digel hemî şert û mercên dijwar, jinên Tûnisî dê mîna çirayek geş û hilberîner bimînin, ji dema derxistina Kovara Rewşa Kesane di 1956’an de, jin bûn xwedî çend îmtiyazên medenî yên ku wekî "veguherînên şoreşgerî" têne hesibandin, ev yek jî li gorî rewşa jinên li Mexrib û herêma Ereb e.
Ma jinên Tunisî ji bo pîrozkirinê bi hewceyî rojek neteweyî tenê ne qey?
 Pêwîstiya wan bi rojeke neteweyî nîn e, jinên Tûnisê, digel hemû fedakariyên xwe ji malbatê bigre heya kar û bîrdoziya akademîk, heq dikin ku seranserê salê were pîrozkirin. Ji  ber ku rêjeya keçên di xwendina bilind de li gorî xortan gihîştiye ji sedî 60. Roja Jinan a Neteweyî ku dikeve 13’ê Tebaxê, tenê rawestgehek biçûk e ji bo nirxandinê û rojek ji bo bîranîna têkoşînên feminist. 
Gelo  hûn ditirsin ku hin destkeftiyên jinan bi deh salan têkoşîn û fedakarî ji bo wan dane ji dest biçin?
Ez natirsim, ji ber ku ez bawer im ku dê têkoşîna femînîst li welatê min berdewam be û raneweste, ez dibînim ku jinên Tûnisî li ser rêyek baş in, riya zanîn û pêşketinê ne. Jinan destkeftî bi dest xistine û bi keda xwe xwe bi pêş xistine.
Hin kes hene ku dibêjin guhertina hişmendiyê li hember mafên jinan ne bi hewceyî qanûnan bi qasî ku bi hewceyî butce û vîneke siyasî ya xurt ji malbat û saziyên perwerdeyê gelo hûn tevlî vê nêrînê dibin?
Ez vê nêrînê dipejirînim, ji ber ku ez dibînim guhertina hişmendiya kevnare ya li hember mafên jinan bi  hewceyî hişyariyeke civakî ye ku divê ji zaroktiyê de di hiş û bîra zarok de were çandin, ji ber vê yekê pêdivî ye ku mirov girîngiyek herî mezin bide bernameyên perwerdehiyê û  piştgirî  bide mafê jinan, di pêkanîna vê yekê de jî em bi hewceyî vîneke siyasî, ked û piştgiryeke diravî ne da ku ev bername werin afrandin. 
Her kes dizane ku Tûnis di warê mafên jinan de welatek pêşketî ye, wekî din, xala 46’an ku bi taybetî ji bo mafên jinan hatî veqetandin, dewletê mecbûr dike ku mafên wan ên bidestxistî biparêze, piştgirî bike û baştir bike, ji bo  ku perensîba hevsengî û rakirina şîdeta li dijî jinan were pêkanîn
Gava ku em Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisî pîroz dikin, tevgerên femînîst hîn jî ji rewşa jinên li Tunisê û mafên wan bi tirs in, ji ber ku ew dibînin ku di navbera qanûn û rastiyê de valahiyek kûr heye, li gorî nêrîna we, mirov çawa dikare vê kêşeyê çareser bike?
Wekî ku min berê jî got, bêyî têkoşînek domdar tu tişt bi dest nakeve, nivîs û qanûn jî pêşketinê heq dike, em hewl didin qanûnek nû ji bo jinên li Tûnisê serkeftî derxin, em bi xebat, ked, hewldan, serkeftin û pêşketinê li hemberî vê kêşeyê li ber xwe didin.
Dayîna rojeke neteweyî ji bo pîrozkirina jinan rawestgehek din a nirxandin û bidestxistina mafên ku statûya jinan di nav civakê de baştir dike ye.
Di dawiyê de, peyama we ji jinên Tunisî re di roja wan a neteweyî de çi ye?
Ez ji wan re dibêjim ku têkoşînê bidomînin û bilind bifirin, hemû astengiyan bişkînin û ber bi cîhanek çêtir, cîhanek azad, hevseng û tendurist ve biçin da ku mafên te tam bi cih werin. Têbikoşe û her sal, jinên Tûnisa azad bike.