Kampanyaya "Navê xwe cudakarî ye" ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan hat destpêkirin

Rêvebera Giştî ya CREDIF'ê Necla El-Allanî di daxuyaniyekê de ji ajansa me re diyar kir ku kampanya bi hevkariya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û di çarçoveya bernameya ku ji aliyê hikûmeta Yabanê ve hatiye destekkirin ji bo xurtkirina pergala parastina civakî ji bo berjewendiyê komên xizan hatiye destpêkirin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariya li ser Jinan a Tûnisê "CREDIF" bi dirûşma "Navê xwe cudakarî ye" kampanyayek hişyariyê li dijî tundiya sembolîk a li ser jinan da destpêkirin.
Ji bo jiholêrakirina şîdeta sembolîk a li dijî jin û keçan CREDIF’ê, 20 Cotmehê, kampanyayek hişyariyê li ser şêwazên şîdeta li ser bingeha zayendî û şikandina bêdengiya der barê şîdeta sembolîk de da destpêkirin.
Kampanyaya ku dê heta 27’ê Cotmehê berdewam bike, girîngî dide weşandina sê şahidiyên vîdyoyî yên  ku bi prensîba wekheviya tam di navbera herdu cinsan de bawer dikin. Her wiha girîngî dide xebata ji bo bidawîbûna her cure tundiya li ser jinan, bi taybetî piştî ku welat, di sala dawî de, 7 caran rêjeyên bilind ên tundûtûjiyê bi awayên xwe yên cuda tomar kir. Ev jî tenê li gorî daneyên fermî ye. 
Şahidiyên ku dê li ser rûpela fermî ya CREDIF’ê li ser malpera tora civakî Facebook bên weşandin dê cureyên cihêreng ji tundiya sembolîk di 3 qad û mekanan de vebêjin ku ew jî di qada perwerdeyê, qada werzîşê û di qada malbatê de ne.
“Ji bo komên xizan hatiye destpêkirin”
Wê bal kişand ser girîngiya xebatê ji bo şikandina bêdengiya der barê şîdeta sembolîk û hem jî ji bo rakirina qalibên têkildarî dabeşkirina rolên zayendî û teşwîqkirina mêr û xortan da ku li dijî şîdeta veşartî ya li dijî jinan têbikoşin û wiha domand: "Çandeke cudakariya zayendî di nav zarokan de tê çandin ku bi wan re diçe dibistanê, ew jî lixwekirina kincên dibistanê bi darê zorê ji bo keçan e lê ji bo xortan nayê mecbûrkirin. Ev yek cudahiyê di navbera herdu zayendan de çêdike û dihêle ku pirs di serê keçan de çêbibin. Girîng e ku ev zîhniyeta baviksalar were guhertin. Her wiha wê bal kişand ser girîngiya kirûbira îmaja jinên pêşeng di bernameyên xwendinê de û danasîna aktor û pêşengên Tûnisî yên wekî Arwa Kairouaneh û yên din.
Ji sedî 95 jin ji tirsa nêrîna civakê axaftina li ser tundûtûjiyê red dikin
Necla El-Allanî destnîşan kir ku di kampanyayê de bi taybetî li ser zilaman hatiye rawestîn da ku li ser şêwazên cihêreng ji tundiya sembolîk di 3 qad û mekanan de were vegotin û da zanîn ku afîşên dîjîtal ên wêneyên sê tîpan bi logoyê ve hatine girêdan û beşên ku nêrînên xwe diyar dikin dê werin weşandin, ligel posterên li ser li camên paşên ên otobusên ku diçin parêzgehên mezin ên Tûnisê ve hatine daliqandin. 
Der bajî rê pêkanîna kampanyayên li dijî şîdetê de bi şêwazên cihêreng û xeternak de dibêje: "Kampanyayên hişmendiyê ji bo perwerdekirina jinan, hişyarkirina wan û şîrovekirina hemû awayên ku ew di jiyana xwe ya normal û pratîkî de pê dikevin, pir girîng in. Me berê li dijî şîdeta dîjîtal kampanyayek li dar xist û dît ku ji sedî 95 ji jinan ji ber tirsa xwe ya ji nêrîna civakê axaftina li ser tundûtûjiyêred dikin.”
Di domandina axaftina xwe de wiha got: "Piştî demekê, me dît ku ev celeb şîdet destûrdar e, û jin ji berê bêtir haydar û bersivdar in li hemberî şikandina çanda bêdengiyê ya ku bû sedema bilindkirina rêjeya şîdetê û em bi girîngiya çareserkirina tundiya li ser jinan bi riya lêkolîn û kampanyayên xwe, haydar in.”
Zîhniyetên mêtinger ên di civakên baviksalarî de ji zarokatiyê ve dibin sedema cudakariyê
Li aliyê din seroka ofîsa sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya Tûnisê, Reem Fayala got ku ev sindoq ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û misogerkirina derfetên wekhev ji bo her du zayendan, li gorî plana stratejîk a ku piştgirî dide saziyên neteweyî û rêxistinên ne hukmî li Tûnisê dixebite û got: "Kampanya li ser bingeha lêkolînek di navbera Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Tûnisê û CREDIF’ê de li ser têgihîştina helwestên mêr û xortan der barê tundûtûjiya li dijî jinan pêk hat. Di wê baweriyê de ye ku hişyarî û rênîşandan mifteyên têkoşîna li dijî diyardeyên neyînî ne ku dibe zirarê bidin ewlekarî û hevgirtina civakê û jiyana jinan. Ji ber vê girîng e her du alî di riya hişyarî û berxwedanê de bibin yek.”
Reem Fayala diyar kir ku lêkolînê nîşan da ku zîhniyetên mêtinger ên di civakên me yên baviksalarî de ji zarokatiyê ve dibin sedema cudakariya zayendî ya ku rêjeya şîdeta li ser jinan zêde dike û wisa dike ku di qonaxên din ên jiyana ciwanan de ev feraset derkeve hole. 
Wê teqez kir ku girîng e hişyarî li ser xala xeletiyê were kirin û wiha got: "Divê were zanîn ku pêkanînên cihêkariyê ji zarokatiyê ve têne kirin. Ev pêkanîn bi zêdekirina hişmendiya hemû aliyan bi riya gelek saziyên hişyarkirinê û rakirina tecrîdê dikare were çareserkirin. Divê fikra ku ev cureyê şîdetê di malbat an dibistanê de normal dibîne, were mehkûmkirin. Mixabin medya jî beşdarî belavkirina van qaliban dibe û li gorî wan diçe.”
“Divê ku em kampanya berdewam bikin”
Der barê pêkanîna kampanyayên bi vî rengî de, Reem Fayala bawer dike ku dê bandora wan li ser wergir bi derbasbûna demê re zêde bibe, bi şertê ku ew hişmendiya xwe bidomînin û kampanyayan xurt bikin û navgînên xwe di dibistan û enstîtuyan de cihêreng bikin heta bi riya serîlêdanên li ser telefonên destan û malperên tora civakî û tevlibûna komeleyên ku di vê çarçoveyê de kar dikin. Divê ev kampanya ne demsalî bin, berdewam bikin. 
Reem Fayala di dawiya axaftina xwe de got: "Guhertina zîhniyetê û redkirina pêkanînên baviksalarî ji temenê biçûk de ji bo zarok dest pê dikin, ew jî bi guhertina mufredatên perwerde û medyayê ku gelek caran di nivîs û bernameyên xwe de jin li metbexê û zilam li televîzyonê temaşe dike nîşan didin dikare were kirin. Ev tiştên hêsan in lê bandorên neyînî li ser zarokan dikin. Girîng e ku peyamên ji bo guhertina zîhniyeta baviksalar werin dayîn û ev merhele divê teqez were derbaskirin.”