Jinên Yemenê nerazîbûn nîşanî cezakirina hunermen Întîsar El-Hammedi dan

Tevgerên jinên Yemenê cezakirina hunermenda Yemenî Întîsar El-Hammedi û hevalên wê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo wê nîşan dan.

NOOR SURIB
Yemen – Gurûpên Hûsiyan, hunermenda Yemenî Întîsar El-Hammedi û hevalên wê Yasmine û Yusra El-Mokadam 20’ê Sibatê li bendek kontrolê ya dikeve devera Şemlanê ya Sana ya Yemenê girtin û birin cihekî nenas. Berî ku bişînin girtîgeha Sanayê dema çavên wan girtî hinek belge bi zorê bi wan didin înzakirin. Hunermend Întîsar El-Hammadi ya ku ji wê demê ve girtiye duh êvarî derxistin pêşberî dadgehê û 5 sal ceza danê.
Çavkaniyekî taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re axivî û got: "Dadwer Usame Ebdulezîz El-Cunîd herî zêde 5 sal ceza li tohmetbara yekem Intîsar El-Hammedî û tohmetbarê duyem û sêyemîn birî. Ji tawanbarê sêyem 3 sal zîndan û tometbarê çarem jî bi salek zîndan, bi hukmê taloqkirinê hat mehkûm kirin."
“Em van kirinan weke metirsiya li ser jinên Yemenê dibînin”
Seroka Komeleya Jinên rastî şîdetê tên û yên j  zîndanên Hûsiyan rizgar bûne, Nûra El-Cerawî jî bilêv kir ku ew van bûyeran weke hedefgirtina jinên Yemenê dibînin û wiha domand: "Em van biryaran weke delîlên desteserkirina dadwerî û dadgehan ji bo hedefgirtina jinên Yemenî û pêkanîna tawanên li dijî wan bêyî tu hincetên qanûnî dinirxînin. Ji bo xizmetkirina berjewendiya komên têrorîst ku bi awayê cur bi cur ji bo tepeserkirin û xistina Yemeniyan ser çokan bikar tîne. Ev binpêkirineke mezin e û tawaneke nû ye ku bi reftar û binpêkirinên xwe li ser hevsengiya van komên terorîst hatiye zêdekirin." 
“Em ê şopdarê doza Intîsar El-Hammedî bin”
 Seroka Weqfa Akûn a ji bo Maf û Azadiyê Lina Al-Hasani jî ev biryar şermezar kir û got: "Me encamên rûniştina dawî û biryara der barê Intîsar El-Hammedî û hevalên wê de şopand. Her çend ev dadgeh sexte ye û divê wekî dadgeheke Hûsî bê binavkirin û bi îstismarkirina dadwerî ne qanûnî ye, ev biryar li gorî hemû pîvanan neheq e. Em vê biryarê û hemû binpêkirinên ku li dijî keçan hatine kirin, di nav de tundiya bedenî û derûnî, şermezar û red dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û zextê li komên Hûsî bikin ku binpêkirinên xwe yên li dijî jinên Yemenî rawestîne û hemû cezayên neheq ên li dijî jinên Yemenî rawestîne."
Weqfa Mafên Mirovan a El-Rased jî hişyarî da ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de tundî û binpêkirinên li ser jinan zêde dibin û wiha got: "Berê milîsên Hûsî jin ji kolanan dibirin û bê dadgehkirin ew dîl digirtin, lê îro ji dadweriya xwe ya nedadmend sûd werdigire ku bê delîl îtibara keçan dixin û navê wan xera dike. Li gorî derxistina cezayên neheq zirarê dide wan û paşeroja wan tarî dikin. Tiştê ku bi modela ciwan Intîsar El-Hammedî re qewimî mînaka vê yekê ye. Ev jina 20 salî dê pênc salan ji jiyana xwe di encama biryareke nedadperwer winda bike. Ev kom îro terorîzma xwe bi awayekî eşkere pêk tîne û kesên qels dike nêçîra xwe."