Jinên Mexribê dixwazin guherînên di zagona malbatê de werin pejirandin

Jinên Mexribê, diyar dikin ku Zagona Malbatê ya 20 sal berê hatiye derxistin êdî li gorî rastiya civaka Mexribê nîn e û dixwazin gotinên di zagonê de yên rûmeta jinan dişkînin werin derxistin, guherînên nû werin pejirandin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Li Mexribê ji bo ku guherîn di zagona 20 sal berê hatibû derxistin de werin kirin; hevdîtinên ku gelek saziyên siyasî, sendîka û yên civaka sivîl kirin bi dawî bûn. Di hevdîtinan de li ser zagonê pêşniyar hatin kirin. Saziyên mafên mirovan û yên femînîst, li bendê ne ku guherînên hatine pêşniyarkirin werin pejirandin.

Parêzvana mafên mirovan û seroka Komeleya Destên Azad Laila Amelie, diyar kir ku wan civînên têkildarî guherînên Zagona Malbatê hatine kirin şopandine û got: “Weke tevgera jinan, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan em dixwazin metna zagona nû were weşandin. Di Zagona Malbatê ya heyî de bendên weke 20 û 21 ku zewaca kesên di temenê biçûk de weke îstîsna tê dîtin, li gorî rastiya jinên Mexribê nîn e û bendên ku rûmeta mirovan dişkînin di nava xwe de dihewîne.”

‘Divê guherînên di lehiya jinan de werin kirin’

Laila Amelie, diyar kir ku divê li ser pirzewacî, pirsgirêkên nava malbatê, welayeta zarokan, piştî zewacê parvekirina mulk û bendên ku wekheviyê esas digre guhertin werin kirin û wiha domand: “Mexrib di gelek waran de bi pêş ketiye. Ji ber vê yekê divê guherînên li gorî daxwazên rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û saziyên civaka sivîl werin kirin. Em dixwazin gotinên di pêşnivîsa Zagona Malbatê de ku rûmeta jinan dişkîne werin derxistin. Divê di lehiya jinan de gelek nivîsên tê de werin guhertin.” 

‘Pêwîstî heye ku ji nû ve li ser mijara mîras were axaftin’

Laila Amelie, da zanîn ku li Mexribê têkilarî mijara mîras, malbatên ku zarokên wan ên keç hene ji ber vê benda zagonê gelek pirsgirêkan dijîn loma divê ku mijara mîras ji nû ve were nirxandin û got: “Rêxistinên jinan divê ji bo pêdiviyên zagona nû şiyariyê çêbikin, derkevin bernameyên televîzyon û radyoyê, daxuyaniyan bidin. Bi taybetî li ser bendên nû yên di zagonê de êdî civak diaxive û li holê gelek agahiyên şaş hene. Madeyên em behsa wan dikin hê nehatine pejirandin û niha di merheleya lêkolînê de ne.

Laila Amelie, diyar kir ku ew dixwazin jin bi temamî welayeta zarokên xwe bigrin û bi vê biryarê ji nû ve teşe bidin jiyana xwe û got: “Divê hewldanên jinan werin teqdîrkirin. Dixwazî karker, dixwarî xebarkar, dixwazî li malê bin divê bi taybetî ji bo jinan rê vekirî bin û rola wan were dîtin.”