Jinên girtî yên ku lêgerînê red dikin nikarin derkevin hevdîtina vekirî

Li Amedê jinên girtî ji ber ku lêgerîna pêlavan a tê xwestin li ber kamerayê bê kirin qebûl nakin, nikarin derbikevin hevdîtinan. Parêzer Ozum Vurgun, bal kişand ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê di pêvajoya dawî de bi binpêkirinên mafan re ji rojevê dernakevin. Wezareta Edaletê, li hemberî pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn bêdengiya xwe didomîne, "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyan ve li gelek bajaran tê lidarxistin, berdewam dike. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku yek ji cihên herî zêde ev pirsgirêk lê diqewimin e, girtiyên jin ji meha Kanûnê û vir ve ji ber ferzkirina kamerayan dernakevin hevdîtinên vekirî. Girtiyên jin ên ku lêgerîna pêlavan ya berî û piştî hevdîtinê ya li ber kamerayê tê kirin qebûl nakin, daxwaza çareseriya pirsgirêkên tên jiyîn kirin. Hat hînbûn ku li gel lêgerîna pêlavan, di meha dawî de nêzî 20 girtiyên jin ên ku sewqî girtîgehê hatine kirin an jî weke mêvan hatine, bi destê rastî lêgerîna tazî hatine.

"Tiştên tên jiyîn ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne"

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ozum Vurgun, têkildarî pirsgirêken girtiyên jin ên li girtîgehê dijîn û daxwazên wan axivî, diyar kir ku li girtîgehê pergal bi rengekî zordar û ferzker dimeşe. Ozum Vurgun, da zanîn ku rewşên li ser girtiyên jin tên ferzkirin ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne û bal kişand ku rêveberiya girtîgehê hewl dide li gorî xwe rêveberiyeke zextê ava bike.

“Li ser girtiyan lêgerîna pêlavan tê ferzkirin”

Ozum Vurgun der barê tiştên diqewimin de ev tişt got: “Ji meha Kanûnê ve gav bi gav hevdîtinên vekirî dest pê kirin. Lê li wir di girtîgeha jinan de pirsgirêkek wiha heye; girtiyên jin pêlavên xwe li cihê ku kamera wan dibîne li xwe dikin. Bi vî awayî girtî derdikevin hevdîtina vekirî. Lê belê rêveberiya girtîgehê ji bo hevdîtinan ji jinan re dibêje 'tu yê pêlava xwe li ber kamerayê li xwe bikî, gava derkevî derve pêlava xwe li ber çavên min derxe, li erdê bixe û bihejîne, piştre tu dikarî piştî hevdîtine li ber kamerayê derxî û bi vî awayî biçî qawîşa xwe,’ jin vê ferzkirina lêgerînê qebûl nakin. Girtî dibêjin, 'jixwe em pêlavên xwe li ber kamerayê li xwe dikin lê em rewşa ku careke din pêlavên xwe derbixin û lêgerîn bikin qebûl nakin'. Ji ber ve jin ji hevdîtina xwe ya yekem a meha Kanûnê heta niha bi pêvajoyeke bi vî rengî re rû bi rû mane heta vê dîrokê dernakevin hevdîtina vekirî.”

“Rêveberiya girtîgehê xwe wekî saziya edaletê dibîne”

Ozum Vurgun bi gotinên “Li girtîgehên din ên Amedê nêzîkatiyeke bi vî rengî li dijî girtiyan nayê nîşandan” diyar kir ku li girtîgeha jinan ji bo girtiyan pêvajoyeke cuda tê meşandin û da zanîn ku li welat helwesta dijminatiyê ya li dijî jinan wekî li derve û pêvajoya darizandinê li girtîgehê jî berdewam dike. Ozum Vurgun, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê xwe wekî saziya edaletê dibîne û got: “Li girtîgehan tiştek bi navê rêziknameya navxweyî heye lê dema em van rêziknameyan dixwazin, ne ji me re ne ji jî girtiyan re nayê dayîn. Em dikarin van rêziknameyan wekî qanûnên girtîgehê binirxînin. Ji ber ku em nikarin wan bi dest bixin, em nizanin ka di wan de dijbertiyek li dijî qanûna bingehîn heye yan na. Ji ber ku em nizanin wan li gorî xwe çi nivîsandine, tu pêkanînên me jî çênabin.”

"Li ser girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin"

Ozum Vurgun da zanîn ku ji bilî hevdîtina vekirî hemû girtiyên jin ên tên girtîgehê di bin navê lêgerînê de rastî lêgerîna tazî hatine û da zanîn ku nêzî 20 girtiyên jin ên herî dawî sewqî girtîgeha jinan hatine kirin an jî weke mêvan hatine, bi lêgerîna tazî re rû bi rû mane. Ozum Vurgun, diyar kir ku girtiyên bi destên tazî lêgerîna gardiyanan a li qadek bê kamera qebûl nakin bi derbkirinê re der barê wan de girtename tê girtin û der barê mijarê de van tiştan anî ziman: "Li girtîgehê tiştek ku li gorî xwe dibêjin lêgerîna bi detay heye. Dema girtî wekî sewq an jî wek mêvan tên girtîgehê, dema dikevin girtîgehê dibêjin “Cilên xwe derxe, em ê lêgerîn bikin.” Lê girtîgeha jinan vê pêvajoyê wiha dimeşîne; li qadekî ku kamera lê tune ye, bi derxistina cilên binî û bi taybetî jî derxistina cilên binî yên jor, bi destên tazî lêgerîn dikin. Li qada ku kamera lê tune ye hewl didin cilên girtiyan derbixin û dema girtî red dikin li wir tên derbkirin. Piştî vê pêvajoyê girtî rastî lêgerîna tazî tên.”

“Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê”

Ozum Vurgun, da zanîn ku di pêvajoya tê jiyîn de hemû mafên girtiyan hatine astengkirin û bang li xizmên girtiyan kir ku li dijî binpêkirina mafan serî li rêxistinên sivîl û baroyên bajarên ku lê dijîn bidin. Ozum Vurgun wiha got: “Li gorî xwe koledariyê ferz dikin. Li gel ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê, di pêvajoyeke ku rûmeta mirovahiyê bi temamî ji holê radike de ne. Em daxwaz dikin ku her kesê xizmên wan di girtîgehan de ne, li hemberî binpêkirina mafan bêdeng nemînin û serî li dozgeriyan bidin. Her wiha ew dikarin serî li baro, komeleyên mafên mirovan û rêxistinên sivîl ên li bajarên xwe bidin.”