Jinên Başûrê Kurdistanê di nava hewildanên guherîna yasayê de ne

Parlementerên û rêxistinên jinan ên herêma Başûrê Kurdistanê hewil didin yasaya pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî malabatan ji nû ve were sererastkirin.

TERZE TEHA
Navenda Nuçeyan - Di roja 31’ê Çileyê de di derbarê yasaya pêşîlêgirtinên tunditujiya beramberî malbatê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê li hev civiyan. 7’ê Sibatê jî hevpeymana jinên Kurdistanê serdana seroka herêma Kurdistanê kirin û gelek pêşniyar biryar di derbarê  derxistina yasaya  pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî malbatan de pêşkêş kirin.
 “Em hewil didin yasay tunditujiyê derbixin”
Endama Hevpeymana Jinên Başûrê Kurdistanê Remziye Abdulah di derbarê pêşniyarên ji bo yasaya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî malbatê ku pêşkêş parlemanê kirine de ji ajansa me re axivî û got: “Di hevditinê de me behsa yasya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî malbatan kir. Rêxistina me pêşniyarên xwe radestî parlemenê kirin û di heman demê de seroka parlemenê jî bal kişand li ser sererastkirin û ji nuve derxistina yasayê. Niha tenê derxistina yasayê dikeve ser milê parlemenê, di bernameya wan de heye wê carê parlemen niqaşê li ser derxistina yasayê bikin.”
Endama Hevpeymana Jinên Kurdistanê Şîlan Sadiq jî wiha got: “Me hinek pêşniyarên yasayî radestî seroka parlemenê kir û seroka parlemenê jî bi xwe soz da ku wê vê pêşniyarê bigihîne aliyê peywandîdar yên parlemenê. Dê di sînorê destura yasayê de wê piştgirî û alîkarî ji bo bi serketina pirojeya karê me bide.”
Li herêma Kurdistanê Îraqê yasaya jimare 8’ ya yasaya taybet ji bo pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî malbat û jinê di sala 2011’an de hatiye erêkirin, lê belê nehatiye bi cih anîn. Parlementer û endamên rêxistinên jinan hewil didin vê yasayê ji nû ve sazuman bikin.