Jinên Îranî ji bo parastina mafên xwe hewl didin ji her derfetê sûdê bigirin

Hinek jinên li Îranê tevî qedexeyên ku ji bo wan bûn sedema pratîkên hovane û bêbext jî bi qasî ku ji destên wan dihat têkoşiyan. Gelek ji aktivîstên sivîl ên niha di girtîgehan de ne, jin in.

SEMÎRA SALWATÎ
Navenda Nûçeyan-Bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, çalakî û têkoşîna jinên li çar aliyên cîhanê careke din geş dibe û hemû jin bi hev re banga rawestandina tundiyê bi giştî di warên civakî, siyasî, aborî, çandî û malbatî de dikin. Di sedsala bîst û yekemîn de ku mirov dikare bibêje sedsala jinên azadîxwaz û têkoşer e, jin ji bo bidestxistina armanc û azadiya xwe bi cesaret li qada şer bûn. Ji ber vê yekê di vê sedsalê de jî tundiya li ser jinan zêde bûye û ji bo tepisandina van jinan sîstemên desthilatdariyê û zîhniyeta baviksalarî bi şêweyên cuda tevgeriyane û kuştina jinan rewa dibînin. Bê şik dema ku daxwazên azadiyê serdest bin, amûrên zext, kuştin û tundiyê zêde bûne û bê tirs hewl didin van astengiyan ji holê rakin.
"Îran guhertina cîhanî ji bo jinên ku ji dûr ve dixebitin erênî dibîne"
Têkildarî asta şîdeta li dijî jinan li cîhanê û bandorên wê li ser jiyan û civaka wê, nivîskar, parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Mehrangiz Kar, ji ajansa me re diyar kir ku di nava saled de belavbûna vîrusa koronayê yek ji faktorên sereke yên zêdebûna tundiya li ser jinan e. Ev yek bûye sedem ku jin ji cihê kar dûr bikevin. Ji ber ku xebata ji dûr ve û mayîna li malê, zexta zêde ya xebata li derve û hundirê malê û lênihêrîna li zarokên ku li malê bi berdewamî dimînin, zext ji berê zêdetir bûye. Jinên malê bi heman zextan re du car re rû bi rû dimînin. Di rastiyê de, vîrusa koronayê li ser jinan qedexe ferz kiriye. Hikûmetên wekî Komara Îslamî ku naxwazin jin ji malên xwe derkevin, ji vê yekê sûd girtin. Weke ku serok di axaftinên xwe yên vê dawiyê de got ku ew guherîna gerdûnî ji bo bîrdoziya xwe xurt dike û ji bo jin li malê bimînin û ji dûr ve bixebitin vê rewşê erênî dibîne."
Wê di berdewmaiya axaftina xwe de got: "Welat bi hêsanî radestî Talîbanê hat kirin û wiha domand: "Wan dizanibûn çawa bi jinan re muamele bikin û ew rûbirûyê tenêtiyek pir tirsnak bûn. Di şevekê de wan fêm kir ku piştgiriya wan li dijî Talîban tune ye. Tevgera Talîbanê tirsek di nav civakê de çand ku ne ew û ne jî malbatên wan newêrin rastiyê bibêjin. Ji ber vê yekê em gihîştin wê encamê ku Talîban neguheriye û tundiya ku Talîbanê di van şeş mehan de li dijî jinan kiriye li ber çavên cîhanê ye."
"Dema ku sûcek bike yan jî bibe qurbanê sûc, bi mêran re ne xwediyê mafên wekhev in"
Mehrangiz Kar destnîşan kir ku girîng e hikûmet li ser civakên xwe bifikire û wiha domand: "Hikûmeta Komara Îslamî yan hikûmeta Talîbanê yan jî welatên ku piraniya wan misilman in bi navê Îslamê tundiyê li ser jinan dikin. Beşek ji wan ji tevgera Talîbanê ne, wek Komara Îslamî ya Îranê. Lê ger em ji nêz ve li qanûnên ku hatine derxistin binêrin, di hemûyan de ruhê Talîbanê heye. Di qanûna malbatê, qanûna sûc û medenî de jin xwedî karaktereke kêm in. Di malbatê de, di civakê de, di siyasetê de û di rewşên ku sûc kiriye yan berovajî vê yekê bûye qurbaniya sûc, di van hemûyan de jin  bi mêran re tu mafê wan wekhev nîn e. Destûr nayê dayîn ku beşdarî siyaseteke bilind bibe û astengî li pêşiya wê derdikevin."
Mehrangiz got: "Talîban dixwaze Komara Îslamî ji xwe re bike nimûne, xwe bi şaristanî nîşan bidin da ku cîhan wê nas bike. Em qurbaniyên nêrîna Komara Îslamî ya li ser jinan in, em gelekî tengezar in. Niha jî Talîban dixwaze bibe rêxistinek wekî Komara Îslamî ya Îranê ku ev yek jî zêdetir tengzariyê çêdike û li ber çavên cîhanê tenê yek welatek xwedî destûr û dadgeh bes e. Tenê Neteweyên Yekbûyî bi van mijaran re eleqedar e û helbet temînata pêkanînan nade."
Divê Îran ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bê mehkûmkirin. Li vir 5 welat xwedî mafê vetoyê ne, du ji wan Rûsya û Çîn in, têkiliyên wan ên dostane bi Komara Îslamî re hene. Li vir em gihîştin wê encamê ku jin li wir jî pir parêzvan nîn in. Ji bo van welatan raportorên taybet ên mafên mirovan tên tayînkirin. Her cudakariyek li hemberî mêr, raya giştî, ne-misilman an jî yên ku di bin her şert û mercî de li deverên kêmdest dijîn, bi tevahî qanûnî ye. Ji ber vê yekê cihêkarî yek ji bingehên tundiyê ye."
"Di bin navê du ayet û hedîsek de hemû sûcên xwe vedişêrin"
 Mehrangiz Kar bal kişand ser tundiya di hikûmetên cuda de û wiha got: "Ger em bibêjin hikûmeta îlmanî ji  hikûmeta olî çêtir e, ev nayê wê wateyê ku di van hikûmetan de tundî û zordarî tune ye yan jî ku hemû dadgeh bi awayekî adil tevdigerin. Di hikûmetên îlmanî de mirov bi hêsanî dikare daxwazên xwe ferz bike û di vê rewşê de hikûmet nikare beşek ji xelkê welat bixapîne û bi olê rewa bike. Lê di hikûmetên olî de çewisandin li ser wan pir hêsan e, di bin navê du ayet û hedîs û rîwayetan de kirinên xwe rewa dikin. Ji aliyê din ve, dema ku ol çavkaniya yekane ya zagonan be, ew nikarin li ser bingeha Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qanûn derxin. Di encamê de hemû sînordarkirin û cudakarî li gorî rêgezên îslamî, xiristiyanî yan jî oleke din dibin."
Her wiha diyar kir ku tevî belavbûna tundûtûjiyê di hikûmetên îlmanî de, cudahiya tenê ew bû ku ew nikarin di qanûnê de bên pejirandin ji ber ku çavkaniya qanûnên wan ne ol e."
"Jin çiqas bibin yek, ew qas berhemdar dibin"
Mehrangiz Kar wiha domand: "Hinek jinên Îranî di hikûmetê de rol lîstin û bi hizra baviksalarî hizir dikin lê komeke din a jinan tevî astengiyên li ser wan hatine sepandin, li Îranê şer kirin. Gelek jinên aktîvîst ên sivîl niha di girtîgehê de ne yan jî di girtîgehê de bûn, jinên ji nifşê min an jî nifşên ciwan, bi qasî ku ji destê wan hatiye ked dane. Hemû îmkanên civaka sivîl bi anîna Ehmedî Nejad ji bo desthildarî wêran bûn û nifşê ciwan hat binpêkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku li Îranê xebatên jinan rawestiyane, yan jî ji tirsa tiştekî nakin. Em dizanin ku ew dixebitin û ew ji me muhafezekartir in. dibe ku ew di karên hikûmetê de nayên tayînkirin an ji kar tên avêtin lê di karsaziyên biçûk de, di sendîkayan de, di xwepêşandanên sivîl de, mamoste, karker, sendîkayên cuda û hwd. jin nîşan didin ku ger nebin xwedî rolek wekhev jî ew li kêleka mêran di çalakiyan de cih digrin."
“Hejmara jinên xwendekar li Îranê zêde bûye”
Mehrangiz Kar, baştirîn cureyê xebata jinan li Îranê beşdarbûna di xwepêşandanên sendîkayan de dibîne û wiha dibêje: "Ev yek dê ji bo pêşeroja welat gelek sûdmend be. Jin ji bo perwerdeya xwe bidomînin hê jî bi perde û nixumandina mecbûrî re têdikoşin. Hejmara jinên xwendekar li Îranê zêde bûye. Hejariya ku beşek ji civakê girtiye, ne tenê mafên malbatê di warê maf, derman û xwarinê de asteng kiriye û ne tenê ji bo jinan her wiha ji bo mêran û hemû ciwanan jî bûye metirsî. Xizanî bûye sedem ku her sal hejmareke mezin ji zarokan dev ji dibistanê berdidin. Ji ber hejariyê ew bûne zarokên kar û zarokên kolanan û di encamê de em ê bibin xwedî hejmareke mezin ji xort û keçên nexwendewar. Helbet li gel van hemûyan hebûna jinan di hemû qadên jiyanê de girîng e û dema ku derfetek herî biçûk jî bibîne behsa daxwazên xwe û pêkanîna îdealên xwe dike." 
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Jinên Îranî ger êşên xwe bînin ziman û bêdeng nemînin wê bi boneya 25’ê Mijdarê yan jî li derveyî vê rojê bi bandortir bin. Atmosfer tijî metirsî ye û hemû Îranî van tiştan dizanin."
Mehrangiz Kar di dawiya axaftina xwe de got ku ew dizanin jinên Îranê tu derfet ji dest nedane û divê her dem amade bin ku ji hemû derfetên biçûk sûd bigirin û ji bo zarokên ku nikarin xwe bigihîjînin xwendinê hinek piştgirî bigirin û got: “Ew dikarin van zarokan nas bikin û bi hev re bifikirin da ku bibînin ka ew dikarin çi bikin jib o alîkariya wan bikin ew bi rengek avaker bi pêş ve biçin. Gelek jinên Îranî hewl didin mafên zarokên girtî biparêzin û jiyana wan hinekî hêsantir bikin.”