"Jin heta ku nebin xwedî vîna rastîn hêza wan nayê mîsogerkirin"
Her çendî nêzî sal û nîvek di ser derketina qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan li Mexribê derbas bûbe û digel hewldanên welat û saziyên civaka sivîl ji bo rakirina vê diyardeyê jî; ev diyarde her diçe zêde dibe. Ve yekê hişt ku gelek jinên Mexribê dest bi karên komeleyî bikin û piştgiriyê bidin jinên ku rastî şîdetê hatine.
HENAN HARIT
Mexrib – Ajansa me bi rojnamevan û çalakvana komeleyê ya bi navê Fethiya El-Ekrî ku bi pirsgirêkên jinên li herêmên başûrê Mexribê re têkildar e re, axivî.
Fethiya El-Ekrî ji me re behsa rastiya zêdebûna şîdetê li ser civaka Mexribê û nirxandina rewşa jinan di nav civakê de kir û ji ber ku ew di heman demê de rojnamevanek e, bernameyek televîzyonê pêşkêş dike, li ser hebûna rojnamegerên jin di saziyên ragihandinê de û qalibên di medyayê de li ser jinên Mexribê axivî.
Fethiya El-Ekrî wekî yekem jin tê hesibandin ku di civaka sehrawî de, bi damezrandina komeleyek ku bi jinên rastî şîdetê hatine re li herêmên başûrê Mexribê têkldar e, tabûya şîdeta li dijî jinan şikand. Rastiya zêdebûna şîdeta li dijî jinan di civaka Mexribê de çi ye?
Şîdeta li dijî jinan diyardeyeke civakî ye ku ne tenê bi Mexribê re têkildar e, di hemû civakan de tê dîtin. Serjimêriyên ku ji hêla saziyên fermî ve li welatê me tên peydakirin, diyar dikin ku şîdeta li dijî jinan zêde dibe.
Bi rastî dema ku qanûna têkildarî têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan hat derxistin em xweşbîn bûn lê piştî ku nêzîkê du sal û nîv derbas bûn, em dibînin ku me nekariye diyardeya tundiya li dijî jinan li Mexribê ji holê rabikin.
Zêdebûna şîdetê tevî qanûnên kêmkirin û jiholêrakirina wê, di nêrîna we de, tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina vê diyardeyê çi ne?
Bi rastî kêmkirina vê diyardeyê di heman demê de hem zehmet e û hem jî hêsan e. Zehmet e dema ku jin li ber xwe nedin ji ber ku ji hêla tabûyên kevneşopî ve tên birêvebirin, ji bilî civakek baviksalarî yan civakek ku hevberdanê çareseriyek ji bo kêmkirina şîdetê nabîne.
Kêmkirina vê diyardeyê hêsan e dema ku ew şîdet, tacîz û tevgerên ku rûmeta wê wekî jinekê binpê dikin red bike û tabûya bêdengiyê bişkîne. Her wiha dema ku hemû saziyên têkildar û civaka sivîl, di nav de dibistan, malbat û medya li pêş vê diyardeyê bisekinin, şîdeta li dijî jinan dê were kêmkirin.
Gelo têkoşîn û xwepêşandan ji bo pêşxistina statuya jinan bes in?
Jinên Mexribê gelek destkeftî bi dest xistine û bi saya hişyarî û hişmendiyê, ew ji mafên xwe haydar bûne. Tevî pêşketina ku jinan di warê mafan de dîtine, hîn jî riyek pir dirêj li pêş wan heye.
Xala 19'an a destûra Mexribê wekheviya di navbera jin û mêr de destnîşan dike. Ev qanûn di pratîkê de heta çi radeyê tê sepandin?
Di sala 2004'an de Mexribê qanûnek nû ya malbatê pejirand ku rola jinan di malbatê de bihêztir dikir û mafên nû dida wan, pirzewaciyê asteng dikir û hevberdanê hêsan dikir lê qanûn bersiva hemû daxwazên tevgera mafên mirovan neda.
Li ser xala 19'an a Destûra Bingehîn a Mexribê û naveroka wê ya li ser wekheviya jin û mêr di mafên civakî, aborî, siyasî, çandî û yên din de… Hin kes bawer dikin ku ew tiştê ew dixwazin pêşkêşî jinan dike lê çend pirsên ku derdikevin holê hene û têklidar in bi qasî ku ev qanûn bi navgîniya lihevkirina qanûnên asayî digel destûrê û peymanên navneteweyî yên ku Mexrib li ser wan li hev kiriye, tê sepandin. Her wiha gelo ji bo pêşvebirina rewşa ku jinên Mexribê tê de dijîn bes e? Di pêkanîna guncan a daxwazên vê beşê de cesaret hewce dike.
Civaka Mexribê çawa li pirsgirêkên jinan dinihêre û haya wê ji mafên wan heye?
Pirsgirêka jinan divê ji pirsgirêkên civakê veqetandî neyê dîtin. Her ramanek li ser çareserkirina pirsgirêka jinan bi veqetandina ji pêşketina civakê bi tevahî dê rewşa wê di civakê de baştir neke û ew ê her dem heyînek lawaz were hesibandin ku li hemberî wê her cureyê neheqî û tundî li dijî wê tê kirin. Hişyarbûn hewce dike ku civak jin û mêrên xwe li ser çandek ku ji bo zexmkirina nirxên wekheviyê dixebite bixe nava xwe. Her pêşveçûnek siyasî û aborî ya ku civak pê dizane dê bêguman li ser hemû pêkhateyên wê xuya bike. Di encamê de, heya ku vîneke rastîn ji hêla hemî aktoran ve tune ku jinan bi rastî tevli bikin, em nikarin hêza jinan di wateya xwe ya berfireh de bixin bin temînatê.
Tevî eleqeya we ya di warê komeleyê de, hûn li ser rêça jinên serfiraz ên li parêzgehên başûr bernameyek pêşkêş dikin. Hûn rola jinên Mexribê di medyayê de çawa dinirxînin?
Ya yekem, medyaya Mexribê di van salên dawî de ji pêşkêşkirina stereotîpek jinan dûr ketiye. Mînak, ji bo min wekî pêşkêşvana Bernameya Têkiliya Jinan di kanala El-Eyon de, em di her xelekê de jinekê dikin mêvan, ev jî ji bo guhertina wêneyê folklorîk e. Ji ber ku wêneyê jinan di civaka Mexribê de, nemaze li herêmên başûr, tenê ya jinek folklorîk e. Lê medyaya me îro dest bi ronîkirina rewşa jinan di civaka Mexribê de kir û ji wêneyên neyînî dûr ket, ji ber vê yekê mafê peyvê ji jinên bijîşk, parêzer û rojnamevan re hat dayîn.
Hûn hebûna rojnamegerên jin ên Mexribî di saziyên ragihandinê de çawa dibînin?
Her çend hebûna rojnamegerên jin di saziyên ragihandinê de li gorî mêran qels e jî wan karîbûn xwe paş îsbat bikin û navên xwe xistin nava pîşeya zehmetiyan.