Ji wêneya mezin nihêrîna girtina Semra Guzel: Îşkence li kolana ye!

Pêvajoya ku bi binçavkirina Semra Guzel dest pê kir asta îşkenceya ku derketiyê kolanan nîşan dide, rasterast peyamê dide gelê Kurd.

SARYA DENÎZ/MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan – “Ya pêwîst jî hat bi cih anîn. Ger hûn bala xwe bidin kapasîteya me roj bi roj bihêztir dibe” ev gotinan Wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu piştî girtina Semra Guzel got. Dîmenên binçavkirin û îşkenceyê ku bertekên her kesî kişandin û weke îşkence tê pênase kirin, ji aliyê dewletê ve wiha hat parastin. Bi kaşkirina porê Semra Guzel tewandina serê û bi kelepçeya berûvajî binçavkirina wê, helbet li Tirkiyeyê ne cara ewîl e ji vê zêdetir jî hatin jiyîn. Lê ev muameleya ku ji wekîlekî hatî hilbijartan re pêkanîn, ji bo jinên Kurd û hemû jinên ku di têkoşîna de cih girtin peyameke zelal bû.

Kolan qada îşkenceyê ne

Hefteyek beriya niha jinên ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi laçikên xwe yên spî tenê ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman kombûn, ji aliyê polîsan ve destpêkê hatin dorpêçkirin û piştre hatin derbkirin û binçavkirin. Dayikên temên mezin li erdê hatin xiriqandin. Demek dirêj di wesayîta binçavkirinê de rawestiyan. Ka em herin dîrokên nêz; Di 5'ê Îlonê de polîsan êrîşî daxuyaniya ku ji bo girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya berdana wan hatiye taloqkirin dihat xwestin li ber girtîgehê bê pêkanîn, kir. Tundiya polîsan a li hemberî parêzera jin di kamerayan de xuya bû. Û bi dehan mînakên bi vî rengî  hatine tomarkirin. Yên ku bi porê xwe hatin xirikandin, yên bi gef xwarinê tiliyê xwe dihêjînin, yên rastî lêgerîna tazî tên…. lîste dirêj dibe û diçe.

Lêgerîna tazî û gefa destdirêjiyê

Desthilatdariya AKP'ê ya ku bi gotina "ji îşkenceyê re sifir toleransê" beriya salan qereqolên şefaf diparast, îro îşkenceyê bêyî dudilî bibe bi awayekî "şefaf" li ber çavê her kesî dike. Li Tirkiyeyê şerê nav lê nehatiyê danîn, di lêgerîna maf herî biçûk de rasterast jinan hedef digre. Desthilatdarî hewl dide li ser bedana jinan zext pêkbîne. Li gorî daneyên Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, di sala 2021’an de ji 22 civînên aştiyê yên ku jinan xwestine pêk bînin, rastî mudaxeleya polîsan hat. 8 civîn û çalakî hatin astengkirin. Dîsa di sala 2021’an de 191 kes hatin binçavkirin; di van mudaxaleyan de herî kêm 4 kes birîndar bûn. Hin kesên hatin binçavkirin rastî lêgerîna tazî hatin, gefa destdirêjiyê jî li qadan çebû. Di gelek qadên wek mafê jiyanê, qedexekirina îşkence û muameleya xerab, azadiya derbirînê û mafê xebatê de binpêkirinên mafan hat jiyîn.

Bi hezaran kes rastî îşkence û muameleya xerab hat

Komeleya Mafên Mirovan ev tesbît dike "bi taybetî di van salên dawî de bi sedemên wekî dûrketina ji yasa, rêgez û pîvanan, keyfî û ji ber sedemên îhmalkariya bi zanebûn binpêkirina ewlekariyên usûl, dirêjiya pêvajoyên binçavkirin, têkçûna mekanîzmayên şopandin û pêşîlêgirtinê an jî nebûna çavdêrî û pêşîlêgirtina serbixwe û hwd di saziyên binavkirinê yên fermî de îşkence û pêkanînên din ên xerab zêdebûnek cidî tê dîtin. Tenê di sala 2020’an de 605 kesan bi hinceta ku rastî îşkence û muameleya xerab hatine serî li TÎHV’ê dan. Ji 562 kesên ku ji ber li Tirkiyeyê rasterast rastî îşkence û muameleya xerab hatine serî li TÎHV’ê dane, diyar kirin ku li navendên fermî yên binçavkirinê yên wekî 283 kes (50%) li midûriyetên polîsan û 73 (13%) jî wek qereqola polîsan rastî îşkenceyê hatine. Her wiha hat tomarkirin ku 134 (%34) kes jî di wesayîtên binçavkirin û veguhestinê yên efserên qanûnê de rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Di sala 2021’an de li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a 2021’an a Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, mafê jiyanê yê 2 hezar û 964 kesan hat binpêkirin, 3 hezar û 145 kes jî rastî îşkence û muameleya xerab hatin.

Berpirsiyarî tên paşguhkirin

Protokola Stenbolê 22 sal in tbi îşkenceyê re têdikoşê. Ji ber vê sedemê doktora ku Semra Guzel muayene kiriye rûxmê bibîrxistina Protokola Stenbolê ya Semra Guzel jî jê re gotine "Protokola Stenbolê li vir derbas nabe" û muayene nekiriye. Tirkiye protokola ku vê dawiyê hatiye nûkirin û ji bo têkoşîna bi bandor a li dijî êşkence û muameleya xerab tê bikaranîn guh nade û ji kolanan dest pê dike hema hema di hemû qonaxan de îşkenceya xwe didomîne. Wekî din, protokol di van hemû qonaxan de rayedaran dihewîne. Pêvajoya ku bi kişandina por û serê xwe û kelepçeya berevajî ku li kolanê dest pê kir, bi qonaxa lêpirsînê didome.

"Wêneyê îşkenceyê dê di bîra me de cig bigre”

Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Parêzer Hatîce Demîr a tiştên Semra Guzel jiya weke îşkenceya bi destê hezên erkdaran dinirxîne, wiha axivî: “Îşkence û muameleya xerab a bi destê hezên erkdaran re ji Semra Guzel re tê kirin, bi rastî jî helwesteke li dijî rûmeta mirovahiyê ye û mixabin îşkence û muameleya xerab a ku li Tirkiyeyê ji aliyê hezên erkdar ve tê kirin dê bi awayekî fermî di bîra me de cih bigre. Semra Guzel her çiqas parêzbendiya wê bê rakirin jî hîn parlementerek e. Û parlementerek ku ji aliyê piraniya dengdêrên Kurd ve hatiye hilbijartin şandina parlamentoyê. Ji ber vê yekê muameleya ku di şexsê Semra Guzel tê kirin û peyama ku tê xwestin bê anîn ji hemû gelê Kurd re peyamek e.”

"Qada jiyanê nehat hiştin”

Hatîce Demîr a got, "Bi taybetî kelepçeya berevajî û hewldana serî tewandin, mualemeyek rûmet dişkenê bi awayekî vekirî bê pêşkeşkirina çapemeniyê demeke dirêj ji bîra Kurdan neyê jêbirin” wiha axivî: “Bi rastî ez wisa difikirim ku dîmenên ku weke sedema girtina Semra Guzel tên nîşandan, ji rastiya Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd cuda tê destgirtin. Piştî ku ev dîmen di çapemeniyê de hatin xuya kirin, li dijî Semra Guzel kampanyayek lîncê hat destpêkirin û hedef hat nîşandan. Parêzbendiya wê hat rakirin û tu qadek jiyanê nehat hiştin. Lê dema ku em hem li Tirkiyeyê hem jî li erdnîgariya Kurdan dinêrin, tu kesekî ku xizmekî wê/wî ne endama/ê rêxistinêye tune ye. Her kesên di nava civakê de têkiliyek wê/wî bi endama/ê rêxistinê re heye.”

“Li ser Kurdan Kurdan hiqûqa awarte tê sepandin”

Parêzer Hatîce Demîr bal lê kişand ku dîmenên muameleya xirab destnîşan dike ku Tirkiyê çawa li heqîqeta mijara Kurd dinihêre û wiha domand: “Ez wek hiqûqnasek dixwazim bêjim ku îşkence ji aliyê kê ve bê kirin, qedexe ye. Li holê dîmenek berxwedanê ya pêwîstî hezên erkdar kelepçeya beravajî bikarbîne nîne. Semra xanim parlementerek e û ne kesekî ku vî karî bike ye. Piştî wê tewandina serî peyamek dildigre, lê di heman demê de lê hêmaneke sûc jî hildigire. Hem mewzûata Tirkiyeyê ya hundirîn û hem jî belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî ku ew alîgirê wan e, bi temamî îşkenceyê qedexe dike. Di rastiyê de, li Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de muxalîf û komên kêmîneyên cuda hîn jî tên darizandin, nîşan dide ku hiqûqa Tirkiyeyê ne asayî ye, hiqûqêk awarte ye û ev rejîma hiqûqî ya awarte li ser Kurdan jî tê sepandin."

"Pêwîstiya me bi edaletê heye"

Hatîce Demîr balkişand ku darizandina kedkar an jî jineke ku li Rojavayê Tirkiyeyê daketiye kolanan, ne weke cezayê ku di doza welatiyekî li erdnîgariya Kurd dijîn derketiye kolanan e û got: “Ev darizandin rasterast di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de dimîn û cezayên pir giran ten dayîn. Her çiqas her kes li pêşberî hiqûqê wekhev tê dîtin jî, ez dikarim bibêjim ku ev wekhevî di jiyana rast de pêk nehatiye. Ji ber vê yekê yek ji sedemên qeyrana ku em niha li Tirkiyeyê dijîn, nebûna temînata hiqûqî ye. Ji bo ku em asayî bibin pêwîstiya me bi edaletê heye."