Ji TJA yê banga piştevaniya ji bo runiştina doza Ayşe Gokkan

TJA yê banga piştevaniya ji bo runiştina doza berdevka xwe ya demê Ayşe Gokkan kir.

Amed – Ji bo Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdiayên weke "Rêvebera rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û girtin ku li Girtîngeha Girti ya Jinan a Amedê dimîne banga piştevaniyê. Dê 22’yemîn danişîna doza Ayşe Gokkan 13’ê îlonê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
“Em jin, Kurd in û li vir in"
TJA'yê berî rûniştînê banga piştevaniya ji bo Ayşe Gokkan kir û got:"Dê rûniştina berdevka me ya demê Ayşe Gokkan a ku mafê parastina bi kurdî lê tê astengkirin di 13'ê Îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Em ê di 13'ê Îlonê de werin gel hevdu û wekî Ayşe bêjin: 'Em kurd in, em jin in, em li vir in'."