“Ji derveyî garantiya navneteweyî koçberên Efrînê na vegere"

Di hefteyên bûrî de gelk koçberên bajarê Efrînê yê bakûr û Rojhilatê Sûriyê pişti ku komên çekdar sozên derewîn dan wan ku ewê jiyanek aram li Efrînê bijîn, vegereyan bajarê Efrînê heta niha ji çarenusa wan kesan ne diyare.

RÛBARÎN BEKIR
Şehba - Di van demên dawî de dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe dest bi revandina xelkên Efrînê yên li kampên penaberan ên li Şehbayê kiriye ku vegerin malên xwe û sozên derewîn ên weke dê mal û mûlkên wan li wan vegerînin didan. Beriya çend rojan di mizgeftan de bang kirin ku malbatên koçber yê Efrînê vegerin Efrînê di bin garantiya koalîsyona bi navê Sûriyê de ku ev jî pîlanek yê dewleta Tirk ya li herêmê ye. Kesên ku vedigerin dibin nêçîra şantaj û girtinên darayî de ne, piştî ku wan bi hezaran dolar dane û hinek kes vegeran Efrînê bi girtin û îşkenceyê re rû bi rû man. Di derbarên kiryar û siyaseta dewleta Tirk dixwaze li Efrînê bide meşandin de Endama Rêxistina Mafê Mrovan a Efrînê Naîla Mehmûd ji ajansa mere axivî. 
"Dewleta Tirk sûcên hovan li ser gelên Efrînê pêktîne"
Di derbarê pîlana dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo vegera malbatên Efrînê yên koçber Endama Rêxistina Mafê Mrovan ya Efrînê Naîla Mehmûd wiha got: “Di van demên dawî de em dibînin ku gelek hewildanên dewleta Tirk çêdibin ji bo pîlanên xwe pêk bîne û koçberên Efrînê yên di qampan de bi sozên derewîn bixapîne û wan vegerîne Efrîna dagirkerî. Kesên ku li Efrînê mane û jê derneketin di demê dagirkirina wê de ew rastî gelek zehmetî, işkence û girtinan hatin. Pêwiste gelê Efrînê bi van sozên derewîn neyên xapandin û ji bilî garantiyên navneteweyî vegera Efrînê nîne. Dewleta Tirk siyaseta revandin, girtin û talankirinê pêk tîne û ev siyaset ne nûye. Ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kirî heta niha socên hovane li ser gelên Efrînê dide meşandin mînak kuştin, revandin, talankirina mal û milkan, şewitandina daran û destdirêjiya li ser jinan û tecawizkirina jinan û niha jî dixwaze ku gelên ji ber dagirkeriya wan reviyane cardin vegerînin.”
“Di sala 2021'an de binpekirin li Efirînê zêde bûn”
Derbarê hewldanên vegera koçberan de Naila Mehmûd da diyarkirin ku li Efrînê binpêkirina mafan gelek zêdebûye û wiha dom kir: “Di sala 2021'an de, binpêkirina mafan li Efrînê zêde bûye û Tirkiye dest bi siyasetên nû yên sîstematîk kiriye ku hewldanên vegera gelê Efrînê tevî hemû sûcên ku li dijî mirovahiyê û xwezayê û gohertina demografîk pêkaniye dike. Em wek rêxistina mafê mirovan dibînin ku Tirk ji bo pêşeroja dagirkeriya xwe plan daniye, ev jî bi rêya komên xwe yên çekdar ew siyaseta  polarîzasyonê li dijî şêniyên Efrînê li hemû deveran di meşine. Ne tenê li Şahba dimeşîne û ev jî piştî ku Meclîsek ji wan komên çetan di bin navê ‘Ehrar Efrîn- azadiya gelê Efrînê’ da avakirin. Bi rêya vê meclisê banga gelê Efrînê yên koçber bi hemû niştecih û mezheban kirin ku vegerin û wê ewlehiyê ji wanre peyda bikin.”
"Garantiya ewlehiyê li ku ye ku ev binpêkirin li dijî gelê Efrînê pêk tên?"
Naîla Mehmûd da zanîn ku bila kes bi gotinên derew ne xape û ew malbatên ku vegerane çarenusa wan heta niha diyare û wiha got: “Bi rêya vê garantiya beşek biçûk ji şêniyên Efrînê vegeriyan malên xwe, lê garantî ew bû ku demê koçber vedigeriyan da ku biçin malê xwe li ser bendên kontirolkirinê yên komên çete û yên îstîxbarata dewleta Tirk gelek ji wan hatin girtin û kesên ku gihiştin malên xwe bi demek kurt bi operesyonek leşkerî re rû birû man û hatin girtin. Ma ew pirsa garantiya ewlehiyê li ku ye û ev hemû binpêkirin li dijî gelê Efrînê pêk tên? Gotegotên ku ji aliyê dagirkeran ve tên belav kirin ku dibêjin malbatên ku hezar an duhezar dolar bîne di demê vegera Efrînê de ew rastî binpêkirin û girtinê nayên lê ev gotegotên wan bi giştî derewînin û nerastin. Ji ber ku heya niha zêdetirî 23 malbatên Kurd vegeriya Efrînê û heta niha çarenusa wan ne diyare. Ew ji gundê kîmar ê navçeya Şêrewa ne, pêwiste mirov nekeve bin bandora gotegotên derewîn yên dewleta Tirk û komên wê ji ber heta niha jî binpêkirin didomînin.”
“25 kes hatin girtin û îşkence lêhatin kirin”
Naîla Mahimûd  diyar kir ku piraniya kesên ku di vê hefteyê hatin revandin û îşkencekirin ji gundê Qurat qulaq yê navçeya Şeran ne û wiha pêde çû: “25 kes hatin girtin û îşkenceyên hovane li wan hatin kirin, her wiha  komên el-Emşat li navçeya şiyah du xwişk ku nû  ji Libnanê hatine, binçavkirin  û di berdêla berdana wan de hejmarek pir mezin ya pereyan xwestin û ji ber ku malbatên wan nikarin vê hejmara mezin ya pereyan ji komên çekdar re peyda bike  çarenûsa herdû girtiyan  ne diyare. Di derbarê bilgekirina girtina herdû xwişkan de rêxistina mafê mirovan ya Efrîna Sûriyê girtina herdû xwişkan yên bi navê Dilvîn Cemîl Osman û Fatima Cemîl Osman ku temenê wan di navbera 20 û 25 salan de ye ku nû ji Lubinanê dihatin û wê vegeriyabana gundê xwe yê qimtq yê navçeya Şiyah ji aliyê koma bi navê fesîleya Silêman El-Şah a Emşata ve hate girtin  û çekdaran ji bo berdana  her yek ji wan 4 hezar dolar dixwaze.”
“Heya ku binpêkirinên domdar be em navegerin” 
Naîla Mehmûd da zanîn ku heta garantiyek ya navnetewî nebe û binpêkirina mafan dom bike, gelê Efrînê na vegere Efrînê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Eê weke rêxistinek ya mafê mirovan rê li ber vegera xelkê ji bo malên xwe li Efrîna dagirkirî  nagrin. Lê divê ew bi garantiyek navneteweyî vegerin ku ew  neyên binpêkirin û Pêwiste ku gel ji siyaseta ku li hember wan tê meşandin bihêztir be. Tiştê ku Tirkiye bi bangên xwe dike, şerekî taybete. Dibe ku dagirkeriya Tirk bixwaze wêneyek bide cîhanê ku Efrîn bi ewleye û aramî têde heye, vê yekê jî koçberan teşwîq dikin da ku vegerin. Divê gel hemû plan û armancên dagirkeriya dewleta Tirk vala derbixe, ji ber ku ev pîlan li dijî gelane,  heyanî binpêkirin berdewam bin vegera wan tune ye. Tehrîkkirina  xelkê ku bi vî awayî vegerin Efrînê ji bo binpêkirina mafan û dagirkirina axa wan xeteriyek mezin li ser wan çêdike, Em daxwazê ji wan dikin ku ji bilî garantiya navneteweyî venegerin Efrînê, heta ku Efrîn ji dewleta Tirk û komên wê yên çekdar neyê rizgarkirin venegerin.”