Ji dadgehê biryara emsal: Ji bo bersûcê îstîsmarê 10 sal cezayê bêdaxistin hat dayîn

Ji bo bersûc Ş. Akdenîz ê ku li Amedê îstîsmara zayendî li zarokekî kirîbû bêdaxistin, 10 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Dema ku biryara xwedî emsal e hat dayîn, hat hînbûn ku bersûc berê jî ji heman sûcî ceza girtiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Tirkiye di bûyerên îstîsmara zayendî ya zarokan de li cîhanê de di rêza 3’emîn de cih digre. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li welat ji her 6 zarokên kur 1 rastî îstîsmara zayendî tê. Ji sedî 70 kesên ku rastî îstîsmara zayendî tên di bin 18 saliyê de ne, rêjeya kesên di bin 11 salî de ji sedî 70 ye. Li welatê ku ev bûyer roj bi roj zêde dibin de, rola darazê di van dozên îstîsmarê de girîng e. Ji dadgeha ku pêvajoyê bi polîtîkaya bêcezatiyê ya sûcên li dijî jin û zarokan dimeşîne mînakek biryara emsalê derket holê. Ji bo bersûcê bi navê Ş. Akdeniz ê ku li Amedê îstîsmara zayendî li zarokekî kiribû, bêdaxistin 10 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Cezayê ku hat dayîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin.

Piştî ku zarok bûyerê vegot malbatê gilî kir

Bersûc Ş. Akdenîz di sala 2020’an de li Sûra Amedê li dijî zarokek ku ji dibistanê derdiket îstîsmara zayendî pêk anî. Xwendekarên ku bi qîrîna zarok hatin cihê bûyerê zarok girtin birin mala wê. Piştî ku zarok tiştên hatin jiyîn ji malbata xwe re got bûyer derket holê. Dayik û bavên ku li dijî îstîsmara li zaroka wan hat kirin bêdeng neman çûn midûriyeta polîsan û der barê bersûc de gilî kirin. Erkdarên midûriyetê, li vegotina zarok û qeydên kamerayê temaşe kirin, hîn bûn ku bersûc kî ye. Di qeydên kamerayan de hat diyarkirin ku bersûc Ş.Akdenîz destê xwe daniye pişta zarok jê re gilgil standiye û paşê jî ji çarçoveya kamerayê derketiye.

Ne kirina yekem a bersûc Ş. Akdenîz e!

Derket holê ku bersûc Ş. Akdenîz ê piştî hat teşhîskirin hat binçavkirin berê jî sûcê îstîsmarê kiriye. Der barê bersûcê ku di îfadeya xwe de sûcdarkirinan qebûl nekir, doza kamûyê hat vekirin. Doza ku bi sûcdariya "Îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û "mehrûmhiştina kes ji azadiya wî/ê” hat vekirin, li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di encama dozê de dadgehê li bersûc Ş. Akdenîzê 10 sal cezayê girtîgehê birî.

10 sal cezayê bêdaxistin ê girtîgehê girt

Di biryara hat dayîn de ev tişt hatin gotin: “Tesbît bûye ku li dijî zaroka 12 salî sûcê îstîsmara zayendî kiriye, li gorî hejmara zagonê ya 6545’an, li gorî bendên TCK’ê ji ber awayê sûc, taybetmendiyên di kirinê de, cihê sûc û dema wê, ji ber temenê biçûk ê mexdûr û xetera ku pê re rûbirû maye, biryar hat dayîn ku 10 sal cezayê girtîgehê bigre. Ji ber taybetiyên kesayetiya tawanbar, têkiliyên wî yên civakî, reftarên wî yên piştî pêvajoya darizandine û bandorên wê yên muhtemel li ser siberoja cezakirinê, li gorî benda TCK'ê m.62/2’ê di cezayê wî de cih ji bo daxistina teqdirî tune ye.”

Dadgeha Îstînafê biryar erê kir

Dadgehê di doza kamûyê yê bersûcê ku bi sûcê "mehrûmhiştina kes ji azadiya wî/ê" hat vekirin de bi hinceta ku sûcê hatiye destnîşankirin hêmanên hiqûqî pêk nayne, der barê bersûc de biryara beraetê da. Biryara ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hat girtin sewqî Dadgeha Îstînafê hat kirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryar erê kir, dosya şandin Dadgeha Bilind.