Ji ber strana 'Sê jinên azad' dîsa hat darizandin

Danişîna doza hunermend Şîlan Emîne Yuksekkaya ji ber strana "Sê jinên azad" ku di mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de got dîsa hat darizandin, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Şîlan Emîne Yuksekkaya di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Wanê de strana “Sê jinên azad” striye. Stran hincet hatiye nîşandan û derbarê Şîlan Emîne Yuksekkaya de doz hatiye vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Şîlan Emîne Yuksekkaya li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzera wê Yasemîn Dora Şeker jî li Edliyeya Edeneyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.

Şîlan Emîne Yuksekkaya diyar kir ku wê li ser daxwaza jinan stranê gotiye û xwest ji dozê bê beraetkirin. Parêzera wê Yasemîn Dora Şeker jî diyar kir ku strana hatiye gotin bi bandrola Wezareta Çand û Turîzmê di albûmê de derketiye.

Dozger xwest Şîlan Dora ji sûcê “pesnê sûc û pesındayîna sûcdar” bê cezakirin. Parêzer li dijî mutalayê dema zêde xwest. Dadgehê daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê çileya 2024’an kir.