Ji bo şidetê parastina tê zanîn: Hişê wî ne temame

Li navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê Mehmet Hanîfî Bozaslan ê ku tundî li jinekê kiribû û derbarê wî de biryara kontrola edlî ya hatibû dayin, hat rakirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê di 9’ê Kanûna 2020’î de Tugba Erçakar û hevala wê Ceylan Abazoglu gava ku ji mala xwe derdiketin, ji hêla Mehmet Hanîfî Bozaslan ê ku dixwest ji wî veqete tundî lê hat kirin. Gava bûyera tundîyê qewimî di dîmenkêşa ewlehiyê ya li malê de xuya bû. Piştî bûyerê kiryarê tundiyê Mehmet Hanîfî hatibû binçavkirin û ji hêla Dadgeha Cezayê Sulhê ve derbarê wî de kontrola edlî ya “Ji mala xwe dernekeve”, “îmze” û “nêzikî malê nebe” da û piştre ew berda.  
Di îddianameya ku ji aliyê Serdorgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin de, kiryar Mehmet Hanîfî dê bi sûcê li dijî Tugba Erçakarê bi “Birîna hêsan”, “çavtirsandin” kiriye bê darizandin û 3 sal cezayê hefsê jê re tê xwestin. Îddianame ji hêla Dadgeha Asliyê ya 30’mîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Dadgehê biryar da ku Mehmet Hanîfî dê bi rêbaza darizandina hêsan bê darizandin.
Parêzerê kiryar Sedat Çakar li gorî rêbaza darizandina hêsan, daxwazname da dadgehê û îddia kir ku derûnîya muvekkîlê wî ne aram e. Parêzer Sedat di daxwaznamêyê de xwest ku di derbarê kiryar Mehmet Hanîfî de biryara kontrola edlî bê betalkirin. Dadgehê piştî daxwaznameyê di derbarê kiryar Mehmet Hanîfî de biryara rakirina tedbirên kontrola edlî da.