Ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser medyaya dîjîtal a li dijî zarokan kampanya hat destpêkirin

Daneyên fermî û komeleyên mafên mirovan li Mexribê ku di warê parastina mafên zarokan de dixebitin, piştrast dikin ku diyardeya tacîza li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe. Ev bû sedem ku qêrîna qurbaniyan bilind bibe û parêzvanên mafên zarokan dest bi însiyatîfê bikin da ku vê diyardeyê çareser bikin.

HENAN HARIT
Mexrib - Ji bo hişyarkirina zarokan û dibistan û hawirdora malbata wan û her wiha aktorên cihêreng ên civaka sivîl, der barê metirsiya şîdeta li dijî zarokan û têkoşîna li dijî wê, pêngava yekem a kampanyaya neteweyî ya ji bo pêşîgirtina li şîdeta sîber û destdirêjiya dîjîtal li Mexribê di 4’ê Mijdarê de hat destpêkirin. Bi riya "Platforma Morocco Space Cyber Trust" a ku dê rê bide hemwelatiyên Mexribê ku bi ewlehî wêne û vîdyoyên îstîsmara zayendî ya zarokan li ser Înternetê hatine şandin rapor bikin. 
Ji bo parastina zarokan kampanya hat destpêkirin
Kampanyaya ku di bin dirûşma "Em hemû ji bo parastina zarokên xwe ji şîdeta sîber û tacîzê" tê organîzekirin, ji aliyê Navenda Mexribî ya Lêkolîn û Nûjenî bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê tê birêvebirin. Çend komeleyên ku di warê mafên zarokan û parastina zarokan de çalak in di vê kampanyaya ku heta dawiya meha Mijdarê berdewam dike, beşdar in û li ser torên civakî li ser zarokên ku rastî destdirêjiya cinsî hatine guhdarî dikin û şahidiyên cuda pêşkêş dikin.
Komeleya "Smile Reda" ku di Kanûna 2009'an de hat damezrandin û hewl dide li dijî xwekuştinê di nav ciwanên Mexribê de şer bike, yek ji komeleyên ku bi kampanyayê re guhdarî dike, ew jî bi riya guhdarîkirina zarokên ku mexdûrên îstîsmar û şîdetê yên  in. 
Xeta alîkariyê ya taybet
Rêvebera Giştî ya Komeleya "Smile Rida" Meryem Behrî ji ajansa me re diyar kir ku komele di pêla xwe ya yekem de beşdarî kampanyaya neteweyî ya ji bo pêşîlêgirtina şîdeta sîber û çewisandina dîjîtal dibe, ji bo hişyarkirina cîdiyeta vê cureyê şîdeta li dijî zarokan. Di heman demê de hewl dide ku di meha Kanûnê de kampanyayek din organîze bike da ku pêşî li tacîzên dîjîtal ên li ser zarokan bigre.
Meryem Behrî amaje bi wê yekê jî kir ku komele bi riya xeta alîkariyê ya taybet a bi navê "Bêdengiyê rawestîne" bangî xortên mexdûr dike da ku li wan guhdarî bike û talîmat û şîretan pêşkêşî wan bike. Her wiha ji wan re amûrên pêwîst peyda bike ji bo ku xwe biparêzin. Çavdêriya vê yekê jî guhdarên dilxwaz û perwerdekar dikin da ku alîkariya mexdûran bikin ku ji îzolasyona xwe derkevin û tirs an sûcdariya xwe derbas bikin.
“Li ser medyaya civakî peyamên tacîzkirinê yan jî tehdîtên bi telefonê her diçe zêde dibin”
 Wê destnîşan kir ku medyaya civakî bêserûber e ku hin kes bêyî destûr dikevin nava wê, çi bi riya şandina peyamên tacîzkirinê, yan jî bi riya telefonê, yan jî bi weşandina klîb û wêneyên pornografîk. Tacîzkar qurbaniyên li ser medyaya civakî wekî nêçîrek hêsan dibînin.
Meryem Behrî teqez kir ku diyardeya tundûtûjiya înternetê her ku diçe zêde dibe û ew bi dema ku ciwan li ser torên civakî derbas dikin ve girêdayî ye. Wê bal kişand ku di dema belavbûna koronayê de û serpêhatiya perwerdeya ji dûr ve û bêparkirina ciwanan ji pêkanîna hin çalakiyan li derve; vana hemûyan gihandina zarokan li hemberî şîdeta zêde kiriye. Wê got ku li ser bingeha anketek ku ji hêla komeleyê ve hatiye çêkirin ku heşt herêmên Mexribê di navbera salên (2019-2020) de vegirtiye, bi nimûneyek ji 1,200 beşdaran, diyar kir û dît ku ji sedî 28 ciwanên beşdarî anketê bûne dibêjin ku ew rastî bûyerên tundiya sîber hatine. Ango ji sedî 31.1 rasterast mexdûrên şîdeta sîber bûn.
Di 13 saliya xwe de li ser medyaya civakî ji hêla xortek ve hat xapandin
Di yek ji şahidiyên ku ji hêla komeleya "Smile Rida" ve di çarçoveya kampanyaya neteweyî ya "Em hemû ji bo Parastina Zarokên me ji Şîdeta Sîberî û Destdirêjiya Dîjîtal" de, keçek ku nexwest navê xwe eşkere bike, çîroka xwe ya bi destdirêjiyê re wiha vedibêje: "Dema ku ez 13 salî bûm, li ser medyaya civakî ji hêla xortek ve hatim vexwendin. Wî ji min re got ku ew 16 saliye. Piştî çend sohbetan, dawiya hefteyê wî ji min xwest ku ez wêne û vîdyoyan ji wî re bişînim. Roja din ez hişyar bûm û min dît ku wî ez asteng kirime û hesabê min li gel xwe jêbiriye. Paşê ez şok bûm ku wêne û vîdyoyên min ji hêla hemû xwendekarên dibistana min ve tên parvekirin. Rojên dijwar derbas bûn, rexne û heqaretên tund ji xwendekaran ji bo min dihatin."
Der barê berteka malbata xwe û çawaniya dê û bavê xwe de ji komeleyê re got: "Min biryar da ku ez ji bavê xwe re bibêjim, tevî ku gelek kesan li ser bersiva wan a tund min hişyar jî kirin. Min her tişt ji dayika xwe re got. Ez bextewar bûm ku diya min ji min fêm kir û hewl da min rihet bike û ji bavê min re bibêje. Piştî ku bavê min pê hesiya wî xwest ez dibistana xwe di sala li pêş de biguherînim. Heya du salan rewş baş diçû lê sala piştî wê careke din hin sûretên min li ser malperên tora civakî hatin belavkirin. Di vir de rêveberiyê lêpirsînek vekir û kesê ku wêneyê belav dikir hat dîtin û hemû şagirtên ku tê de bûn hatin cezakirin."  
Ji dayik û bavê xwe desteka derûnî girt
Keça ku ji aliyê komeleya "Smile Rida" ve hat pêşwazîkirin, di îfadeya xwe de wiha got: "Îro ez 18 salî me. Niha di sala yekem a zanîngehê de me û jiyana min baştir bûye, ew jî ji ber başiya dê û bavê min e, ji ber ku ji aliyê derûnî ve wan piştgirî dan min." 
Hêjayî gotinê ye ku komeleyên di warê mafên zarokan û parastina zarokan de çalak in, di nav de Komeleya Abnî û Komeleya Zehmetkêşan a Wekhevî û Hemwelatîbûnê jî hene, li ser medyaya civakî şahidiyên curbecur ên zarokên ku rastî tacîza zayendî hatine, kirin û rewşa wan şopandin.