Ji bo pêdiviyên teybet ên jinan kampanya hat destpêkirin

Li Lubnanê ji ber bihabûna hilberînên reglê, jin ji neçarî berê xwe didin alternatîfên cuda yên ku zerarê didin tundiristiya wan. Ji ber ku pedên ji bo dema reglê buha bûne gelek jin ji neçarî li alternafên din digerin

CAROLJÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Di Şert û mercên aborî û jiyanî yên dijwar de ku niştecihên Lubnanê tê de dijîn, jin û keç bi nebûna piştgiriya hilberînên reglê yên bihayê wan zêde ye, nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ev rewş dibe sedem ku gelek kes neçar bibin serî li alternatîfên din bidin. Ji ber vê  rêxistina "Fe male" hemleya "We xwîna me zuha kir" dest pê kir da ku ji rayedarên pêwendîdar bixwaze bacên li ser van hilberînna hilînin û piştgiriyê bidin wan.
Ji sedî 76 ji jin nikarin ji hilberînên reglê sûdê bigrin
Der barê hemleya "We xwîna me zuha kir" a di 14'ê Tîrmehê de dest pê kiriye, Rêvebera cibicîkar a şirketa rêxistina "Fe male" Aliya Awada ji ajansa me re axivî û got: "Me di rêxistina "Fe male" re petên tenduristiyê yên ji bo reglê ji jin û keçan re belav dikirin, destpêkê me girîngî dida wan jin û keçên ku di teqîna li Beyrûdê de zirar dîtibûn û me pêvajoya belavkirinê    berdewam kir heya em gihîştin deverên din ên Lubnanê."
Aliya wiha gotinên xwe berdewam dike; "Gava ku em daketin nav civakê, me hewcedariya lezgîn bi vê hilberînê hîs kir û me guh da gelek giliyên jin û keçan ên der barê vê mijarê de. Ji bo ku em mezinahiya pirsgirêkê bizanibin, me lêkolînek neteweyî pêk anî ku nûnertiya civakên ji Lubnan, Sûriye û Filistînê dike, ji me re xuya bû ku ev pirsgirêk pir mezin e û diyar bû ku rêjeya jin û keçên ku zehmetiyên gihandina hilberên reglê dikşînin ji sedî 76'e. Ji ber vê rêjeya mezin me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê biryar girt ku hemleyeke neteweyî der barê vê mijarê de dest pê bikin. Her wiha di destpêkê de em ê encamên lêkolînê belav bikin, piştre jî em ê hewl bidin zextê bikin da ku çareseriyên zû ji aliyê wezaretên pêwendîdar û hikumeta Lubnanê ve di vê çarçoveyê de werin dîtin."
"Em ji asta çalak a kampanyaya "we xwîna me zuha kir" matmayî man"
Der barê kampanyaya "we xwîna me zuha kir" de Aliya Awada dibêje: "Em bi mezinahiya çalakbûna li ser malperên tora civakî matmayî man. Me texmîn dikir ku ev mijar biçûk were dîtin lê bi rastî aktîvbûnek çêkir û heya ku ev mijar balê dikşîne ser kampanyayên ku ji hêla mêran ve hatine belavkirin da ku pêwîstiyên ji bo dema reglê ji jin û keçan re werin peydakirin."  
Aliya Awada der barê çêkirina jinan a petên qumaş de wiha dibêje; "Divê ku beriya her tiştî em bizanibin ev alternatîf bi tendirust e yan na. Ji ber ku alternatîfên ku bi tendurist nîn in bi keç û jinan re nexweşiyê çêdikin û bandorê li ser tenduristiya cinsî dikin. Ev yek jî gelek bi xeter e."
Buhabûna bihayê hilberînên reglê  
Der barê pirsa me ya li er bihabûna petên bi tendurist de Aliya Awada wiha dibêje: "Bihabûn ji sê qatî derbas bûye, hilberînên ku ji derve tên buhayê wan di navbera 66 û ji sedî 409 bilind bû lê petên xwecihî buhayê wan di navbera 98 û ji sedî 234 bilind bûye. Yanî bi vî rengî dayik û keça xwe bi hewceyî 120 lîreyên Lubnanê ne da ku karibin petan bo xwe peyda bikin." 
Der barê armanca hemleyê de, Aliya Awada dibêje; "Bi qasî dikarin em bi kesên pêwendîdar re dikevin têkiliyê. Her wiha cîgira di parlamentoya Lubnanê de Înaya Izedîn di komîteya jin û zarokan de kedek mezin dide da ku vê mijarê bişopîne. Ew hewl dide bigihîje hilberînên reglê û bi awayekî xwebeş li jin û keçan belav bike. Lê em di "Fe male" de wek çalakvan hewl didin bigihîjin çareseriyek dirêj ji ber ku em timî nikarin van hilberînan bi awayekî xwebeş belav bikin divê ku kara ji buhayê van hilberînan were sekinandin û bacên li ser wan were rakirin ji ber ku jin nikarin dev ji van petên bi tendurist berdin."