Ji bo kujerê Ayşe Tayurak biryara berdanê: ATK’ê nîşaneyên êrîşê paşguh kir

Serdozgeriyê der barê Adem Tayurak ê ku piştî mirina bi guman a Ayşe Tayurak li Farqînê hatibû girtin, biryara berdanê da. ATK'ê ku guh neda şopa lêdanê ya li pişt û stûyê Ayşe Tayurak, îdia kir ku tu delîlên tibi ku ew bi zorê hatiye darvekirin tune ye.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed –  Li Tirkiyeyê di nava 20 salan de bi hezaran jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, di demên dawî de mirina bi guman zêde bûye. Jinên ku piştî mirina bi guman destbi tevgerê dikin, balê dikişînin ser wê yekê ku li pişt her mirina bi guman rastiya cînayetê heye. Di encama lêkolînan de dema ku jin mafdar in, daraza ku têra xwe bûyerê lêkolîn nake, dikare ji bo gelek kiryaran biryara berdanê bide. Derbarê qetilkirina Ayşe Tayurak a 41 salî ku di 8'ê Hezîranê de li navçeya Farqînê ya Amedê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, duh biryara berdanê hat dayîn.
Zarokên wê gotibûn “Ne întîxare, cînayet e”
Dema Ayşe Tayurak 8'ê Hezîranê li metbexa mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin, zarokên wê bi gotina “Ne întîxare, cînayet e” bal kişand ser bavê xwe Adem Tayurak. Ji wan zarokan 2 yan gotin ku wan şahidî kiriye ku bavê wan şeva bûyerê ketiye hundirê malê, pişta diya wan derp kiriye û stûyê destê xwe xistiye situyê wê. Zarok û cinaran jî anî ziman ku Ayşe Tayurak bi awayekî sîstematîk rastî tundiya Adem Tayurak hatiye û du caran biryara durketinê hatiye dayîn. Ayşe ji ber  van tengaviyên xwe serî li saziyên jinan da û banga xwedîderketinê kir. Adem Tayurak piştî îfadeya saziyên jinan û îfadeya zarokên Ayşe Tayurak wek bersûcê cînayetê hat girtin û piştî rapora ATK’ê duh derbarê wî de biryara berdanê hat dayin.
Nîşaneyên lêdanê yên di muayeneya derve de hatin paşguh kirin
Tevî ku 6 meh derbas bûn rapora Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê li dosyaya lêpirsînê ku tenê girtinameya îfadeyan û rapora otopsiyê ya destpêkê tê de heye, hat zêdekirin. Di rapora 16 rûpelî ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Farqînê re hat şandin de, hat diyarkirin ku Ayşe Tayurak di encama darvekirinê de jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat destnîşankirin ku guherînên trawmatîk ên di muayeneya otopsiyê ya derve de ji ber taybetmendî û giraniya xwe nikarin bi serê xwe bibin sedema mirinê, hat diyarkirin ku ji bilî darvekirinê tu delîlên tibî ku kesê bi bandoreke trawmatîk miriye tune ye.
Di derbarê bi zorê hatiye darve kirin de tu delîlên tibî nehatiye ditin
Di dawiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber ku di encama otopsiyê de di nav tevna masûlkeya di bin têlê de li derdora stûyê kesê ekîmoz derketiye holê, di agahiya ku di dosyeya edlî de cih girtiye de hat diyarkirin ku çalakî dema ku ew sax bû ye pêk hatiye; dema ku kes li serşoya mala xwe, da bi stuyê wê pêçandi miri hat dîtin, têlema bilind di dora stûya de ekimoz di tevna masûlkeya li jêr de hat ditin, dîtinên mîkroskopî yên di organên hundurîn de, dema ku hawirdora ku cesed lê hat ditin û encamên lêkolina cihê bûyerê hat berçevkirin; bi yek dengî hat diyar kirin ku mimkune darvekirina ku bu sedema mirina kes ji aliyê wê ve hatine kirin û ti delîlên tibî ku bi zorê yan jî ji aliyê kesekî din ve hatiye darvekirin, nîne.”
Piştî raporê kiryar serbest hat berdan 
Serdozgeriya Komarê ya Farqînê di çarçoveya rapora lêkolînê de biryara berdana gumanbarê cînayetê Adem Tayurak da.