Ji bo jinan xebat çavkaniya hêz û piştevaniyê ye

Di qonaxa ketina bazara kar û domandina wê de, jin li Iraqê rûbirûyî astengiyan dibin ku ev yek dibe sedema neketina wan a bazara kar, an jî vekişîna wan. Di nav de sînorkirinên qanûnî, cudakarî ji aliyê kardêran, çewisandina li cihê kar û astengkirina tevgerê jî heye. Li gor amarên dawî, li Iraqê ji her sê jinan yek li cihên giştî rastî destdirêjiya devkî hatiye û ji her pênc jinan yek rastî destdirêjiya bedenî hatiye.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Jin li Iraqê di dema beşdarbûna xwe ya di bazara kar de rastî gelek astengiyên civakî û zagonî tên û bi xirabûna rewşa aborî û zagonên kar, jin di dezgehên taybet ên kar de rastî cudakariya li ser bingeha zayendî tên.
Li gorî amarên herî dawî yên hikûmetê ku ji aliyê Bankaya Cîhanî ve hatiye pejirandin, rêjeya jinên karker li Iraqê  kêmtirî ji sedî 15 ye ku kêmtirîn rêjeya jinan e li ser asta cîhanî ye.
Karmenda di depoya dermanan de Y.L dibêje: "Ev deh sal in ku ez li vir dixebitim û tevî dilsozî û pisporiya xwe jî ger ez bifikirim ku zarokek bînim, rastî gefan têm. Di heman demê de astengiyên din ên girêdayî şêwaza baviksalarî ya civakê li hemberî jinan hene. Di nav de hewldana danîna karên ku ji taybetmendiya min dûr in hene. Wekî mêvanperwerî û yên din, tenê ji ber ku ez jin im." 
Jin ji bo xebatê neçar in malbat na jî hevserên xwe îqna bikin
Gelek kardêr ji ber ducaniyê û zarokbûnê jinan ji karê wan derdixin, her çend di zagona kar a Iraqê de tu xalek ku bi taybetî dûrxistina jinan ji kar ji ber ducaniyê qedexe bike tune ye jî. Li gorî xala 11’an a Qanûna Kar, di kar de cihêkariya li dijî jinan tê qedexekirin li gorî xala 87’an, mafê jinan heye ku 14 hefte betlaneya dayikbûnê ya bi meaş bigrin. 
Lê ew dibîne ku tiştê jê re tê xuyakirin ji dozên din ên tacîzkirinê yan hilbijartina karmendek li ser bingeha modayê çêtir e û wiha dibêje: "Jin ji bo ku malbat an hevserê xwe qanih bikin ji bo xebatê, bi dijwariyek mezin re rû bi rû dimînin. Paşê ew bi civaka pargîdanî yan saziya ku tê de dixebite re rû bi rû dimînin da ku wan bi xwe û karê xwe îqna bikin û jin jî neçar in ku siyasetek guncav bişopînin da ku hurmetê bibînin.”
Li gel van hemû zehmetiyan jî Y.L di wê baweriyê de ye ku keda jinan ji bo wan çavkaniya hêz û piştevaniyê ye û divê dest ji vê yekê bernedin û di warê pisporiyê de şiyanên xwe bi pêş bixin.   
Li Iraqe jin rastî astengiyan tên
Di qonaxa ketina bazara kar û domandina wê de, jin li Iraqê rûbirûyê astengiyan dibin ku dibe sedema neketina wan a bazara kar, an jî vekişîna wan. Di nav de sînorkirinên qanûnî, cudakarî ji aliyê kardêran, çewisandina li cihê kar û astengkirina tevgerê jî heye. Li gor amarên dawî, li Iraqê ji her sê jinan yek li cihên giştî rastî destdirêjiya devkî hatiye û ji her pênc jinan yek rastî destdirêjiya bedenî hatiye.
Li aliyê din F.C perwerdekareke xwebexş e. Ya ku çend meh berê bi peymanek hatibû wezîfdarkirin. Çîroka wê bi tevahî cuda ye, ji ber ku êşa wê piştî qedandina fakulteya hunerê, beşa zimanê Îngilîzî dest pê kir. Hewldanên wê yên razîkirina birayên xwe ku di şîrketên taybet an jî saziyên beşa taybet de bixebitin, vala derket. Ligel dijwariya peydakirina kar, wê biryar da ku serî li vebijarkek din bide. Ew jî dersa belaş li dibistanek li nêzî mala wê ye da ku kar peyda bike û bi vî rengî dê pêşînî ji mamosteyên belaş re be, li gorî pergala ku bi salan di wezaretê de tê şopandin were dayîn. 
Piştî sê salan û piştî bangewazî û xwepêşandanên mamosteyên xwebeş li hin parêzgehên Iraqê, hat tayînkirin lê mûçeyên peymanê gelekî kêm in. 
“Hêza jinan, dema ku bi tena serê xwe hewl didin di jiyanê de gavan biavêjin derdikeve hole"
F.C dibêje: "4 sal, ez di pola xwe de yekem bûm û ji bo zimanê îngilîzî dilgiraniyek min a mezin heye ku min jêhatî dike, ez di saziyek girîng de karekî werger bigrim û meaşek xelatdar bistînim lê birayên min li ser min karekî ku ez jê hez nakim ferz kirin ku armanc û mebesta xwe tê de nabînim." 
Di heman demê de endezyara pêwendiyan B.M jî ji me re behsa kûrahiya xemgînî û êşa derûnî ya ku ew dikşîne kir û wiha got: "Piştî mirina hevjînê xwe ez winda bûm, nemaze ji ber ku ez jina malê bûm, ji ber vê yekê min hewl neda piştî qedandina xwendina xwe bi civakê re mijûl bibim û kar bikim. Li gorî baweriya malbata xwe ku cihê jinan mal e, ez tevdigeriyam. Lê piştî mirina hevserê min, min fêm kir ku hêza jinan, dema ku bi tena serê xwe hewl dide di jiyanê de gavan biavêje derdikeve hole."
“Ji ber birayên xwe nikarim biryara xebatê bidim”
Di berdewama axaftina xwe de wiha dibêje: "Ez di qonaxeke dijwar a jiyana xwe re derbas dibim ku tê de xwe dispêrim mûçeyê berevaniya civakî ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û wiha domand: "Ez nizanim zexta ku ez tê de dijîm çawa vebêjim, ji ber ku ji ber birayên xwe nikarim biryara xebatê bigrim û di heman demê de birayên min ji debara xwe ya hêja tiştên ku zarokên min hewce dikin nadin." 
Rapora Bankaya Cîhanî piştrast dike ku jin û keç bi hewceyî jêhatîbûnên rast in ku ji bo amadekirina ji bo derbasbûna bi awayekî serkeftî ji xwendinê ber bi kar ve. Lê belê rêjeya keçên ku xwendina xwe ya seretayî li Iraqê diqedînin tenê piçekî ji nîvî zêdetir e, li gorî sê çaryeka kuran. Di nav zarokên 13 salî de, ji sedî 80 kur diçin dibistanê. Li gorî rêjeya heyî ji sedî 40 keç diçin dibistanê.
“Xebat ji bo jinan gelek girîng e”
Li aliyê din rojnamevan û çalakvan Wassan Hafiz destnîşan dike ku kar piştgirî û hêza jinan e û divê dê û bav bibin bingeh ji bo ku jin piştî perwerdeyê derfeta kar peyda bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin ji ber nêrîna baviksalarî ya civakê rastî cudakarî û çewisandina di kar de tên, ji ber ku mêr hê jî wan tenê wek beden dibînin."
Wê teqez kir ku jin di pratîkê de bi ser ketine û xwe îsbat kirine û wiha got: "Nimûneyên serkeftinên jinan gelek in. Em jinan di cihên cuda yên rêveber, serkeftî û bi bandor de dibînin û ji bo vê jî pêwîstî bi hawirdoreke piştgiriyê heye wekî malbat û hevser."
Ger bav an birayek bixwaze keç an xwişka xwe biparêze divê pêşî bihêle ew xwendina xwe biqedîne û destûr bide ku ew bixebite da ku di jiyanê de zana û hişyar be bizanibe çi li derdora wê diqewime." 
Her wiha hebûna jinan di kar û warên cuda yên jiyanê de bi mêran re adetek çêdike ku cihêkarî û destdirêjiyê kêm dike û sivik dike û civakek saxlem diafirîne.