Ji bo dosya Garîbe Gezer a hatî qetilkirin biriyara neşopandinê
Ji bo dosya Garîbe Gezer a 9’ê Kanûnê di hucreya xwe ya li Girtîgeha Kandirayê de bi îşkence û tecawîzê hatî qetilkirin biriyara neşopandinê hat dayîn. Parêzeran balkişandin ser mijara neguhdarkirina şahidan û bigiraya hatî dayîn û diyar kirin ku ewê îtiraz bikin. Parêzeran bang li raya giştî jî kirin ku li ser vê mijarê baldariyê nîşan bidin.
Stenbol - Parêzerên di derbarê dosyaya Garîbe Gezer a ku li Hejmar 1 a Tîpa F ya Girtîgeha Kandrayê dima û piştî ku gardiyanan tecawizî wê kir û îşkenceya zayendî lê kirin bi awayê bi gûman di 9'ê Kanûna 2021'an de li hucreya di hat girtin bi awayê bi gûman mirî hat dîtin de civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hat dayîn de, parêzerên Garîbe Gezer Jiyan Tosun, Veysî Eskî, Berîtan Kalbîşen û Hevseroka Giştî ya Stnbolê Eren Keskîn amade bûn. Despêkê di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt.
“Dosyaya Gerîbe mîna dosyayên salên 90'î ye”
Eren keskîn, anî ziman ku di yekemîn hevdîtina xwe ya bi Garîbe de îşkence li wê kirine, li hucreyeke bi sûnger danîne û muameleya xirab lê hatiye kirin û wiha got: “Dosyaya Gerîbe mîna dosyayên salên 90'î ye Ev rêbazên di salên 90'î de di 12'ê Îlonê de hatin bikaranîn in. Lê heta sala 2005’an di qanûnê de hemberê wan tune bû. Bi saya têkoşîna jinan her çiqas têrê neke jî li dijî hin gotar hatin çêkirin. Garîbe ji bo vê têdikoşiya û ji me re îspat bike lê derbarê dosyayê de biryara bêşopandinê hat dayîn. Dozger delîl bi destên xwe nivîsandin. Axaftina Garîbe bi birayê xwe re diaxive û her tiştî jê re dibêje. Birayê wî dibêje nebêje, lê Garîbe her tiştî dibêje. Dozger jî van di dosyayê de dinivîse. Lê niha ji nedîtî ve tê."
Parêzera Garîbe Jiyan Tosun jî diyar kir ku wan ji dozger xwestine ku biçe hucreya bi sunger lêkolîn bike lê dozger li şûna vê yekê biryara neşopandinê derbarê dosyayê de dayê. Lê em ê vê hefteyê îtîrazê bikin."
“Me qeydên kamerayê xwestin”
Parêzer Berîtan Kalbîşen jî got, ew çûye Girtîgeha Kandrayê, xwe gîhandine agahiyên di dosyayê de û berdewam kir, "Me qeydên kamerayê xwestin. Gotin hemû di dosyayê de hene lê dema min lê nêrt tenê qeyda deng û rapora mirovê zana hebû. Min got qeydên kamerayê tune ne lê destûr nedan ku ez bikevim odeya dozger û diyar bû ku hin tişt vedişartin. CD ya ku dibêjin şikestiye jî tu girtek derbarê wê de neahtine girtin û tenê dîmenê ku 2 deqe berdewam dike heye."
Parêzer Veysî Eskî jî da zanîn ku piştî mirina Garîbe di 9'ê Kanûnê de dosyaya tacîz û êrîşa zayendî dest pê kir û wiha got: "Dozger îfadeya şahid Denîz Tepelî digire. Denîz Tepelî dixwaze li ser sûcê kuştin û êrîşa zayendî îfade bide. Dozger muameleya xerab li Denîz Tepelî dike. Nahêlê ku Denîz jî pirsan bike. Denîz dibêje di van şert û mercan de ew nikare îfade bide. Paşê dozger bêyî ku bi Deniz bişêwire, derbarê dosyayê de biryara bêşopandinê dide. "
Tê diyarkirin ku bêyî girtina îfadeya şahidê herî nêzî Garîbe cihê vê bêşopandinê nîne. Denîz Tepelî ji bo îfadedayînê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em ê îtîraz bikin, lê di girtîgeha Kandirayê de girtiyên ku di rewşa Garibe de ne zêde ne. Girtiyên wekî Seher Orçu, Husna Kiliç bi tena serê xwe di hucreyê de dimînin.”