Ji bo Aslan Karakaş ê ku Emîne qetil kir ji 2 sûcên cuda ceza hat xwestin

Der barê Aslan Karakaş ê ku li Bismilê Emîne Karakaş a ku ku hewl da bi zorê pê re bizewice qetil kir û xwişka wê ya mezin Munevver Karakaş a ku alîkariya wî kir mutala hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di 4'ê Sibata 2021’ê de li navçeya Bismila Amedê Aslan Karakaş ê 34 salî, Emîne Karakaş a 16 salî ku dixwest pê re bi zorê bizewice bi çekê birîndar kir. Emîne Karakaş a ku piştî êrîşê bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 138 rojan jiyana xwe ji dest da. Kiryarê bûyerê Aslan Karakaş ê ku 161 rojan fîrar bû, di 15'ê Tîrmehê de teslîm bû piştî îfadeya wî li midûriyeta polîsan hat girtin, şandin girtîgehê. Di darizandina ku piştî lêpirsînê hat destpêkirin de dozgeriyê mutala xwe eşkere kir. Serdozgeriyê xwest bersûc Aslan Karakaş û Munevver Karakaş a ku alîkariya bersûc kiriye bi sûcê "kuştina zarok a bi zanebûn” bên cezakirin. Piştî ku daxwaz li dosyayê hat zêdekirin, danişîna biryarê ya dozê dê di 18'ê Gulanê de bê dîtin.

Serdozgeriyê xwest bersûc ji du sûcên cuda bên cezakirin

Di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de, hat xwestin ku kiryar Aslan Karakaş û Munevver Karakaş a ku hat tesbîtkirin di bûyerê de bi pêşîgirtina wesayîda ku gule lê hat barandin alîkariya kiryar kiriye dê bi cezayê muebetê bên darizandin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 25 gule li wesayîda hatiye gulebarankirin û 3 jê ji van ji li Emîne Karakaş ketine. Di encama danişînên piştî îdianameyê hatin kirin de, dozgeriyê der barê dosyayê de mutala xwe pêşkêşî dadgehê kir. Di mutalayê de ji bo bersûcan ji ber kuştina Emîne Karakaş a bi îdiaya "Kuştina zarok a bi zanebûn" û ji bo 3 kesên di wesayîdê de birîndar bûbûn de jî bi îdiaya" Hewldana kuştinê ya bi zanebûn"ceza hat xwestin. Bersûc dîsa ji ber veşartina çekê dê cezayek cuda jî bigre.

Dayika wê ji ber gefan ji gund koç kiribû

Dayika wê Nurcan Karakaş par ji ber gefên kuştinê yên kiryar, neçar ma ji gundê xwe koçî bajarekî din bike. Nurcan Karakaş a ku ji bo keça xwe ya hat qetilkirîn di her fersendê de banga dikir, beriya darizandinê ji ajansa me re wiha goti bû: “Divê kiryar bi awayekî herî giran bê cezakirin. Keça min biçûk bû, wan ew kuştin. Cezayê wî çi be bila bikşîne. Ez wek dayikek tenê edaletê dixwazim. Keçek min çû ji bo tiştek bi yên din neyê, ez neçar mam dest ji gund û mala xwe berdim.” Danişîna biryarê ya darizandinê dê di 18'ê Gulanê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.