Ji bo 33 jinan banga çuna ber Edliyeya Enqerê

Koma Kampanya ya Enqereyê di daxuyaniya ji bo Peymana Stenbolê dan de ji bo jinên ku sala çûyî ji bo peymanê çalakî kirin û tundî li wan hat kirin ku derbarê wan de doz hat vekirin de jî banga tevlibûna dozê kirin.

 
Enqere - Koma Kampanya Enqeryê ya Peymana Stenbolê, bi civîna çapemeniyê ku li Mor Mekan li dar xist avabûna xwe ragihan. Di civîna ku gelek rêxistinên jinan tevli bûn de pankarta, "Peymana Stenbolê ya me ye, nayê darizandi" hat vekirin. Metnê daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Demê ya  Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Melek Aşir ve hatxwendin. 
Melekê bi bîr xist ku Peymana Stenbolê di 20'ê Adarê de ji aliyê Serkomar Recep Tayyîp Eerdogan ve hat fesihkirin û piştî wê hem li qada neteweyî û hem jî li ya navneteweyê bertek zêde bûn. Melekê got ku ew di 5'ê Tebaxa 2020'î de li Enqereyê li Qada Kolejê bi dirûşma "Peymana Stenbolê dide jiyîn" hatine gel hev û tundiya ku dewletê kir bi bîr xist. Melek wiha got, "Jinên ku ji bo mafê jiyanê daketin qadan dewletê li wan da û 33 jin hatin binçavkirin. Derbarê hevalên me yên ku tevli çalakiyê bûn de bi sûcdariya " Li dijî qanûna xwepêşandan û meşê derketine" doz hat vekirin û ji hevalên me re ji salekê heta 3 s alan cezayê girtîgehê hat xwestin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevli daneşîna hevalên me ya wê li Edliyeya Sihiyeyê di 7'ê Hezîranê de bêdîtin bibin."
Melekê diyar kir ku ew ê di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de fesihkirina peymanê bê teqezkirin û got, " Em ê jin li dijî vê pêkanînê xwe birêxisitn bikin. Em îro mêrê ku pergalê afrandiyê em di têkiliyên mafya -dewletê de dibînin. Dixwazin jinan bi awayê kiryar ne diyar ên vê serdemê tune bikin. Lê kiryar diyar in: Polîs, daraz, dewlet û serkomarê 12'emîn e. Em tên ku hesap ji kesên me ew teşîr kirine bipirsin. Em bang li jinan dikin ku di 1'ê Tîrmehê de jiyanê rawestînin û li Peymana Stenbolê xwedî derkevin."