Jannat Al-Ghazî: Zewaca ne fermî mafên jin û zarokan ji wan digre

Bi şopandina dosyayên zewaca zarokên temenê wan biçûk ên ne fermî ku di bin temenê 15 salî de ne û ji destdana mafên hejmareke mezin ji jinên zewicî yên ku nehatine îsbatkirin, rêxistin û çalakvanên jin ên li Iraqê kampanyaya ji bo redkirin û şermezarkirina binpêkirina mafên jin û zarokan didomînin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Çalakvana femînîst Jannat Al-Ghazî dibêje ku zewaca li derveyî dadgehan qaçaxkariya mirovan e, ji ber ku ev yek dibe sedema windakirina mafên jinan û mafên zarokan di îsbatkirina nasname û mafên wan de û wiha domnad: "Daîreyên ku zewacê tesdîq dikin hene lê ew karê xwe ji bo temamkirina fermîkirina peymana zewacê nakin û piştî mirina hevser, mafên jin û zarokan ji destên wan diçin."
Jannat Al-Ghazî dibîne ku tawaneke mezin li dijî zarokan tê kirin, dema ku ew bi fermî nehatibin tomarkirin û belgeyên nasnameyê tunebin ku rê bidin wî wekî hemsalên xwe li dibistanê tomar bike. 
Ji aliyê din ve, Jannat Al-Ghazî dibîne ku hin mêr di zewaca li derveyî dadgehê de riyekê dibînin ku bigihîjin daxwaza xwe ji jinan û paşê jî bi heman awayî bêyî ku berpirsyar bin yan jî mecbûr bin ku mafên jinan bidin, wan berdidin. Ji ber vê yekê, zewaca li derveyî dadgehê yek ji sedemên sereke yên hevberdanê ye. 
Jannat Al-Ghazî pêşniyar dike ku zewaca di ofîsên qanûnî de dibe gava duyemîn piştî ku zewac di dadgehê de hat tomarkirin ji bo ku mafên xwe misoger bikin. Ji aliyê din ve, ew dibîne ku zewaca keçeke 11 an 15 salî bi kesekî 25 an 35 salî re pirsgirêkek mezin e ku ji bo keçikê di dawiyê de bi telaq û pirsgirêkên derûnî diqede.
Zilamên ku bi zanîn zewacên fermî nakin piştî demekê bê sedem hevjînên xwe berdidin
T.A. yek ji jinên ku li derveyî dadgehê zewiciye û îro 33 salî ye û dayika du zarokan e, dibêje ku ji 5 sal berê ve ew bi yek ji xizmên xwe yê ku hevjîna wî wefat kiribû re zewiciye. Ji ber ku zewaca wan fermî nebû mêrê wê piştî çar salan ew berda. Wê mafê xwe bi dest nexist û zarok bi fermî nehatin qeydkirin û îro jî belgeyên wan ên nasnameyê nîn in.
Ew dibêje ku bi baweriyek baş difikirî û nizanibû mijar dê bigihîje vê astê û wiha got: "Wî ji min re got ku peyman dê di demeke kurt de were qanûnîkirin û min girîngî neda mijarê heya ku zaroka min çêbû. Bi hinceta ku ew bi kar re mijûl e, tomarkirina wî paş xist û paşê zarokek min ê din çêbû lê dîsa heman encam bû. Tiştê ku wî ji qeydkirina zewacê rehet kir ew bû ku min zarokên xwe li gel hemşîreyek li bijîşkgeheke taybet diwelidand."
Der barê sedema taloqkirina zewaca fermî ya hevserê xwe yê berê de jî got ku hinceta wî ecêb û nebawer e, naxwaze zarokên min bi zarokên ji hevjîna wî ya yekem re mîras bigrin, bi hinceta ku ew ji wan ditirse piştî mirina dayika wan. Wê  teqez kir ku tişta qewimî bû sedema pirsgirêkên malbatî û mesele bi telaqê bi dawî bû lê ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên zarokên xwe ji bo bidestxistina belgeyên fermî serî li dadgehê da.
Di 14 saliya xwe de bi hevalê mamê xwe re hat zewicandin
Li aliyê din A.K. ya 28 salî û mexdûra zewaca di temenê biçûk de got ku ew di 14 saliya xwe de bi hevalê mamê xwe re weke jina duyemîn zewiciye. Di encama destdirêjiya wê ya berdewam de, ew reviyaye û çûye cem polîsê civakê û dikaribû hevberdanê pêk bîne. Der barê bandora bûyerên li ser jiyana wê de jî dibêje: "Ez ciwan bûm û min wateya zewacê nizanibû. Ji nişka ve min xwe bi zilamekî kal, tevlihev û nexweş re zewicî dît ku tundî û hovîtî li min dikir her wiha ez ji aliyê kurên wî ve jî rastî tundiyê dihatim."
Li ser roja zewaca xwe, wiha got: "Meleyek anîn ku ji pişt perdeyê ji min re got: "Tu dipejirînî?" Min ji bilî erêkirinê nedikarî tiştek bibêjim. Wî ez nedîtim û temenê min ji min pirs nekir û heta negot pirsgirêkên te yên tenduristiyê hene yan na. Ew dihesibîne ku ya tê de derbas bûye, ezmûna herî dijwar e di jiyana wê de û ew hêvî dike ku ev yek neyê serê keçên din û dexwaza zêdebûna temenê zewaca zagonî ji bo 18 salan dike digel cezayê zewaca li derveyî dadgehê.
14 sal in çalakvana mafên jinan e
Hêjayî gotinê ye ku dozên bi vî rengî û yên din serî li Rêxistina Azadiya Jinê didin û bi awayekî nepenî, piştgirî, parastin, rehabîlîtasyon û hişyarî bi wan re tê kirin û ev jî beşeke ji xebata çalakvana femînîst Jannat Al-Ghazî ye.
Jannat Al-Ghazî zêdetirî 14 sal in di warê mafên jinan de çalakvan e, di riya wê re nameyên spasî û pêzanînên rêxistinên herêmî, Ereb û saziyên navdewletî wergirtine, di nav de xelata Navdewletî ya Jinên Wêrek ku ji aliyê Wezareta Derve ya Emerîkayê ve di sala 2017’an de ji ber bizavên wê yên di parastina mafên jinan û beşdarbûna wan bi alîkariya zêdetirî 500 jinan ku penageheke ewle ji jinên destdirêjî li wan hatiye kirin re peyda dike.