"Her kesê ku jinan neparêze û tedbîran negre kiryarê kuştinê ye"

Parêzer Fazilet Taştan Arserîm bal kişand ku li Rihayê bûyerên kuştina jinan û mirina bi guman zêde bûne û wiha got: “Qetilkirina jinan û bûyerên şîdetê ne bûyerên ferdî ne. Ew bûyer bi nêrîna civak û mêran a li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê kuştina jinan polîtîk e. Her kesê ku jinan neparêze, tedbîran negire û êrîşî mafên wan ê jiyanê bike kiryarê kuştina jinan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Li Tirkiyeyê mirina bi guman, şîdeta li ser jinan, kuştin, tacîza zayendî, destavêtin û xwekuştin roj bi roj zêde dibin. Ji bo vê rewşê ne hikûmet tedbîrên pêwîst digre ne jî dadgeh cezayê ku heq dikin didin sûcdaran. Bi Biryarnameya Serokomariyê, kişandina ji Peymana Stenbolê ku xeta jiyanê ya jinan e, bû sedem ku êrîş hîn zêdetir bibin. Di 19 salên dawî de bi hezaran jin hatin kuştin, meha Îlona borî 26 jin hatin kuştin û 19 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
"Divê mirina bi guman bê lêpirsînkirin”
Li Rihayê ku kuştina jinan û mirina bi guman a jinan ji rojevê dernakeve, di meha Îlonê de 1 jê zarok 3 jin hatin kuştin, jinek jî bi awayekî bi guman ji banê xaniyê xwe ket û bi giranî birîndar bû. Cîgira Seroka Baroya Rihayê û Koordînatora Navenda Mafên Jinan Parêzer Fazîlet Taştan Arserîm diyar kir ku ji derveyî hejmara heyî, bêhejmar bûyerên şîdetê hene ku hejmara wan negihîştiye destên wan û divê lêpirsîn bi awayeki bi bandor li ser windakirin, mirin, şîdet û mirina bi guman, bên kirin.
"Her kesê ku tedbîran nagire kiryar û sûcdar e" 
Fazîlet Taştan Arserîm ku axaftina xwe bi işaretkirina Peymana Stenbolê dest pê kir, bal kişand ku bi rakirina peymanê re bûyeren şîdeta li dijî jinan zêde bûne û anî ziman ku bi bidawîbûna peymanê re, qanûnên heyî ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan têrê nakin, bang kir ku biryara hatiye girtin bê betalkirin. Fazîlet Taştan Arserîm, diyar kir ku di rewşa heyî de şîdeta mêr rewa bûye û got; “Vekişîna ji Peymana Stenbolê şîdeta cihêkar a zayendperest û şîdeta mêr rewa dike. Şîdeta li dijî jinan ku binpêkirina mafên mirovan e, nayê astengkirin. Kuştina jinan û bûyerên şîdetê ne bûyerên ferdî ne. Ew bûyer bi nêrîna civak û mêran a li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê kuştina jinan polîtîk e. Her kesê ku jinan neparêze, tedbîran negire û êrîşî mafên wan ê jiyanê bike kiryar û sûcdarê kuştina jinan e.”
"Divê hevkariyek piralî hebe" 
Fazîlet Taştan Arserîm destnîşan kir ku li Rihayê di demên dawî de xwekuştina jinan, qetilkirin û îstîsmara zarokan zêde bûye û diyar kir ku ji bo hesasiyet û hişmendiya civakê ya li ser vê mijarê zêde bibe divê hevkariyek piralî were kirin. Fazîlet Taştan Arserîm, diyar kir ku ji bo çareserkirina zehmetiyên ku jin di civakê de dikşînin pêwîst e di demek kurt de bikevin nava tevgerê û got; “Perspektîfa civakê ya li ser jinan li ser bingeha zayendê ye. Wekheviya zayendî prensîba herî girîng e ku di dema amadekirin û bicihanîna qanûnan de divê were hesibandin. Sedema herî mezin a berdewamiya mirina bi guman a jinan nebûna lêpirsînên bi bandor û bicihneanîna qanûnên bi bandor e.”
"Divê daraz cezayên bi bandor bide" 
Fazîlet Taştan Arserîm ku xwest kiryar bêtir cezayên bi bandor bigrin, axaftina xwe wiha domand: “Şîdeta li ser jinan bûye sîstematîk û cureyên şîdetê bi hev re tên sepandin. Jin bi hestên hovane tên îşkencekirin û kuştin. Em dibînin ku pakêtên darazê pêşî li binpêkirina mafên mirovan nagirin û bêcezakirinê tînin. Divê şîdeta li dijî jinan û kuştina jinan bê astengkirin û di rewşên mirina bi guman, windakirin û xwekuştinê de lêpirsînên bi bandortir werin kirin. Pir girîng e ku hemû aliyên pêwendîdar di warê pêşîlêgirtin, parastin, lêpirsîn, cezakirin û siyasetê de beşdarî pêvajoyê bibin."
"Karê me dê xurtir, têkoşîna me mezintir bibe" 
Fazîlet Taştan Arserîm diyar kir ku baroyê der barê bûyerên şîdet û mirinê yên li bajêr de serî li navenda mafên jinan daye û wan piştî serlêdanê pêvajoya dadgeriyê daye destpêkirin û ji bo kiryar bên darizandin têkoşîna wan berdewam dike. Fazîlet Taştan Arserîm di dawiyê de wiha got: “Me serlêdanên sûc, daxwazên tedbîr û parastinên pêşîlêgirtinê û serlêdanên ku ji bo em beşdarî dosyeyên dozê bibin girt  şopand û heta niha jû didomînin. Em dozên ku em tê de ne û çavdêr dikin, ji bo di pêvajoya dadrêsî de bi bandortir bimeşin bi hevkariya endamên me yên navendî, dişopînin. Digel ku der barê qebûlkirina daxwazên destwerdanê ji hêla baroyan de qanûn û peymanên navneteweyî jî hene, tên redkirin divê ji bo were qebûlkirin der barê pejirandina daxwazan de sererastkirinên dadrêsî bên kirin. Bi beşdariya hevrêyên me yên li ser bingeha wekheviya zayendî, karê me wê xurtir bibe û têkoşîna me mezin bibe.”
Navê jinên di meha Îlonê de li Rihayê hatine qetilkirin wiha ne:
* Hediye Tokay a ku li navçeya Eyyûbiyeyê dijiya, di 30'ê Tebaxê de ji aliyê hevserê xwe Ahmet Tokay ve hat îşkencekirin û qetilkirin.
*Aysel Çelîk a 18 salî di 2'ê Îlonê de di kanala avdanê ya li taxa Kubik a navçeya Bozovayê bi awayekî guman mirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku Aysel Çelîk ji ber ku zanîngehê qezenc nekiriye xwe kuştiye.
* Di 2'ê Îlonê de, Raziye Z. a 21 salî, li navçeya Halîliyeyê bi awayekî bi guman ji cihekî bilind ket û bi giranî birîndar bû.
* Şeva 2’ê Îlonê, Amara Dwla ya 13 salî ya ji Sûriyeyê li navçeya Eyyûbiyeyê, ji ber ku zewaca ferzkirî qebûl nekir ji aliyê bavê xwe Mihemed Dwla ve lêdan xwar û hat şewitandin.