Gurbet Fîda ya hatî qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkence ditiye!

Di rapora otopsiya pêşî ya Gurbet Fîda ya ku li Licê ji aliyê Alî Fîda ve hat qetilkirin de, hat tespîtkirin ku li cihên cuda yên laşê wê şop û birîn hene. Parêzerên ku dosya lêkolîn kirin, bal kişandin ser Gurbet Fîda ya beriya ku bê qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkencekirin û diyar kirin ku ji bilî kiryar, divê kesên ku tevlî sûc bûne bên tespîtkirin û dosya bi berfirehtir were lêkolin kirin.

MEDİNE MAMEDOGLU  
Amed- Gurbet Fîda ya 21 salî, ku li taxa Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê dijî, di 13’ê Îlonê de ji aliyê Alî Fîda yê ku pê re zewicî bû, bi çekê hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Alî Fîdayê ku piştî qetilkirina Gurbet Fîda xwe îxbar kiriye, piştî ku ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê. Di rapora otopsiyê ya ku di çarçoveya lêpirsînê de di nav dosyayê de cih girt, hat hînbûn ku di cihên cuda yên laşê Gurbet Fîda de şop û birîn hene.
Beriya ku bê qetilkirin hatiye desteser kirin
Di nava agahiyên di dosyayê de heyî Gurbet Fîda di 17 saliya xwe de zewicî bû û zarokek wê hebû, roja ku hat qetilkirin di mala wê de çanteyek hati amadekirin hebû. Digel ku îdîa hene Gurbet Fîda berî were kuştin li mala xwe hatiye desteser kirin girtin, dîtina şîdetê di rapora otopsiyê de bi van îdîayan xurt dike. Hat hînbûn ku Alî Fida yê guleya çeka nêçîrê li situyê Gurbet Fîda dayî û ew qetilkirî li emniyete bi şêweyê bûyer bi şaştî çêbûye daye îfade daye.  
Parêzer: Belge hene ku, diyar dike wê şîdet dîtiye 
Parêzerên ku lêkolîna dosyayê kirin ev agahî bi ajansa me re parve kirin: “Gurbet zarokek 17 salî zewicî bû, dema di 13’ê Îlonê de hat qetilkirin 21 salî bû. Agahî hene ku Gurbet berê dixwest derkeve, gelek caran hewil da û di ziyareta xwe ya dawî de bi darê zorê anî malê, paşê ew 15 rojan bi darê zorê li malê hat girtin, îşkence lê hat kirin û piştre hat qetilkirin. Belgeyên berbiçav hene ku vê agahiyê piştrast dikin. Mînak, di rapora otopsiya pêşîn de daneyên girtina wê ya bi zorê hene. Dîsa, di îfadeyên hem kesên gumanbar û hem jî zana de, hate gotin ku Gurbet gelek caran hewil da ku derkeve, tayîbetî jî roja hat kuştin hewl dida ji malê derkeve. Di derbarê derketina Gurbet a ji malê û awayê vegera wê ya malê de nezelaliyek heye. "
"Şopên li ser bedena Gurbet nehatin şopandin" 
Parêzerên ku dema dosyeya lêpirsînê lêkolîn kirin, diyar kirin ku gelek danûstandinên kêm hatine tespîtkirin û ev tişt lê zêde kirin: "Mînak, dozgerî şopand ku şopên li ser laşê Gurbetê çawa çêbûne û lêkolîn nehat kirin ka çima û çawa ew anîne dema Gurbet gelek caran ji mal derketibû vegeriya malê. Di dosyayê de bûyer wekî ku xuya dike, tenê nîqaşek derbas bûye û weke ku bi qezayê hate qetilkirin li bûyerê nêrîn.”
"Tevî hemû tespîtan, îfadeya sûcdar têrker hatiye dîtin" 
Parêzerên ku dibejîn bûyer ne qeza ye û sûcdar bi mebesta kuştinê yekser êrîş kiriye wiha gotin; “Tevî hemû tespîtan jî îfadeya sûcdarê îdîa kir ku wî 'bi şaşîtî' çek teqandiye, têrker hatiye ditin û şahidê bûyerê nehate xwestin. Tevî ku di kuştina Gurbet de plansazî û zordariya pêşîn hebû, lêpirsîn tenê ji bo sûcdarê kuştinê berdewam dike û ji bo tespîtkirina beşdarên sûc jî tu doz ne hatşye vekirin. Lêkolînek berfireh a dosyayê dê hemî aliyên bûyerê eşkere bike.”