Gulseren Yolerî: Êdî kûştina girtiyan mijara gotinê ye

Seroka Komaleya Mafên Mirovan a Şubeya Stenbolê Gulseren Yolerî, rewşa Aysel Tugluk û girtiyên nexweş nirxand û got; “Êdî kuştina girtiyan mijara gotinê ye.”

 
ELÎF AKGUL
Stenbol – Rewşa girtiya siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ji Kanûna 2016’an şûnde li Girtîgeha Tîpa F ya Nimara 1 a Kocaelî tê girtin û nexweşiya demansê pê re heye, berdewam dike. Rûxmê daxûyaniya 68 rêxistinên civakî yên sîvîl a “ji hemû encamên neyînî yên dibe ku derbarê tendûristiya Aysel Tugluk de pêş bikeve, meqamên edlî û îdarî yên rapora ‘nikare li zindanê bimîne’ ji nedîtî ve tên wê berpirsiyar bin...Em careke din bang dikin ku hemû rayeradên îmzeya wan di vê pêvajoya bê hiqûqî ya pê tê jiyankirin de heye, li gor hiqûq, zanist û wijdanê tevbigerin; bibîr dixin ku ji bo Aysel Tugluk li nêvengê gûncaw de tedawiya xwe berdewam bike bi awayekî lez divê bigihe azadiya xwe û banga xwe ya piştevaniyê nû dikin” jî, biryara tehliyekirinê nehat dayîn. Seroka Komaleya Mafên Mirovan a Şubeya Stenbolê Gulseren Yolerî ya ji ajansa me re axifî, banga xwe ya ‘bi awayekî lez tehliyekirinê’ ya ji bo Aysel Tugluk dûbare kir. 
Derfetên heyî nexweşiyan zêdetir dike
Gulsere Yolerî destnîşan kir ku rewşa Aysel Tugluk di nav de dijî ji nêz ve bi rewşa girtiyên nexweş ve girêdayî ye û got: “Him şert û mercên li girtîgehan ên ji bo zêdebûna nexweşiyan gûncaw in, him jî piştî derketina nexweşiyê hebûna pirsgirêkên cidî yên gihandina tedawiyê û gihandina tendûristiyê; him jî di warê nexweş ketina hîn bêhtir girtiyan de derfet dide avakirin, her wiha dibe sedem ku nexweşiyên pir bihêsanî dikare were dermankirin bi awayeke lez pêş de biçin û heta bigîhin rewşek metirsîdar.”
Divê bi lez werin berdan”
Gulseren Yolerî got; “Em dibînin ku ji ber sedemên hêsan însan diçin mirinê, bi demê re çawa ew nexweşî digîhin rewşekî êdî nayê dermankirin an jî digihin rewşeke kuştinê”  û di berdewamiya axiftinên xwe de wiha got; “Aysel jî mîna gelek girtiyên din ên nexweş, girtiyeke ku ger li girtîgehê bimîne dê tendûristiya wê bi awayekî lez xirab bibe û berdewamkirina jiyana li girtîgehê zehmet bûye, ye. Ji lewra divê were berdan. Ev di sê aliyan de girîng e. Divê mîna hemu girtiyên nexweş gihaniya dermankirinê were pêkankirin, mafên wan ên jiyanê were parastin, berdewamkirina jiyanek li gor rûmeta mirovahiyê pêkan bibe.”
Gulseren Yolerî ya got: “Girtiyên nexweş ên nikarin bizanibin ku ew li girtîgehê ne hene” û destnîşan kir ku ji ber ev girtî nizanin ka li ku derê ne, çawa hatine girtin nikarin pêdiviyên xwe yên takekesî yên jiyanî jî pêk bînin. Gulseren Yolerî got: “Dewlet û rayedarên berpirsiyar in ku jiyanek li gor rûmeta mirovahiyê pêkan bikin, divê girtiyên nexweş ên di vê rewşê de serbest berdin.” 
“Berpirsiyartiya wezaretan heye”
Gulseren Yolerî ya daxwaza azadiyê ya ji bo tevahî girtiyên nexweş dûbare kir wiha berdewam kir; “Him di parastina mafên tendûristiyê de bi awayekî pir zelal berpirsiyartiya dewletê û ji lewra berpirsiyartiya îdareyên girtîgehan, nexweşxaneyên ku serlêdana girtiyan digre û bê guman berpirsiyartiya Wezareta Edaletê û Wezareta Tendûristiyê heye. Rûxmê vê jî em behsa astengkirina vê mafê dikin. Ya rast em pêvajoyekî ku bi berpirsiyartiyek hevpar mafên jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin, dikin. Divê ev mijar êdî weke kûştina girtiyan were penasekirin. Em behsa vê yekê dikin ku ji ber wendahiyên jiyanî nayê astengkirin, wendahî tên jiyîn. Li vê derê êdî cinayetên girtiyan mijara gotinê ye”.