‘Guhertina zagona 188’an dê jiyana jin û zarokên keç bixe xeteriyê’

Çalakvan û parêzavanên mafên mirovan ên herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşanî pêkanîna zagona hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê dan. Parêzer Nîgar Omer got: “Guhertina zagonê wê bibe sedema tarîkirina jiyana jinan.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Partiyên Şiî yên Iraqê ji bo hinek guhertinan di Zagona Kesane de bikin pêşniyarên zagonî kirin. Pêşnûmeya zagonê di civîna 24’ê Tîrmehê ya Parlamentoya Iraqê de hat pêşniyarkirin, di pêşniyarê de hat xwestin ku temenê zewacê ji 18 salî dakeve 9 salî. Ev yek rastî nerazîbûnan hat û biryar bêyî ku were xwendin ji rojevê hat derxistin. Pisporên hiqûq û zagonê diyar dikin ku ev guhertin mafên bingehîn ên jiyanê yên jin û zarokan binpê dike û ev yek dê rê li ber tundiyê veke. Bertekên çalakvan û parêzavanên mafên jin û zarokan li dijî vê pêşniyarê her roja ku diçe zêde dibin.

Parêzer Nîgar Omer diyar kir ku hebûna zagonê û pêkanîna wê ji aliyê hemwelatiyan ve hev nagire û got: “Li dadgehan biçûkxistina jinan berdewam dike. Bi riya anîna jina duyem, bêyî agahiya jina yekem û piştre bê daxwaza jinê vegera wê ya li gel hevjînê wê. Her wiha guhertina zagona hejmar 188 a sala 1959’an, di zagona Iraqê de dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên jin û zarokan. Di zagona 188 a Iraqê de valahiyek mezin a zagonê li dijî jinan heye. Hewldana Şiî yan ya pêkanîna zagonê wê pirsgirêkên civakê û zêdebûna pirsgirêkên malbatan li dadgehan zêde bike.”

‘Guhertina zagonê dê bibe sedema binpêkirina mafên jin û zarokan’

Nîgar Omer der barê pêşniyara zagonê de wiha got: “Li Iraqê bihêzbûna Şîiyan bûye sedema vegera zagonên ku mafên jinan binpê dikin. Armanca wan ew e ku jinên nezan, nexwendî û bê fikir ava bikin û bê perwerde bihêlin. Rewşa Iraqê ber bi mezheba Şiî ve diçe. Bandorbûna fikrên mezhebê Şiî dibe sedema binpêkirina mafên jinan li Iraqê. Di bendên destûrê de girîngî didin rêzgirtina ji bo mafên mirovan. Lê belê ger zagona hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê li gorî pêşniyara Şîiyan were pêkanîn wê bibe binpêkirina mafên jin, zarok û mirovan. Li gorî zagonê piştî hevberdana hevjînan mafê girtina zarokan ê dayikê ye lê belê bi pêkanîna zagona sala 1959’an a Iraqê hebûna vê mafê wê ji dayikê were girtin. Hilweşîna malbatê sedema xirabûna derûniya zarok e lê belê bi vê pêşniyarê rasterast piştî hilweşandina malbatê, zarok ji dayikê tên dûrxistin û bav zarok xwedî dike. Ev yek jî wê bibe sedem ku mafê dayiktiyê bikeve metirsiyê.”

‘Biryarên mêr dibin sedema civakek bê tendirust’

Nîgar Omer di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku guhertina zagona 188 a sala 1959’an a Iraqê jiyana zarokan li Iraqê û herêma Kurdistanê dixe metirsiyê lewre beşek ji zagonê destûr dide zewaca zarokên keç di 9 salî de û wiha got: “Tevahî zagona şerîetê biryarê dide mêr ku jiyana bi zarokek keç a 9 salî re bizewice. Hebûna van zagonan jiyana jin û zarokan dixe metirsiyê. Mêr ji bo kêfa jiyana xwe şerîetê dixin destên xwe ku bi zarokên temenê wan biçûk re bizewicin. Rêgiriyê li jiyan û perwerdekirina fikir û berdewamiya xwendinê digrin. Heya niha jî jiyan ji bo di çerçoveya malê û xwedîkirina zarokan de ye û mêr dibin sedema avabûna civakek bê tendirust.”

‘Guhertina zagonê wê bibe sedema pirsgirêkên civakî’

Nîgar Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Kurd pirsgirêka me ew e ku em ne xwediyên xwe û xaka xwe ne. Sedema têkçûna rewşa herêma Kurdistanê ew e ku biryar û gotina yekem ji bo me hemwelatiyên herêma Kurdistanê nîn e. Lê belê ev jî nayê wê wateyê em çalakvan û parêzvanên mafên mirovan bi taybetî zarok û jin bêdengiyê hilbijêrin. Divê parêzer û parêzvanên mafên zarok û jinan bibin xwedî heman helwestê û li dijî vê pêkanîna zagona li Iraqê rawestin. Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, ji ber wê divê li pêşiya van pêkanînên zagonî rawestin. Guhertina zagonê wê bibe sedema pirsgirêkên civakî. Erkê hemû Kurdan ew e ku li dijî pêkanîna vê zagonê rawestin.”