Gotin 'Em hemû li gorî ritmê hilperiyan' û car din bang kirin

Darizandina 13 jinên ku hat diyarkirin sala derbasbûyî di Meşa Şevê ya Femînîst a 8'ê Adarê de bi hilperîna li gorî rîtme heqaret li Serokomar kirine, berdewam dike.

Navenda Nûçeyan - Danişîna doza der barê 13 jinên ku di Meşa Şevê ya Femînîst a 8'ê Adarê ya sala 2021'ê de bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kirine" û "li gor rîtmê hilperiyan" hat vekirin, berdewam dike.
Jinên ku beriya danişîna li 10'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya li Çaglayanê li ber edliyeyê hatin cem hev, daxuyaniyek çapemeniyê dan. Dema jinan pankartên “Em hemû li wir bûn, em ê di 20’emîn Meşa Şevê ya Femînîst de dîsa li wir bin” vekirin, dovîzên “Ne kesên li gorî rîtme hilperiyan, pêşî şîdeta mêr bigre”, “Bijî têkoşîna me ya femînîst” û "8’ê Adarê nayê darizandin" hilgirtin.
Ferîde Eralp a di daxuyaniya çapemeniyê de axivî got; "Em hemû li wir bûn, em hemû li gor rîtmê hilperiyan' û diyar kir ku ev sûcdarî nayê qebûlkirin. Ferîde Eralp diyar kir ku ew ê îsal di 8'ê Adarê saet 19.30'an de li Taksîmê bin û bang li hemû jinan kir ku hevgirtina jinan mezin bikin û tevli meşê bibin.