Girtiya siyasî Zohrev Sarv hat berdan

Hat hînbûn ku girtiya siyasî Zohrev Sarv a li Girtîgeha Evînê ya Îranê dihat girtin hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Girtiya siyasî Zohrev Sarv, dema ku li Girtîgeha Qarchak bi 74 qamçiyan hate cezakirin hate rojevê, duh ji Girtîgeha Evînê hat berdan. Zohrev Sarv ku 6 meh mabû tehliye bibe hat berdan, lê qedexeya derveyî welat ji bo wê hat dayîn.
Cezayê qamçî yê Zohrev hat guhertina cezayê pere.