Girtiya nexweşa penceşêrê ya 65 salî nayê berdan

Zekiye Tekîn a 65 salî ku teşxîsa nexweşiya pençeşêra kolonê hatiye dayîn, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiya xwe nayê tehliyekirin. Zekiye Tekîn ku dê dest bi kemoterapiyê bike, niha di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di mehên dawî de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin an jî înfaza wan hatiye taloqkirin jiyana xwe ji dest dan. Di vê dema ku "Nobeta Edaletê" ya malbatan a li dijî vê hejmara ku roj bi roj zêde dibe li Stenbol, Îzmîr, Wan û Amedê didome de, hejmara kesên nexweş ên li girtîgehan dimînin jî zêde dibin. Li gorî daneyên ÎHD'ê yên Nîsana 2021'ê tevî herî kêm 605 girtiyên nexweş ên giran bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van nexweşan Zekiye Tekîn a 65 salî ye, bi penceşêra kolonê ketiye. Dema hat hînbûn ku nexweşiya Zekiye Tekîn a tevî temenê xwe yê mezin di girtîgehê de dimîne li hinavên wê belav bûye, hat diyarkirin ku Zekiye Tekîn ji ber nexweşiya xwe dê li girtîgehê dest bi kemoterapiyê bike.

Penceşêr belavê hinavên wê jî bû!

Zekiye Tekîn a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimîne, di bûyerên sala 2012'an de li kolana ku ji bo lêgerina zarokên xwe çûbû hat binçavkirin. Zekiye Tekîn a ku piştî hat binçavkirin der barê wê de doz hat vekirin, ji doza ku dihat darizandin 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Zekiye Tekîn piştî ceza lê hat birîn, hat girtin 6 meh in di girtîgehê de ye. Zekiye Tekîn pêvajoya ku di girtîgehê de dimîne gelek caran rakirin nexweşxaneyê, di vê pêvajoyê de gelek caran bi têna serê li odeya karantînayê ma. Daxwazên kelepçekirina li malê yan jî berdana bi şertê kontrola edlî ya parêzeran a ji bo Zekiye Tekîn a hat hînbûn ku di girtîgehê de nexweşiya wê belavê mîde û cegerên wê bûyê, bêencam ma.

Dê li girtîgehê dest bi kemoterapiyê bike

Li gorî agahiyên ji xizmên Zekiye Tekîn hatine girtin, hat hînbûn ku Zekiye Tekîn a dihat payîn li girtîgehê dest bi kemoterapiyê bike, ji bo dermankirinê birine Enqereyê lê bêyî ku bê dermankirin dîsa anîne girtîgehê. Di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de tê diyarkirin ku Zekiye Tekîn bi hinceta dê dest bi kemoterapiyê bike li girtîgehê di hucreya yek kesî de bimîne. Xizmên wê diyar kirin ku Zekiye Tekîn a li girtîgeha ku lê dimîne ji şert û mercên paqijiyê dûr dimîne, pirsgirêkên derûnî dijî û dan zanîn ku divê Zekiye Tekîn li malê bi tedbîrên pêwîst bê dermankirin. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê Zekiye Tekîn di zûtirîn demê de bê tehliyekirin.