"Girtî ne bi hêviyên pêkhatina azadiyê, bi tabûtan ji girtîgehan derdikevin"

Nûnera Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê nirxand û wiha got; "Îsal îdiayên tacîzê, nêzikatiyên xirab, îşkence û tundiya li girtîgehan pir zêde bû."

ELÎF AKGUL
Stenbol- Zext û pêkanînên îşkenceyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê di du mehên dawî yên salê de zêdetir bûn. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtiyên nexweş 1605 e û ji wan rewşa tenduristiyê ya 604'an giran e. Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku piştî mirina bi guman a Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê ya ku tê îdakirin întîhar kiriye, zext û teşwîqa întîharê zêdetir bûye. Her wiha, di vê dema ku şert û mercên pandemiyê berdewam dikin de, rêjeya dagirkirina girtîgehan 5 qat zêde bûye.
Nûnera Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe, rewşa heyî ya li girtîgehên li Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.
"Polîtîkayên îmha û înkarê berdewam dikin"
Umît Efe bi gotinên; “Li girtîgehan polîtîkayên îmha û înkarê yên ku girtiyan mirov nahesibînin berdewam dike” diyar kir ku ev salek e îdiayên nêzîkatiyên xirab, îşkence û tundiya li girtîgehan pir zêde bûne.
Umît Efe da zanîn ku her çend girtiyên siyasî yên ‘li pişt dîwaran’ nikarin dengê xwe bidin bihîstin" jî bi kevneşopiyên xwe yên berxwedan û grevên birçîbûnê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin û diyar kir ku ev yek ji bo girtiyên edlî ne derbasdar e. 
Umît Efe bi bîr xist ku pêvajoya pandemiyê ya ku li cîhanê veguherî qeyrana mirovahiyê berdewam dike û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rêjeya dagirkirina girtîgehan 5 qat zêde bûye û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li girtîgehan, girtî ne di şert û mercên ji ber pandemiyê  hatine verastkirin de ne. Em ji ber gihîştina madeyên paqijiyê û di mijarên derziyan de bi fikar in û di vî warî de li girtîgehan polîtîkayek zelal nayê meşandin. Lê ger malbatên ku bi zorê dikarin xwe bigihîjînin wan û parêzerên ku biçin hevdîtinê hebin em ji rewşê agahdar dibin.” 
Umît Efe diyar kir ku pandemiyê bandorê li şert û mercên tecrîdê jî kiriye û destnîşan kir ku ji ber girtiyên di bin karantînayê de bi hev re dimînin û dema tecrîdê ya girtiyan zêde dibe, ne pêkan e ku girtî bê nexweşî bimînin.
"Girtî ne bi hêvî û pêkhatina azadiyê, bi tabûtan derdikevin"
Umît Efe bi bîr xist ku ji 9'ê Kanûnê û vir ve dema mirina Garîbe Gezer hat bihîstin, nûçeyên mirina 5 girtiyên din jî hatine bihîstin û wiha got; “Girtî ne bi hêviya azadiyê, bi tabûtan ji girtîgehan derdikevin.” Umît Efe diyar kir ji bo girtiyên nexweş serlêdana wan a ji bo berdanê di neçariya rapora Saziya Tiba Edlî ya ku gelek caran ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve tê rexnekirin de, asê dimînin û wiha domand: “Bi mehan e hewl didin, xwe bigihîj3ınin Saziya Tiba Edlî. Hewl didin ji wir belgeyek bigrin ku rewşa wan a tenduristiyê ji bo mayîna girtîgehê guncaw e yan na. Ger ji wir bigrin jî bi madeyên xalên têkildar ên Qanûna Têkoşîna bi Terorê re asê dimînin û ji bo 'ewlehiyê' nayên berdan. Lê belê dibe ku nexweşxaneyên giştî yên bêkêmasî hebin bikarin der barê girtiyan de biryaran bidin. Ev ji bo girtiyên felcbûyî, dest û lingên wan nagirin, ên ku tenduristiya wan a derûniya xirab bûye û extiyar jî, di nav de girtiyên wek Aysel Tugluk ku nikarin bi tenê jiyana xwe bidomînin jî derbasdar e. Lewre me girtiyên pîr û nexweş ên ku bi vîrusa koronayê ketin jî dît.”
Umît Efe bi gotinên; "Ji girtiyên nexweş û pîr re tenê riyek tê hiştin" û got "Em neçar in wê riyê veguherînin jiyanê."
Umît Efe bal kişand şert û mercên girtîgehê mafên parastinê yên girtiyan jî binpê dike, diyar kir ku pirsgirêkên di dema hevdîtina parêzer û malbatê de, kontrolkirina belgeyên parastinê, astengkirina girtiyan a ji bo pirtûk û belgeyên din ên ku wê xurtir bike binpêkirina mafan e
"Girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa F bi xwe li dijî hebûna mirovan in"
Umît Efe bi bîr xist ku li pêşiya pêşketina ramanî û entelektuel a girtiyan astengî hene û got; “Em nizanin di navbera astên entelektuel ên girtiyan û asta entelektuel a koma ku çavdêriya name û pirtûkan dikir de hilbijartinek çawa hatiye kirin” diyar kir ku ji ber gelek weşan û pirtûkên zagonî “bi mahzûr hatine ditîn” radestî girtiyan nehatine kirin.
Umît Efe got: “Girtîgehên ewlehiyê yên tîpa F ku jixwe têgîna şîdetê bi xwe ne, ji ber ku bi rengekî li dijî hebûna mirovan hatine avakirin, parastina wan a hebûn û tenduristiya derûnî pir zehmet e” û wiha berdewam kir: “Tecrîd jixwe pergaleke îşkenceyê ye ku hebûna ferd weke ferd teng dike û di nava wê de dîl digre. Pergaleke ku hebûna civakî, entelektuel û fizîkî teng dike, qadên wê yên hestiyarî û têgihîştinê teng dike û di vê wateyê de armanc dike ku tenêtiya di nava wê de ji holê rabike ku li Îmraliyê bi tecrîdeke şexsî re, tecrîda taybet û leşkerî tê meşandin. Li giraveke îzolasyon û qedexeya demdirêj a hevdîtina malbat û parêzeran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.” 
"Hûn nikarin bi riyên tundiyê mirovan ji baweriyên wan dûr bixin"
Umît Efe bi bîr xist ku li Elmanyayê endama Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) Birgit Hogefeld di hevpeyvîna xwe ya ku piştî nêzî 20 salan di hucreya tecrîdê ya bi navê “hucreya spî” de girtî ma hat tehliyêkirin de got; “Nikarîn me teslîm bigrin”, wiha got, “Ev mînakên li cîhanê nîşanî me didin ku ne pêkan e hûn bi riyên tund mirovan ji baweriyên wan dûr bixin.”
Umît Efe anî ziman ku hepskirin, bi xistina girtîgehê ve girêdana bi derve re qutkirin, bêyî ku pergala di navbera hundir û derve de aştiyê pêk bîne, pêkanîna vê yekê xelet e û diyar kir ku gelek astengî li pêşiya kesên ji girtîgehê tên berdan ji bo ku jiyana xwe ya asayî bidomînin, piştî ku vê konsepta tundiyê  derdikevin, “zîhniyeta tolhildanê” li wir berdewam dike, her çend beraet bûne jî li pêşiya girtîna wan a kar astengî çêdibe û dema ku ji bo kar tên girtin jî bi awayekî giran tên lêpirsînkirin.
Umît Efe wiha bi dawî kir: “Hebuna girtîgehan ji bo civakeke mirovî, demokrasî û azadiyê ne sîstemeke baş a cezakirinê ye. Em weke parêzvanên mafên mirovan avakirina cîhaneke ku bê girtîgeh van nîqaşan dimeşînin hêvî dikin”