Fewziya Ehmed: Jiyana jinan di zindanên Hosiyan de mîna dojehê ye

Fewziya Ehmed bûyerên di dema darbeya Hosiyan de li dijî dewletê di Îlûna 2014’an de çêbûn bi van gotinan vegot; "Jiyana jinan veguheriye dojehê. Azadiya wan hatiye binpêkirin û bê sûc hatine zindankirin. Ev yek jî ji ber nebûna qanûna ku welatiyan diparêze û mafên wan diyar dike ye."

NÛR SIRÎB
Yemen - Yên herî ku zirar ji komên Hosî dîtine, jin in. Ji dema ku kontrol ketiye destên wê komê û vir ve, girtîgeha navendî ya jinan veguheriye îşkencexaneyê. Raporên mafên mirovan ên ji hêla Komîsyona Neteweyî ya şopandina binpêkirinên mafên mirovan û Komeleya Dayikên Revandî û windakirî ve hatin amadekirin; gelek binpêkirinên der heqê mafên jinan, ji kuştin, windakirina bi zorê bigre heta, îşkence û kirina sûcên xirab, eşkere kirin.
Ajansa me, bi Fewziya Ehmed a rêvebera berê ya Girtîgeha Jinan a Navendî ku di bin kontrola Hosiyan de ye hevdîtin kir da ku behsa binpêkirinên jinan kirine hedef bike.
Li zindanan tu qanûn tune ye
Fewziya Ehmed bûyerên dema darbeya Hosiyan de li dijî dewletê di Îlûna 2014’an de çêbûn bi van gotinan vegot; "Jiyana jinan veguheriye dojehê. Azadiya wan hatiye binpêkirin û bê sûc hatine zindankirin. Ev yek jî ji ber nebûna qanûna ku welatiyan diparêze û mafên wan diyar dike ye." Tiştên ku li dijî jinan qewimîn gelek bi êş bûn, wan koman, bi rengekî derqanûnî li dijî jinên avêtibûn zindanan hereket kirin. Hemû kesên ku wan û tewanên wan red dikirin dihatin îşkencekirin.
Fewziya Ehmed wiha axaftina xwe didomîne; "Komên Hosî keç û jinan ji riyan, ji cihên giştî û heta ji malan direvînin û wan di zindana navendî de bi cih dikin. Her wiha li derveyî girtîgeha navendî girtîgehên din jî hene û li ser kirina tawanên xirab li dijî wan dixebitin. Ew nahêlin ku girtî bi malbatên xwe re têkiliyê deynin, rastî lêdan û derbên giran tên, rastî destavêtin û êrîşa psîkolojîk tên. Ji bo girtiyên rastî van kiryaran tên, tu daneyên fermî nayên tomarkirin.” 
Jin bi îdiayên bê bingeh tên tewanbarkirin
Fewziya Ehmed bal kişand ser sûcên ku jin bi wan tên tewanbarkirin û wiha got; "Jin bêtir bi fuhûşê, kiryarên bêedeb û zînayê tên tewanbarkirin. Ev yek jî dihêle ku devberdan zêde bibe, pirsgirêkên mezin di civakê de çêbibin. Hin caran jin ji ber tevlibûna xwe ya xebatên siyasî tên hedefgirtin.
Koma Hosî saziyeke jinan a çekdar a ku tevgera wan girêdayî Liwa al-Zînabiyat e, di 2014’an de berî hilweşîna Sanayê ava kir. Erkên wan curbecur bûn di navbera meşandina karên ewlehiyê, zordarî û girtinan de û ew tevlî dezgehên ewlehiyê yên di bin kontrola El-Hosiyan de dibûn.”
Tevî ku rêvebera girtîgehê bû, bi zarokên xwe re hat girtin
Fewziya Ehmed jî ji binpêkirinên komên Hosî bêpar nema. Di kanûna 2019’an de ew û zarokên xwe li navenda kar hatin girtin. Tevî ku rêvebera girtîgehê bû rewşa wê bû wekî ya girtiyek. Li ser bûyerê wiha dibêje: "Bêyî ku tu îsbat werin dîtin, min tewanbar kirin û di encamê de  ez û zarokên xwe li navenda kar rastî girtinê hatin. Zarokên min ji xwendinê bêpar man. Piştî hewldana mezin a dezgehên huquqî û siyasî, ez serbest hatim berdan. 
Di raporeke mafên mirovan de li ser binpêkirinên Hosiyan ên ji Kanûna 2017’an heya Kanûna 2020’an de diyar dibe. Hevgirtina Jinan ji bo Aştiyê li Yemenê, bang li koma Hosiyan kir ku cihên jinên girtî diyar bike û di zûtirîn demê de wan serbest berde. Her wiha daxwaz ji  rêxistinên mafên mirovan, femînîst û çalakvanên mafên mirovan kir ku biçin serdana girtiyên jin bikin û ji wan re alîkariya dadrêsî peyda bikin û hemû kiryarên şîdeta li ser bingeha zayendî ya li dijî jinan rawestînin. 
Di dawiya axaftina xwe de, Fewziya Ehmed a rêvebera berê ya Girtîgeha Jinan a Navendî ye got; "Ez bangî rayedarên têkildar dikim ku qeyrana Yemenê çareser bikin û girtiyên di girtîgehên veşartî û giştî de tên girtin serbest werin berdan, pêşî li girtinên siyasî were girtin. Her wiha her cure îşkenceya ku heta niha li dijî girtiyên jin hatiye kirin were rawestandin.”