Eren Keskîn: Polîtîkaya windakirinên di binçavan de ji 1915’an û vir ve berdewam dike

Tê diyarkirin ku ji sala 1980 û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê 1,388 kes "bi zorê hatine windakirin." Gelek dosyayên windakirina bi zorê hene lê belê, ji ber ku der barê van dosyayan de tu delîl nehatine nirxandin, dosya bi salan di refan de girtî mane û di dawiyê de jî dibejîn "Demborî" û davêjin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Dema salên 1990’an ku têkoşîna hebûna gelê Kurd mezin dibû, di heman demê de salên windakirina di binçavan de û kuştinên kiryar nediyar a bi hezaran mirovan bû. Şewitandina gundan, zilm û îşkence polîtîkayên wan salan bûn. Tê zanîn ku di navbera 1989 û 1999’an de, 1,964 cînayetên ku kiryarên wan nediyar hatine kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji 1995’an ve her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de wekî "Hefteya Windabûnê" bi nav dike. Ji bo ku her sal pirsgirêka "windayan" were rojevê, ji bo ku aqubeta windayan bê lêkolînkirin û kesên berpirs bên dîtin.
"Windabûna di bin binçavan de polîtîkayeke dewletê ye" 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê windayan de her gav tê dubarekirin û di vê mijarê de polîtîkaya bêcezabûnê didome. Eren Keskîn diyar kir ku windahiyên di binçanvan de wekî polîtîkayeke dewletê li erdnîgariya ku em lê dijîn hebûna xwe didomîne û got ku ev pirsgirêk ne îro divê di salên 1915’an de hatibûna çareserkirin. Eren Keskîn bi bîr xist ku windakirina di binçavan de, li dijî muxalifan ji serdema Îtihad û Teraqî ve siyasetek e û diyar kir ku Tirkiye hîn jî bi heman polîtîkayê riya xwe didomîne.
"20 sal in dosya di refikên dozgeran de ne" 
Eren Keskîn ku destnîşan kir ku wekî parêzvanên mafên mirovan ew herî zêde di salên “1990'î de bi bûyerên windayên di binçavan de rû bi rû mane û got; "Wê demê, pirsgirêka Kurd bi rengekî pir bi şewat derket holê. Hêzên dewletê bi biyarên navendî bûyerên windakirina di binçavan de destpê kirin. Gelek dosyayên winda hene ku min wekî parêzer wan dişopand. Em di hemû bûyeran de heman tiştî dibînin. Mixabin, dozger tu delîlan nanirxînin. Ew di tu qonaxan de lêkolînên hewce nakin. Van dosyayan 20 sal in di refikên dozgeran de diseknin û di dawiyê de, biryara daxistina muhleta tixûbdariyê tê dayîn. 
"Ger peyman hatibûya îmzekirin, biryara demborî ji dosyayan re nedihat dayîn" 
Eren Keskîn got ku Tirkiye bûyerên windayan, têne bi dayîna biryara demborîtiyê bi bîr tîne û wiha gotinên xwe domand: “Ji ber ku windahî polîtîkayeke dewletê ye, Komara Tirkiyeyê nexwest Peymana li Dijî Windakirina bi darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike. Ji ber ku ev peyman van bûyeran wekî tawanên li dijî mirovahiyê dihesibîne û demborî qebûl nake. Ger dewleta Komara Tirkiyeyê Peymana Neteweyên Yekbûyî îmze kiribûya, biryarên demaborî di dosyayan de nedihatin girtin. Mixabin, dadwerî li Tirkiyeyê di bûyerên windabûnê de biryara kiryara kuştina mirovan demborî dide û piştî 20 sal derbas dibin hemî dosyayan digre."
"Siyaseta windakirinê xwe bi bêcezatiyê nîşan dide" 
Eren Keskîn got; "Bûyerên windakirinê îro jî wekî polîtîkayeke dewletê ye. AKP’ê îdia kir ku salên 90’an serdema Torosên spî bûyê û ev pêvajo bi hatina wan bi dawî bûye. Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, bi xizmên windayan re civînek pêk anî. Xwe pir nêzîkê Berfo Ana ku dayika Cemîl Kirbayir bû kir û got ew ê van bûyeran çareser bikin. Der barê dosyaya Cemîl Kirbayir de, Komîsyona Mafên Mirovan bûyerên wê demê li parlamentoyê lêkolîn kir. Piştî guhdarîkirina karbidestên dewletê yên wê demê, parlamentoyê raporek weşand ku Cemîl Kirbayir di binçavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin. Digel vê yekê, biryara neşopandinê ji bo dosyaya Cemîl Kirbayir jî hat dayîn. Feraseta "Di dewletê de berdewamî girîng e" xwe didomîne" siyaseta windakirinê, bi bêcezatiyê xwe nîşan dide.”