Em her dem ji bo alîkariya jinan amade ne

Şêwera Qanûnî û Civakî li Qudusê di sala 1991’ê de wekî rêxistineke Filistînê ya Serbixwe hat sazkirin û hewl dide ku civaka Filistînê di warê demokrasî, perensîba wekhevî û dadmendiyê de bi pêş bixe.

TEHRÎR BENÎ SAXIR
 
Ramallah- Parêzer Rewan Ebû Xeza dibêje “Dema ku me dît jinek ji saziyên hiqûqî yên jinan li ser malperên civakî alîkariyê dixwaze, wê demê em xizmetên xwe yên derûnî, civakî, aborî û qanûnî pêşkêşî wê dikin. Em ji alîkariya tu jinê yan tu kesî gav paş ve navêjin. Em bi dadweriya civakî bawer dikin, li ku derê neheqî hebe em red dikin û li kêleka yên zirar dîtine disekinin.”
Rewan Ehmed Ebû Xeza ya 28 salî parêzeriya jinên qurbaniyên şîdetê ye, li navenda şêwra qanûnî û civakî ya jinan kar dike.
Rewan Ebû Xeza dibêje wekî parêzer li navendê em dosyayên qanûnî yên wekî mesrefên jin, zarok kiriya malê, derman, xwendin û delîlên jinberdanê û mafên darayî di berdêla dirav û hwd. de dişopînin.
Di dema pandemiyê de jî xizmetên xwe domand
Navenda jinan a ji bo şêwera qanûnî û civakî li Qudusê di sala 1991’ê de wekî rêxistineke Filistînê ya Serbixwe hat sazkirin û hewl dide ku civaka Filistînê di warê demokrasî, perensîba wekhevî û dadmendî de bi pêş bixe.
Di dema pandemiya coronayê da navendê xizmetên derûnî û civakî û xizmetên qanûnî ji 1905 jinan re pêşkêş kir her wiha ji 501 zarokî re xizmetên şêwra komî pêşkêş kir, li aliyê din jî alîkariya bijişkî ji bo wan kir
Navend di çarçoveye dozek tenê de namîne, ew destên alîkariyê dirêjî her jina ku hewceyî alîkariyê ye dike. Dibêje; “Em her tim amade ne û ez wek parêzerek ji bo jinên ku rastî şîdetî tên li hemû dadgehên şarîetê piştgirî didim wan her wiha bi armanca ku mafên jinan were bidestxistin ez der barê qanûnên ku li ser jinan hatine ferzkirin de perwerdeyan didim.”
Hewldanên ji bo bicihanîna pêdiviyên jinan 
Di çarçoveya pêvejoya danûstandina bi jinên ku şîdet li ser wan tê kirin, de hat xuyakirin ku ev bingeha danûstandinê vedigere biryara meclisa wezaretê hejmara 18 ya ji sala 2013’an ve der barê pergala veguherandina niştimanî ji jinên ku rastî şîdetê tên. Ev pergal armanc dike ku rêzikên nexşeyeke niştimanî ava dike dayne da ku danûstandinan bi jinên rastî şîdetê tên re bike, di nav wan de ji bo pêkanîna ewlehî ji jinan re di beşên tenduristî, civakî û dadmendî de xizmetê bike. Her wiha bi sazkirina rêgez û bingehan di çarçoveya pêwendîdar a ji têkiliyên pîşeyî re bi sûdmendan re zelal bike. Her wiha bibe referans ji pirsgirêkên wêjeyî, exlaqî û pîşeyî û aşkerekirina mafan ji jina ku rastî îşkenceyê tên re. Ger ku sûdmend ji saziyekê hatibe veguhestin wekî saziya polîs an tenduristî yan perwerdehî wê demê dê nameyek veguhestinê ku tê de hûrgiliyên dozê vedibêje were çêkirin. Ji bo ku tedbîrên werin girtin nas bikin. Piştre ji aliyê bijîjkek derûnî yan civakî ve tê pêşwazîkirin û doz vedibe ka şopandineke derûnî yan civakî dixwaze yan na. Ger ku şopandinên xizmetên qanûnî bixwaze wê demê dê ji bijîjk veguhere parêzera navendê. Di vir de parêzer dozeke qanûnî ku girêdayî wê ye vedike, êdî tim hewl dide ku tedbîrên lazim ji bo erêkirina sûdmend bigre yan jî berî bide dadgehên şeriî ku temsîla mafên jinan dikin.