“Em divê ji bo pêşengiyê bixebitin”

Lêkolîner Ihab Trabelsi têkildarî nûneriya jinên Tûnisê di cihê biriyardanê de axivî û da zanîn ku pêwîst e jinên Tûnisê heta karibin di cihên biryardanê de hebûna xwe nîşan bidin.

NEZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis -Jinên Tûnisî her dem di warê bidestxistina serkeftinên zanistî de di rêzên yekem ên cîhanê de cih girtine û bi saya jêhatîbûna xwe bê îstîsna derbasî hemû warên zanistî bûne û di her warê ku destwerdanê tê de bikin de bûne pêşeng û ev yek tu kes înkar nake. Lê divê em ji vê serkeftina zanistî wêdetir biçin û cihên biryardanê bi dest bixin, ji ber ku bêguman jin jêhatî ne, jinên Tûnisî çend caran hêza xwe di parastina welatê xwe de nîşan dane. Ajansa me bi lêkolîner û aktîvîsta civaka sivîl Ihab Trabelsi re li ser mijara cîhgirtina jinên Tûnisê di cihê biriyardanê de hevpeyvînek kir. Ihab Trabelsi teqez kir ku pêwîst e jinên Tûnisê heta karibin di cihên biryardanê de hebûna xwe bi hêz bikin û bal kişand ku ew bi girîngiya rola jinan di pêşketina gelan de bawer e û bi biryar di parastina mafên wan ên aborî û civakî de kar dike.

Bi boneya roja jinên cîhanê, wek çalakvaneke civaka sivîl, ji bo baştirkirina rewşa jinan li Tûnisê, pêşniyarên we çi ne?

Ez pêşniyar dikim ku em piştgiriyê bidin jinên kedkar ên gundan û hewldanek mezin bidin ji bo hêsankirina gihandina wan ji deynên darayî yên ku dê alîkariya wan bike ku projeyên biçûk di qadên nû yên jiyanî de vekin û ji çerxa xebatê ya di pîşesaziyên kevneşopî yên kevnar derkevin. Ji ber ku projeyên wiha yên geşedanê hene lê bi zehmetî bi dest dikevin her wiha ev proje kevneşopî û kevnar mane.

Her wiha ez hêvî dikim ku dayikên karker di dema kar de bêtir îmtiyazê bi dest bixin û zirar negihîje mûçeyên wan di dema şîrmêjandinê de. Her wiha hêvî dikim ku dewlet bi avakirina danîngehên giştî yên zarokan ji bo xwendekaran û parastina wan ji xetereyên mayîna li kolanê piştgiriyê bide jinan.

Jin li Tûnisê ketine hemû qadan û bi ser ketine, nemaze di xwendina bilind de lê tevî wê yekê jî hê di pozîsyonên biryardayînê de bi awayekî sîstematîk êşê dikşînin, nêrîna we ji bo vê çi ye?

Jinên Tûnisî her dem di warê bidestxistina serkeftinên zanistî de di rêzên yekem ên cîhanê de cih girtine û bi saya jêhatîbûna xwe bê îstîsna derbasî hemû warên zanistî bûne û di her warê ku destwerdanê tê de bikin de bûne pêşeng û ev yek tu kes înkar nake. Lê divê em ji vê serkeftina zanistî wêdetir biçin û cihên biryardanê bi dest bixin, ji ber ku bêguman jin jêhatî ne, jinên Tûnisî çend caran hêza xwe di parastina welatê xwe de nîşan dane. Ji ber vê yekê divê heta ku em layiqî xwe bin ji bo bidestxistina astên serokatî û rêveberiyê bi pêş ve biçin û li hemberî zîhniyeta mêr a ku di civaka me de serdest e ku bandorek neyînî li rewşa malbatî û pîşeyî ya wê kiriye, rûbirû bibin.

Bi dîtina we ji bo kêmkirina ketina zîhniyeta mêr a nava civakê mekanîzmayên ku dikarin bên esasgirtin çi ne?

Her çend jinên Tûnisî gelek mafên xwe bi hebûna qanûna rewşa kesane bi dest xistine jî ev nayê wê wateyê ku em gihîştine cihekî ku divê em tê de bisekinin. Berevajî vê yekê divê berî her tiştî ji bo parastina van destkeftiyan em bixebitin û dûre divê em wê pêş ve bibin da ku em li paş xwe nezivirin. Ji ber vê yekê divê em ji bîr nekin ku em wekhev ji dayik bûne. Lê hişê me bernamekirî ye û her yek ji me li gorî zayenda xwe vediguhere wêneyekî dubare ku di civakê de tê xwestin û pejirandin. Di heman demê de em in ên ku awayên danûstandinê bi yên din re diyar dikin û em in ku heta çi astê wê qebûl dikin an jî red dikin. Ji ber vê yekê divê em li dijî hemû diyardeyên serdestiya mêr li ser jinan şer bikin. Ji ber ku ew li pêşberî dadgeriyê û li pêşberî qanûnê wekhev in, vêca çima em di civakê de wan wekhev nekin. Jinên Tûnisî tûşî vê cudakariya nerewa bûne û divê li hember van zehmetiyan bi riya perwerde û hişyariyê, bi taybetî di dibistanan de, bi bernameyên perwerdeyê yên ku piştgiriya rizgariya jinan ji esîrkirina mêraniyê dikin, ji bo vegerandina jinbûnê li ronahiya wê, li ber xwe bidin.

Deh salên derbasbûyî yên li Tûnisê, bandor li ser rewşa jinan kir û li paş ma, di encamê de destkeftî û maf paşve vegeriyan. We wek çalakvaneke civaka sivîl di vê heyamê de çawa jiya?

Erê jinan di deh salên reş de ji ber kêmbûna dahatê êş kişand ku vê yekê jî xeteriyek çêkir. Li dijî zagona wekheviyê, bangên ferzkirina perdeyê û bangên xeternak ên destûrdayîna pirzewaciyê hatin kirin û me tundiyek nedîtî li ser jinan dît. Ji bo hinekan, ew ji tiştekî zayendî pê ve ne tiştekî din e û piraniya tiştê ku di hişê min de dimîne, îstîsmarkirina olê ye ji bo bidestxistina armancên nemirovî, li ser bingeha baweriya min a zexm ku divê kesek berî ku bibe misilman, xiristiyan, destpêkê mirov be.

Tundiya li ser jinan bûye nûçeyeke rojane, tevî pirbûna zagonan, a herî girîng jî zagona bi jimare 58'an, li gorî we sedem çi ne?

Sedemên şîdeta li ser jinan gelek in, jinên li herêmên xizan û paşguhkirî ji yên din zêdetir li hember tundî û heqaretê ne. Ji ber ku ew fêrî dîmenê tundiyê bûne û êdî ji wan re normal hatiye. Ji aliyekî din ve nezanîna cidiyeta tundiyê û nezanîna zagonan bûye sedema belavbûna wê diyardeyê û divê bê zanîn ku pirsgirêkên aborî di nav sedemên herî zêde yên şîdeta nava malbatê de ne. Bi taybetî ji ber pandemiya koronayê ku gelek cihên kar ji holê rakirin, rasterast û nerasterast bûye sedema zêdebûna diyardeya tundiya li dijî jinan.