Ehlam Belhaj: Xebatên jinên demokrat ên sala 2021’ê encamek serkeftî girt

Sala 2021’ê ji bo Tûnisê jî weke hemû cîhanê saleke dijwar bû, saleke ku hemû çalakî û komeleyên siyasî lê hatin jiyîn. Komeleya me di hemû qonaxên dijwar ên têkoşînê de xwedî cihek girîng bû, ji ber ku pêşî li hevgirtina jinên mexdûrên şîdetê vebû û me lêkolînek girîng li ser sepandina qanûna bi hejmara 58 a li dijî şîdetê kir.

ZOUHOUR MECHERGUİ 
Tûnis - Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, bi referansa mafên mirovan, komeleya jinan a herî kevn a Tûnisê ye. Ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 1989’an de, di warê hilgirtina barê berpirsiyariya parastina mafên jinên bindest, berfirehkirina xeleka têkoşîna ji bo azadiya wan û bidestxistina wekheviyeke tam û bi bandor a di navbera zayendan de bûye pispor. Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di gelek qadan de bi riya komîteyên ku ji pispor û çalakvanên femînîst pêk tên ku her yek ji wan mîsyoneke taybet heye, weke Komîteya li Dijî Tundûtûjiyê, Komîteya Zagonî û Ragihandinê û Komîteya Mafên Zayendî û her wiha di gelek qadan de kar dike wek Komîteya Mafên Aborî, Civakî û Çandî yên ku bi lidarxistina lêkolînên li qadan û pêşwazîkirina jinên mexdûrên tundiya aborî re têkildar in. Endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Ehlam Belhaj di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser girîngiya berdewamkirina têkoşîna femînîst ji bo bidestxistina mafên jinan û girîngî da ser xebatên hevpar ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya tundiyê û hemû diyardeyên neyînî yên ku bandorê li jinan dikin, azadiya wan bi sînor dike û rê li ber gihandina wan a li cihên biryardanê digre.
"Di sala 2021’ê de destkeftiyên herî girîng ên komeleya we çi bûn"
Em bi lêkolînên xwe yên qadan û zagonî gihîştin wê yekê ku pêkanîn hîn dûr e, ji ber ku jinên destdirêjî li wan hatiye kirin zehmetiyên mezin dîtin di gihandina darazê de ji bo bicihanîna qanûnê. Dînamîzma femînîst a ku komele tê de cih digre, weke destkeftiya herî girîng a sala 2021’ê hat ragihandin ku ji bo parastina mafên jinan û wekheviyê bi sernavê "Ji bo mafên jinan ji rojeva siyasî neyên dûrxistin" hafizayek femînîst e. Ev bi însiyatîfa komeleyê derkt hole piştî ku gelek civîn bi komeleyên hevkar re hatin kirin da ku li ser bingeha guhertoya yekem a ku ji hêla pisporên komeleyê û hin endamên desteya rêveber ve hatin amadekirin, helwestek femînîst were zelalkirin. Ev dînamîka femînîst wergerandina dîtin û helwestên komek komeleyên çalak ên parastina mafên jinan û baweriya bi dadperwerî, wekheviya tam û beşdariya mirovî ye û bi plansaziyeke hevpar a çalakiyan re, armanc dike ku zext û bandorê li saziyên rêveberiyê bike da ku mafên jinan bixe bin temînatê û di hemû gavên pêşerojê de cih bigre. Her wiha me meşeke jinan organîze kiribû ku gelek komeleyên hevpar ên jinan tevlî bûn, ji bo şermezarkirina binpêkirinên giran ên li ser jinan tên kirin û digihîjin asta kuştinê, piştî ku rêje ji sedî gihîştin nîşaneyên trajîk, me li qadên cuda hewldanên mezin kirin. Ji bilî têkoşîna me ya berdewam di warê berevanîkirin ji mafên aborî û civakî yên jinan ku me lêkolîneke kûr li ser rewşa kedkarên nav malê temam kir, ji bilî kursên rahênanê ji bo hişyarkirina girîngiya mafên curbecur.
Her wiha me bi rêya hevdîtina bi Serokê Komarê Qeys Seîd re li navendên siyasî jî amade bûn û me bi eşkereyî helwestên xwe diyar kirin û teqez li ser pabendbûna xwe bi azadî, demokrasî, veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê, rêzgirtina destûrê, temînata azadiya takekesî û kolektîf û mafên aborî û civakî yên jinan kir. Ev ji bilî lidarxistina konferansa me ji dûr ve di rewşek tenduristiyê ya dijwar de ku welatê me tê de ye.
Gelo we bertekek ji kampanyayên ku komeleyê dane destpêkirin, bi taybetî jî yên têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê dît?
Li vir divê ez bibêjim ku Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ji salên 1909’î ve di parastina mafên jinan de pêşeng e û ev ne tiştekî nû ye. Me çend sal berê navendên guhdarkirina qurbaniyên tundûtûjiyê vekir û prensîba ragihandina rasterast wekî navgînek ji bo destnîşankirina pirsgirêkên jinan ji bo çareserkirina wan pejirand û me di sala 2021’ê de bi baweriya bi mafê jinan di jiyana serbixwe de xebata xwe domand. Hem di serdema koronayê de ku tundî belav bû û rêjeya wê du qat zêde bû,  der barê tundiya li ser jinan de gelek caran me xebateke berfireh da destpêkirin. Me raporek li ser belavbûna vê diyardeyê belav kir û li dijî kuştina hovane ya hin jinan ku hatiye tomarkirin kampanyayek li dar xist. Di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de me nerazîbûna xwe ya li dijî şîdet û kuştina jinan anî ziman û me bi meşeke bêdeng a ku li kolana Hebîb Bûrgîba ya li paytextê digeriya, peyama xwe ji desthilatdariyê re got ku armanca xwe na ji tundiyê re, na ji kuştina jinan re, erê ji bicîbcîkirina qanûnê û pêkanîna wê û dîtina mekanîzmayên guncew bû. Beşdarbûn ji bo jinên Tûnisî bi rêz û bi rûmet bû û ji vir em fêm dikin ku kampanyayên me bersivek bi bandor girt û îradeya femînîst seferber kir da ku astengiya bêdengî û tirsê bişkîne û dakevin kolanan û fikar û tirsên xwe wekî helwestek diyar bikin. Em li vir in ku têkoşîna xwe ya ji bo pêşerojeke baştir ji bo jinên Tûnisî bidomînin.
Pirsgirêk û zehmetiyên sereke yên ku hûn pê re rû bi rû mane çi ne û pirsgirêkên curbecur çawa hatine çareserkirin?
Ev kêşeyên ku bi rastiya siyasî, aborî û tenduristiyê ve girêdayî ne di encama krîza koronayê de ku bi gelek prosedurên karantînayê yên mecbûrî û armanckirî re têkildar bû, ji ber ku serdem bû şahidê zêdebûnek bêhempa di rêjeya şîdeta nava malê de li kuçe û kolanan û qadên giştî bi awayekî hişyarker, wekî ku ji hêla hejmaran ve tên wergerandin. Di salekê de, Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di salekê de rêjeyên ji salên berê cuda pêşwazî kir û ew jî rêjeyên zehmet in ku werin berhevkirin. Vê yekê lênihêrîna hemû jinên mexdûrên şîdetê li hin deveran ji ber şiyanên nebaş, nemaze li hemberî hejmareke mezin a dozan zehmet kir. Ji bilî qeyrana siyasî ya ku welatê me ji 25’ê Tîrmehê vir ve tê jiyîn û piştî ku hin hêviyên pêşerojeke baştir li ber Tûnisiyan vekir, welat felc kir. 
Weke pêkhateyeke girîng a civaka sivîl, me zehmet dît ku em xwe bi cih bikin ku beşdarî biryardanê bibin û beşdarî şêwirdariyê û ragihandina ramanê bibin û ev yek ji bo me wekî komeleyek femînîst a bi bandor ne tendurist e û ne dilgermî ye. Ji ber van zehmetiyan me dînamîkeke femînîst ava kir da ku daxwazên jinên Tûnisê ragihînin û li benda wan bin, me daxwaza hevdîtina bi Serokdewlet Qeys Seîd re kir lê wî ev daxwaz pêk neanî, ev jî mijarek daxwaza geşbîniyê nake. Tevahiya salê em ditirsiyan ku di hemû biryarên serokatiyê de daxwazên jinan neyên girtin.
Asoyên kar ji bo 2022 çi ne?
Em wek komeleya aktîvîst der barê daxwazên femînîst, mafên mirovan bi giştî, azadî û demokrasiyê de nêrîna me heye. Em dibînin ku di nebûna çarçoveyên beşdariyê yên diyalog û pevguhertina nêrînan de rastî dijwar û ne zelal e. Bi taybetî ku em tên Tûnisê ji bo guhertina qanûna hilbijartinê û destûrê û lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di dawiya sala 2022’yan de. Gelek pirs hene ku dihêle em wek femînîst ji pergala dengdanê ya ku me ji bo misogerkirina temsîliyeta jinan gelek têkoşiyaye, bitirsîn, nemaze jî pergala lîsteyê îhtîmala herî zêde ya temsîla jinan bi wekhevî diparêze.
Bi hatina sala nû re, em ê li ser van mijaran xebata xwe bidomînin, çi di warê siyasî de, çi di zagona hilbijartinê de, çi jî di makezagonê de ku me her tim ji bo xurtkirina pêşniyarên li ser wan xebat kiriye ku ji tevgera femînîst derketiye. Di heman demê de em xebatên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji bo rakirina wê berdewam dikin da ku saziyên cuda yên şareza rola xwe bilîzin. Lê aliyekî din ê girîng jî heye ku di mafên aborî û civakî de xwe dide der, ji ber ku li ber ronahiya qeyrana aborî ya mezin a ku Tûnis tê re derbas dibe, em baş dizanin ku bandora wê bi giranî wê li ser jinan be, ji ber ku diyardeya xizaniyê ye rastiyek li ber ronahiya qeyranan. Her wiha em ji bîr nakin ku tedbîrên di qanûna darayî ya giştî ya sala 2022’an de hatine girtin, wê bandoreke neyînî li jinan bike û êş û azarên wan zêde bike, nemaze ji ber nebûna peywiran di dezgehên giştî de û ne avakirina cihên wekhev ên kar. Ev yek wê bibe sedema bêkarî û xizaniyê ku dê zêdetir bandorê li derdorên jinan bike, ev yek jî me di meclisê de pir xemgîn dike, ji ber ku ev binpêkirina mafên jinan ên aborî û civakî ye. 
Têkiliya we bi Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê re ji baweriya we ya bi girîngiya parastina mafên jinan tê... Hûn dikarin zêdetir behsa ketina xwe ya qada mafên mirovan bikin?
Destpêka min bi ezmûna hilgirtina berpirsiyariya parastina mafên jinan bû di salên xwendina li zanîngehê de ku ji salên 1980’yî ve, min ew erk girt ser milên xwe da ku wan bi dest bixim û pêwendiya min bi yaneya çandî "Taher El-Heddad" re hebû. Di dema ku ez xwendekar bûm. Ez yek ji beşdarên pîrozbahiyên roja cîhanî ya jinan li Fakulteya Tibê ya wê demê bûm ku ew mînakek bû zanîngeha Tûnisê û welat şahidê wê nebûn û pîrozbahî di wê demê de tenê bi salvegera 13’ê Tebaxê, ango Roja Neteweyî ya Jinan an jî salvegera derxistina Qanûna Rewşa Kesane ve sînordar bû. Piştre  me komeke xwendekar a femînîst a ji baskê çep ava kir ku me jê re got "Komîteya Jinên Hişmend." Di nava Komîteya Jinên Kedkar de jî çalakiyeke min hebû û ez di nava koma ku ev komîte di navenda Yekitiya Giştî ya Tûnisê de ji nû ve vejandiye da ku mezintirîn rêxistina karker a Tûnisê dagir bike de bûm. Di sala 1989’an de dema ku Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê hat damezrandin, tevli bûm. Her wiha di destpêka salên 1990’î de ez di koma jinan de di Komîteya Rakirina Êrîşên li ser Iraqê de bûm. Ez di gelek boneyên din ên girêdayî mijarên giştî de jî amade bûm, wek şerê Kendavê di destpêka salên 1990’î de.
 Min piştgirî da doza femînîst û mafê wekheviya tam di navbera zayendan û di du caran de serokatiya komeleyê kiriye, yekem di sala 2004’an de û piştre di sala 2011’an de ku li wir wekî seroka komeleyê  bûyerên şoreşa Tûnisê jiya ku tê de tevgerên protestoyî li dijî rejîma Ben Elî hatin organîzekirin û ev yek bû sedema gelek dozgerî û astengiyên ewlehiyê.
Di encamê de hûn meşa tevgera femînîst a li Tûnisê di qonaxên wê de çawa dinirxînin?
Tevgera femînîst li Tûnisê tevgereke kevnar e û bi vegera li tevgera neteweyî ya beriya serxwebûnê, em ê bibînin ku jinan roleke çalak lîstiye û prensîba kolonîzasyonê û pêkanîna mafên jinan di beşdariya gel de parastiye. Piştre rola wê di avakirina dewleta modern de hebû û ev ji kesê jî nayê veşartin. Lê belê tevgera femînîst a serbixwe koka xwe bi yaneya jinan " Taher El-Heddad " girt û piştre jî di komîteya lêkolînên li ser pirsgirêkên jinan di nava Yekitiya Karkerên Giştî ya Tûnisê de. Bi vî awayî, di dawiya salên 1980’yî de, em gihîştin damezrandina du komeleyên serbixwe, "Komeleya Jinên Demokrat" û "Komeleya Jinan a Tûnisê" ji bo piştgirîkirina hewldanên pêşveçûnê. Ew du nuqteyên ku berdewamiya tevgera femînîst misoger dikin û xwedî rolek girîng in, nemaze Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ku di hemû astan de têkoşiya û xwedan zêdekirinên herî girîng bû wekî komeleyek femînîst ku bi tevahî wekhevî û hemwelatîbûna rastîn pêgirî kir..
Derketina tevgera femînîst li Tûnisê derewa îdiayên rejîmê eşkere kir, ji ber ku rastiya jinan li Tûnisê rastiyeke cudaxwaz e û cihê axaftinê li ser mafên jinan di bin dewleteke zordar û polîsan de nemaye. Her wiha li ser şêwaza civakê û zagonên ku me daxwaza guhertina wan kiribûn xwend. Nêrîneke zelal a demokrasiyê, veguhestina desthilatdariyê, çawaniya girêdana mafên siyasî bi mafên taybet û girêdana mafên takekesî bi mafên kolektîf re hebû. Ev hemû ji aliyê tevgera femînîst a ku heta asteke mezin beşdarî şoreşê bû, hat hilberandin.
Ez dibînim ku tevgera femînîst gelek caran dikaribû li Tûnisê bi qasî ku pêkan be gelek komên civakî bike yek. Îro dema ku em hejmara tevgerên ku bi pêşengiya tevgera li dijî tundiyê û parastina mafên jinan û mafê wê yê gihandina dadmendiyê û pirsgirêkên din ên ku ji aliyê jinan ve piştgiriyek mezin wergirtine dinirxînin, em têdigihîjin ku bandora xurt a tevgerê çi ye û em peyamek didin aktorên siyasî ku wan neçar bikin bi xurtî têbikoşin li dijî tundiya li ser jinan û mijarên din. Ev ji bo tevgera femînîst a Tûnisê ku li benda xebatek mezin e, ji bo ku bibe partiyek di teşekirina paşeroja Tûnisê de, mijarek bi rûmet e.