Dr. Nîreh Ensarî: Ji bo demokratîkbûna Îranê divê destûra bingehîn hilweşe

Li Îranê di salekê de 18 jê jin û zarok, 500 kes hatin darvekirin. Pispor, nivîskar û lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Dr. Nîreh Ensarî, di derbarê da ajansa mera axivî û got: “Şertê yekem ji bo demokratîkbûna Îranê, hilweşandina destûra bingehîn e.”

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – 10’ê Cotmehê wek Roja Cîhanî ya Li Dijî Cezayê Îdamê hat qebûl kirin. Hewldanên ji bo qedexekirina cezayê îdamê tên kirin di demekê de ku gelek welat, di nav de welatên ku qanûnên wan li ser bingeha Şerîet û olî ne, hîn jî vê cezayê hovane bi berfirehî ji bo cezakirina sûcdaran an ji azadîxwazan bikar tînin.

Îran yek ji wan welatan e ku Îslam û Şiî ola wê ya fermî ne û destûr û yasayên tawanan jî li ser bingeha olê ne. Tevî nerazîbûnên berfireh ên li dijî bi darvekirinên bê hejmar ku li Îranê pêk tên, lê bikaranîna vî cezayî bi taybetî di salên dawî de zêde bûye. Li gorî amarên herî dawî yên ku ji aliyê raporên taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Îranê û rêxistinên din ên mafên mirovan ve hatine pêşkêşkirin, ji meha Çile ya sala 2024 ve heta niha zêdetir ji 500 kes li Îranê hatine îdamkirin ku 18 ji wan jin û zarok jî di nav vê amarê de cih digirin.

Her wiha li gor amarên cîhanî ji sedî 75’ê îdamên cîhanê di sala 2023 an de girêdayî Îranê bûne.

Cezayê îdamê li Îranê û makezagona xelet

Tiştê ku Îranê ji welatên din cuda dike, bi karanîna hukmê îdamê ye ji bo tepisandina dijberên hikûmetê di bin sernavê kiryara li dijî ewlehiya neteweyî, serhildan û şer. Ji ber ku ev ceza ji salên 60’î ve di du salên dawî de bi awayekî berfireh hatiye bi karanîn. Bi taybetî piştî destpêka serhildana “Jin Jiyan Azadî”, carek din cezayê darvekirinê bû amûrek ji bo tepisandina netewên bindest, jinên ku bi beşdariya  xwepêşandanên  daxwaza mafên xwe yên bingehîn kirin. Şerîfe Mihemedî ya çalakvana sendîkaya karkeran û Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, ji wan jinan in ku di girtîgehên Îranê de bi îdamê hatine mehkûmkirin û bicîkirina vê hukmê mafê wan ê jiyanê dixe metirsiyê.

Pispor, nivîskar û lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Dr. Nîreh Ensarî ya derbarê darvekirinên li Îranê bersiva pirsên me da, di serî da qala sîstema Îranê ya ku mafê ciwak û jinan binpe dike kir. Dr. Nîreh Ensarî wiha got: “Ji ber ku Îran sîstemeke demokratîk nîne, sîstemeke olî ya îdeolojîk û desthilatdar e. Ji ber vê yekê her cure daxwazên welatiyan ên li ser mafên xwe dijberiya pergalê ye. Cezayê îdamê li Îranê wek alaveke hikûmetê te bi kar anîn. Li welatên wek Îranê yên xwedî hukmê îslamî, îdamê zêdetir armancek siyasî ye ji pabendbûna bi fiqha Îmamiyan ku tê bikaranîn. Ji bo bi gehêjin armancên siyasiyan biparêzin ew helwesta xwe bi xwe dikin. Li Îranê cezayê îdamê ne tiştekî din e ji bilî alaveke hikûmî ku xwe li hember her cure zerereke li ser rewşa jiyana xwe diparêze, bêyî berçav girtina mercên heyî, vê kiryara nemirovane pêk tîne. Sedema zede kirina vî cezayî ew e ku ji pergala ku van sûcan çêdike û mezin dike re alternatîfek were dîtinê.”

‘Cezayê îdamê amûreke dewletê ye ku jiyana xwe berdewam bike’

Dr. Nîreh Ensarî qala bidarvekirin û binpêkirina hovane ya mafên mirovan di Îranê de kir û got: “Yek ji erkên sereke yên hikûmetê kontrolkirina mehkûmê ye û bi taybetî jî diyar kirina sizayê wê ye. Lê cezayê îdamê di dadgeheke ne adilane de û bêyî gihandina parêzerekî bijarte tê cîbi cîkirin. Berhema rewşek ne exlaqî û tirsnak e. Bila di bin şert û mercan de û ji aliyê hikûmetê ve ji bo gelên civakê were bi cîkirin. Bingeha sûcê siyasî di sîstemeke ne demokratîk û girtî de ye. Lê li Îranê her çendî ku di destûra vê rejîmê de behsa azadiya gotinê hatiye kirin, lê piştî xwe bi şertekî ve girêdayî ye. Ango dibêje azadiya gotinê heya ku li dijî pîvanên îslamî û şerîetê nebe, heye. Ji ber vê yekê, şert û mercên  bingehîn di binyada xwe de avabûna makezagonê berevajî dike.

Ji ber vê yekê her cure daxwazên hemwelatiyan derbarê mafên wan de wek dijberiya sîstemê dihesibîne û ji ber ku destûr bi rastî ji fiqha îmamiyan tê û her cure dijberiyekê wek şer û dijminatiya xwe dihesibîne.”

‘Sûcên siyasî berhema dewleta bê exlaqî û terör kirina hikûmetê ye’

Dr. Nireh Ensarî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku ev rejîm bi xwe vê cezayê diyar dike û kontrol dike, û piştre jî ceza di bin çavdêriya wê de ye” û domand: “Saziya dadwerî ya girêdayî saziyên din ên weke wezareta Îstixbarat û ewlekariyê, pasdarên şoreşê û desteya serkirdayetiya ku li ser xala 110 a destûrê hemû siyasetên rêveberî û cîbi cîkirinê spartine kesekî. Ev hemû zincîrek in ku dikarin tawankarekî siyasî bi afirînin û li gora wê siza bikin û ev tawanbar jî ku tawaneke xeyalî ye. Weke mînak li dijî ewlehiya sîstemê, an jî dozên bi vî rengî rû bi rû dimînin û piştre cezayê îdamê werdigirin, ev yek nîşan dide ku dê tirs û xof li tevahiya civakê belav bike, ji ber vê yekê mirovên din ditirsin da ku daxwaz û daxwazên wan rastî cih bên. Bi berçavgirtina felsefe û pêkhateya vê sîstemê, diyar e ku sizaya îdamê serekîya her sizayekê ye.

‘Sûcên siyasî li Îranê ne xwediyê pênaseyeke zelal e’

Dr. Nireh Ensarî, amaje bi dîroka cezayê îdamê û guhertinên ku di wê de hatine kirin dike û dibêje: “Sûcên siyasî yekem car beriya ronesansê û şoreşê di qanûna tawanan a Fransayê de cih girt. Lê paşê, li ber çavan ku ramyarên mezin wek Voltaire Diderot li ser azadiya raderbirînê ya welatiyan axivîn û hat qebûl kirin ku azadiya raderbirînê yek ji mafên bingehîn ên mirovan e. Lewma piştî şoreşê ev sûcê siyasî hêdî hêdî ji qanûnên cezayê yên Fransa û welatên din ên Ewropayê hat derxistin. Li Îranê siza bo tawanên siyasî heye. Lê belê qanûndaneran nekariye pênaseyeke zelal ne diyar e û madeya 281 a yasaya cezayên Îslamî jî bi cudahî ve girêdayî ye. Pirsgirêk û sûcên cûda tomar kirina di bin navê sûcê siyasî de li dijî zanista hiqûqa ceza ye.”

Dr. Nireh Ensarî, qala pirsgirêka bingehîn û pêkhatî ya qanûna bingehîn a xelet a Îranê dike û dibêje: “Di destûrê de dema ku prensîpa yekem bi ol ve girêdayî ye. Bi navê Îslamê di zagoneke dayîkê de dest bi fermîbûna xwe dike û piştre di prensîbên xwe de tekez dike ku divê hemû qanûn, rêzikname û biryar li ser esasê hiqûqa îslamî û pîvanên îslamî bin. Lewma di qanûna cezayên îslamî de tiştekî xwezayî ye ku em dibînin. Ku li ser bingeha wî darvekirin, kevir kirin û jêkirina parçeyên laş heye ku ti têkiliya wan bi pergala dadwerî ya nûjen re nîne.”

‘Yasa qatilên jinan diparêze’

Dr. Nireh Ensarî got, “Cuda kirina qanûnên heyî, nebûna ceza kirina mêran û berovajî wê, cezayê giran bo jinan ne” û wiha domand: “Di yasayên rejîma berê de, li gor yasayên cezayên giştî, eger jin û mêran heman tawan jî bi heman awayî hatine ceza kirin û ev jî di qanûnê de ye ku dema bav zarokê xwe dikuje ji cezayên qanûnî bê par e. Bav weliyê zarokê ye, lewra sernavê parastina rewa yan jî parêzgariya zarokê rewa bûna ceza kirina wî diyar dike. Bi rastî em dikarin bibêjin ku û bavên ku di bin navê kuştina namûsê de jinan dikujin ew dibêjin ku di serî de parastina qanûnê li ser wan heye û li ser van mijaran gelek mêrên ku mebesta kuştina jin an keç û xwişkên xwe hene ji vê parastina qanûnî haydar in.

Ev di rewşekê de ye ku eger jin li ber çavê paşeroja xwe ya malbatî û tundiya ku di nav malbatê de tê jiyîn, Ji ber teqîna hêrsê û rewşeke nebaş a ku qet bi fermî nas nekiribe, an jî tundûtûjiyê, nikaribe bersiveke rast bide. Lê di demekê de teqiya û xwe parastin dike, lê ev jin bi îdamê tê mehkûmkirin. Destûr bi çi awayî maqûl be û ji aliyê civakê ve were piştgirîkirin yan jî weke yasayên Îranê neyê piştguhkirin, çanda ku jê dertê dikare bikeve nav civakê, îdamên ku li ber çavan tên kirin yek e.”

‘Di nav du salan de darvekirin zêde bûne’

Nireh Ensarî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna îdamên giştî di van du salên borî de ji bo tirsandina civakê û wiha got: “Bi vî awayî dixwazin zêdetir tirsê li civakê bixin û civakê ji daxwazên xwe dûr bixin, lê civaka niha ya Îranê bi taybetî jî nifşê ciwan û jinan, ew civak ne du sê sal berê ye û paşde naçe. Hemû îdamên keyfî ji wê yekê tê ku hikûmet nikare desthilatê li ser civakê bike, hewla wê ew e ku vê bê hêvîbûn û şikestinê bi îdamên zêdetir nîşanî civakê bide.”

Nireh Ensarî derbarê bêdengiya welatên din li hember van îdamên keyfî de jî dibêje: “Welatên xwedî qanûnên demokratîk berjewendiyên xwe yên netewî dihesibînin ji ber ku peymanên bazirganî bi hikûmetên Îslamî re hene. Lê berpirsiyariyeke navneteweyî ya ku van welatan li ser heye ew e ku bi bi karanîna mekanîzmayên qanûnî yên heyî yên wekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku mafê jiyanê nas dike û siyasetê li pêşiya mafan nas dike, berpirsyar bin.”

‘Şertê yekem ji bo demokratîkbûna Îranê, hilweşandina destûra bingehîn e’

Nireh Ensarî anî ziman ku şertê bingehîn ya demokratîkbûna Îranê ew e ku gel xwedî mafên xwe yên bingehîn be. Nireh Ensarî got: “Ji ber vê yekê jî divê destûr bê guhertin û berî wê jî ji aliyê qanûnî ve rêze urf û rêzikname bên ber çavan, ku divê em bikin."