Doza rojnameger û nivîskar Roza Metîna taloqî 14’ê Îlonê kirin

Yekemîn Daneşîna Doza derbarê rojnameger û nivîskar Roza Metîna de hatibû vekirin taloqî 14'ê Îlonê hat kirin.

 
Amed - 20'ê Mijdara 2020'î ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de operasyon hatibû destpêkirin, rojnameger û nivîskar Roza Metîna jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Daneşîna yekema a doza derbarê Roza Metîna de ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li Daneşînê Roza û parêzerê xwe Resul Temur amade bûn. 
Di danişîna ku piştî tespîta nasnameyê îdaname hat xwendin de Roza parastina xwe kir. Roza diyar kir ku ew rojnameger e, endama Komeleya Nivîskarên Kurd e û komele jî komeleyek qanûnî ye. Roza derbarê pirtûkên ku li mala wê hatin desteserkirin de jî diyar kir ku ew rojnameger û nivîskar e û ew pirtûk jî bi armanca lêkolînê anîne malê. Roza diyar kir ku tu têkiliya wê bi KCD'ê re tune ye û xwest ku bê beraetkirin.
Heyeta dadgehê derbarê Rozayê de xwest mutala bê amadekirin, biryar da ku dosya ji dozgeriyê re bê şandin û doz taloqî 14'ê Îlonê kir.