Doza ku parastina kiryar a 'tehrîk' hat asasgirtin 3 sal in bi encam nebûye

Doza Muteber Akbulut a ku di Mijdara 2019’an de ji aliyê Hasîp Akbulut ê ku pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin, tevî 3 sal derbas bûn jî hê bi encam nebûye. Di dosyaya ku kiryar parastina tehrîkê kir de, rapora ehliyeta sûc a kujerê Muteber Akbulut û rapora DNA’yê ya ku zarok ji wî ne yan na, hatin xwestin. Parêzera dozê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş bal kişand ku ji bo kujer kêm ceza bigre her rê tên ceribandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed- Hasîp Akbulut ê ku li Taxa Altiok a navçeya Bismila Amedê dijî, di 3’ê Mijdara 2019’an de Muteber Akbulut a ku pê re zewicîbû qetil kir. Di 3'ê Çileyê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hasîp Akbulut de bi îdîaya "Bi qestî hevjîna xwe kuştiye", "Bi hesteke cinawirî yan jî îşkenceyê hevjîna xwe kuştiye” îdianame hat amadekirin. Tevî ku 3 sal di ser cînayetê re derbas bû ye jî di 8 danişînên ku hatin dîtin de doz bi encam nebû.
Di cînayetê de parastina 'xapandinê' qilif tê nîşandan!
Hat hînbûn ku Muteber Akbulut a di zewaca xwe ya 32 salan de rastî tundiya fizîkî û derûnî hatiye, ji ber zextên civakî nikaribûye kiryar Hasîp Akbulut berde. Dema ku di doza bêbiryar de, kujer di îfadeya xwe de parastina "tehrîke" dikir, wiha got; "Min xapandiye, zarok ne ji min in." Heyeta dadgeha ku îfadeyên kujer li ber çavan girt, ji bo biryar bide li benda mînakên xwînê yên ji bo 2'emîn Dadgeha Malbatê ya Amedê re hatiye şandin û li benda raporên testa DNA'yê ya ji Saziya Tiba Edlî re hat şandin e. Di navbera kujer û zarokên wî de dê test were çêkirin. 
Rapora ehliyeta sûc hat xwestin
Di danişîna ku ji bo kiryar daxistina tehrîkê hat xwestin ya ku cara dawî meha Kanûnê hat kirin de, rapora ehliyeta sûc a sûcdar temam bûye yan ne jî hat xwestin. Hat xwestin ku rapora Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku bersûc li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê tê ragirtin hat şandin, ji dadgehê re bê şandin.
"Ji dermanên ku kiryar bi kar anî tu encam derneket" 
Ji parêzerên dosyayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş pêvajoya dozê ya ku 3 sal in bi encam nebûye nirxand. Elîf Tîrenç Îpek Ulaş a diyar kir ji roja ewil û vir ve êrîşkar bi îfadeyên 'tehrîk' parastinê dike, wiha axivî:
“Dema ku dozê hê berdewam dikir, ji aliyê bersûcan ve li dadgehên malbatan doza girêdana genetîk hatiye vekirin. Li ser vê yekê dadgeh biryar da ku li benda encama vê dozê bimîne.
Dema ku dozê berdewam dikir, dadgehê biryar da ku lêkolîn bike ka kiryar xwedî ehliyeta sûc e yan na. Ji bo vê jî dermanên derûnî yên ku bersûc çend sal berê bi kar anîne hatin lêkolînkirin lê piştre tu encamek nehat bidestxistin.” 
"Ji bo ku kiryar kêmtir ceza bigre hemû rê tên ceribandin”
Elîf Tîrenç Îpek Ulaş anî ziman ku ev pêkanîn herî zêde ji bo parastina sûcdaran tên kirin, wiha axivî: “Hemû mijarên ku ji bo kêmkirina tehrîke di dozên demdirêj de ji bo kiryaran dikarin bên sepandin û rewşên ehliyeta sûc ji hêla dadgehan ve tên lêkolînkirin û di encamê de, ji bo sûcdar bi cezayek bi kêmî xilas bibe hemû rê tên bikaranîn. Ev hemû rêbaz di dosyaya Muteber Akbulut de hatin ceribandin û ji ber vê yekê darizandin demeke dirêj domiya. Dema darizandinên demdirêj û pêvajoyên binçavkirinê dirêj dibin, ji bo berjewendiya kiryar tê şîrovekirin.”
9'emîn danişîna dosyayê ya ku li benda raporê ye dê di 30'ê Adarê de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.