Doza ku 6 salan berdewam kir bi beraetê bi encam bû

Lêpirsîna ku di sala 2014'an de li dijî sê jinên di navbera wan de Dayika Aştiyê jî hebû hatibû vekirin, 6 sal şûnde bi encam bû. Ji doza ku sê jin dihatin darizandin biryara beraetê derket.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Amedê sê jinên ku di navbera wan de dayika aştiyê jî heye, ji sûcdariya "propagandaya rêxistina terorê" ya der barê wan de bi hinceta axaftin û dirûşmên xwe yên di dema "Kursiya Gel" a di Sibata 2014'an de hatibû avakirin de, beraet bûn. Der barê Dayika Aştiyê Havva Kiran, Yuksel Bodakçi û Saniye Bozkurt ên ku di 15'ê Sibatê de li kursiya ku li taxa Batikentê ya Amedê hatibû avakirin axivîbûn, di sala 2016’an de bi sûcdariyên der barê wan de îdianame hat amadekirin. Doza ku ji sala 2016'an û vir ve di pêvajoya darizandinê de ye, di danişîna 18'emîn a ku di meha Adara borî de hat dîtin bi dawî bû. Dadgehê, di danişîna ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de ji ber ku sûc hêmaneke hiqûqî pêk nayne der barê kesan de biryara beraetê da.

Darizandina wan 6 sal berdewam kir

Der barê jinên ku di sala 2014’an de beşdarî kursiyê bûn di heman salê de lêpirsîn hatibû vekirin, îdianameya lêpirsînê di sala 2016’an de hatibû amadekirin. Ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve der barê jinên ku beşdarî kursiya gel a bi destûra walîtiyê hat lidarxistin û 3 rojan berdewam kiribû de, bi sûcê "propagandaya rêxistina terorê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de dirûşmên ku Yuksel Bodakçi û Saniye Bozkurt berz kirine û axaftina Dayika Aştiyê Havva Kiran a li ser kursiyê sûc hatibû hesibandin.

Axaftina ku li ser kursiyê hat kirin sûc hat hesibandin

Di Axaftina Havva Kiran a li ser kursiyê de ku tê îdiakirin sûc e, ev tişt cih digrin: “Hemû jinên Amedê, Dayikên Aştiyê hûn hemû bi xêr hatin. Înşalah em ê serokê xwe ji wir derxin. Serokê me bêsûc bû. Bêqusûr bû. Serokê me birin girtîgehê û di nîvê behrê de hiştin. Serokê me tenê ji bo gelê Kurd kar kir. Heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li cem serokê xwe bin. Em ê li pişt wî bin."

Ji bo sûcdarkirinan hêmaneke hiqûqî nehat dîtin

Dema ku di îdianameya bi van sûcan hatiye amadekirin de daxwaza cezakirina jinan hat xwestin, darizandina jinan 6 sal berdewam kir. 18'emîn danişîna dozê di 31'ê Adarê de bi encam bû. Heyeta dadgehê der barê jinên ku ji ber axaftin û dirûşmên ku qîriyan e ceza li wan hat birîn, bi gotina “Ji ber ku sûcê propagandayê ye, hêmanên hiqûqî pêk nayne, li ser navê raya giştî biryara beraatê tê xwestin” der barê jinan de biryara beraetê da.