Doza der barê Bêrîtan Canozer de hatibû vekirin hat redkirin

Doza ku der barê rojnameger Bêrîtan Canozer de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, bi hinceta ku berê bi heman sûcê hatiye darizandin, biryara redkirina dozê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Duyemîn danişîna doza der barê rojnameger Bêrîtan Canozer a ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umit Akbiyik di 25’ê Nîsanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û girtin û piştî 58 rojan hat berdan, li Amedê hat dîtin.

Di danişîna li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Bêrîtan Canozer û parêzerê wê Muharrem Erbey amade bûn. Şahidê eşkere Umît Akbiyik jî bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli rûniştinê bû. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), MLSA, ÎHD û rojnameger ji bo piştevaniyê tevli danişînê bûn.

'Ji sala 2015'an û vir ve bi tacîza edlî re rû bi rû me'

Bêrîtan Canozer di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez 10 sal in rojnamegeriyê dikim. Min gelek nûçeyan çêkir. Min li navçeya Sûrê nûçe çêkirin. Min ev yek bi dizî û nepenî nekir. Ev jî sûc nayê hesibandin." Bêrîtan Canozer, da zanîn ku ji sala 2015'an ku cara yekem hat binçavkirin vir ve bi tacîza edlî re rû bi rû maye û wiha got: "An bi îfadeyên şahidên eşkere yan jî şahidên veşartî, yan jî ji ber nûçeyên ku min çêkirine der barê min de lêpirsîn tên vekirin. Berê di gelek dozan de biryarên beraat û neşopandinê dihatin dayîn. Nûçeyên li ser bûyerên civakî yên li bajarekî diqewimin berpirsiyariya rojnamevanan e. Rojnamevanî ne sûc e. Ji ber ku ez di çapemeniya Kurd de dixebitim rastî van zextan têm.”

'Darizandinek mukerrer heye’

Berîtan Canozer, bal kişand ku ji 800 nûçeyên çêkirine tenê 20-30 jê hatine hilbijartin û li dosyayê hatine zêdekirin û da zanîn ku tê xwestin rojnamevanî bê manîpulekirin. Bêrîtan Canozer, diyar kir ku di warê polîtîka, jin, zarok, ekolojî, aborî, spor û tenduristiyê de bi dehan nûçe çêkirine û wiha got:

“Berê jî ji ber nûçeyên ku min li Sûrê çêkir, hatim darizandin û dûre min beraet kir. Ez vê demê jî rojnamevan bûm, îro jî rojnamevan im, tu pozîsyonek min a cuda nîn e. Ji ber ku salên 2015 û 2016’an vedibêje, têkilî berdewam dike. Ango darizandinek mukerrer heye. Bûyera herî sembolîk a vê dosyayê jî heta niha makîneya min a wênegirtinê di destê emniyetê de di bin kontrolê de ye. Her wiha mijara herî bingehîn xebata min a di çapemeniya Kurd de ye. Ev jî ne sûc e. Ez ji bar van hemû sedeman beraeta xwe dixwazim.”

Parêzer Muharrem Erbey jî da zanîn ku wan parastina xwe ya nivîskî pêşkêş kirine û ew mutalaaya dozger qebûl nakin û berata muwekîla xwe xwest.

Dadgehê bi hinceta Bêrîtan Canozer berê bi heman sûcdariyê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye darizandin, biryara redkirina vê dozê da.