Diyardeya parsekiyê di nava zarokên Idlibê de zêdetir dibe

Şer û pevçûnên ku çêdibin, zêdetir jiyana zarokan vediguherînin dojehê. Zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirina baş a madî û manewî heye; ji ber şerên ku mezin derdixin, xwe di nava jiyana zor û zehmet de dibînin ku ev yek ne li gorî tu awayê zarokatiyê ye. Idlib yek ji wan deran e, zarok ji beden û temenê xwe girantir di bin barê jiyanê de ne. Ev zarok hem dixebitin hem jî ji birçîna parsekiyê dikin.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Diyardeya parsekiyê li Idlibê bûye diyardeya herî belav û piraniya kesên ku parsekiyê dikin ji ategoriya zarokan in ku şert û mercên şer, xizanî û koçberiyê ew li pêşberî vebijarkek yekane danîne, ku ew jî parsekî ye. 
Zarokê bi navê Wael El-Fastaq ku temenê wî heft salan derbas nake, dema xwe li ber deriyên parkan, firoşgehan û xwaringehan derbas dike, alîkariya darayî yan tiştek ku ji rêwiyan û xwediyên dikanan were bikaranîn dipirse. Ji bo ku ew di dawiyê de miqdarek dirav berhev bike da ku nan û hinek xwarin ji diya xwe ya nexweş û birayên xwe re peyda bike.
Wael El-Fastaq, bi kincên xwe yên qirêj û perçebûyî û pêlavên xwe yên westiyayî dibêje ku ew li kampên Idlibê bi diya xwe û şeş birayên xwe re dimîne, piştî ku ew ji gundê Talmansê, li başûrê Idlibê koçber bûn, ew jî  ji ber bombebarana zêdetirî du salan. Di domandina axaftina xwe de got: "Em di nav kampê de bi hejarî û belengaziyê re rû bi rû ne, bi taybetî piştî girtina bavê me zêdetirî çar sal berê. Jixwe dayika me jî bi nexweşiya dil e.
Wael Al-Fastaq alîkariyek sembolîk ji rêwiyan werdigire û carna ew ji ber vê karê xwe ji hêla hin kesan ve tê acizkirin.
Ji ber ku debara malbata xwe dike nikare bixwîne
Wael Al-Fastaq niyet nake ku dev ji vî karî berde û beşdarî dibistanê bibe di destpêka sala xwendinê ya nû de û sedem ev e ku malbata wî hewceyê diravê ye ku ew bi du birayên xwe re bi heman awayî berhev dike da ku alîkariya wan bike û barê jiyanê yê ku misogerkirina wê pir dijwar bûye hilgirin ser xwe.
Devjêberdana dibistanan ku gihîştin rêjeyên metirsîdar li Ibdlibê ku digihîje ji sedî 50 ji hejmara giştî ya şagirtan, têkiliyek wan a rasterast bi belavbûna diyardeya parsekiyê di nav zarokan de heye ku bi gelek şêweyan pêk hat, di nav de firotina qutiyên biskiwît û destmalên kaxezê li kolanan.
Zarokê deh salî, Remez El-Sabûr, tenê salek ket dibistanê dema ku ew di pola yekemîn a dibistana seretayî de li gundê xwe, Kafrûma, li gundewarê başûrê Idlibê bû, berî ku ew bi malbata xwe re bireve kampên bakur. Ji wê hingê ve, ew li derdora riyan û li kuçeyan biskuwîtan li kolanan difroşe.
“Dîmenên zarokên parsek êşa wan a ku ji ber şer dikşînin nîşan dide”
Dema ku mirov li kolanên qelebalix ên Idlibê be dimeşe, hew mirov dibîne ku hejmarek ji parsekvanan bi lez êrîşî mirov dikin û bi awayên cur bi cur alîkariyê dixwazin. Ev dîmen êşên van zarokan ku şer ew neçar kirin dev ji dibistanên xwe berdin û ji biçûktirîn mafên xwe bêpar bimînin, nîşan dide.  
Pispora derûniyê Faten Swede ya 40 salî, dibîne ku diyardeya parsekiyê, ya ku vê dawiyê di nav zarokan de zêde bûye, encamek xwezayî ye ji zêdebûna asta hejariyê li herêmê û wiha axaftina xwe domand: "Rayedar û rêxistinên civaka sivîl ku bi kêmasî jî naxebitin ji bo dermankirina diyardeyê di ber vê yekê berpirs in. Ew hewl nadin ku van zarokan vegerîniin cihên wan ên bingehîn ku ew jî dibistan e. 
Pispora derûniyê Faten Swede, di dawiya axxaftina xwe de got: "Agahiyên fermî yên zelal li ser hejmara zarokên parsek di nav gund, bajarok û bajaran de ku ji cihê rûniştina wan dûr in, tune ne, bi mebesta ku ew neyên naskirin û bibin sedema şerma civakî ku rê li ber serjimartina diyardeyê digre. Li gorî texmînên Sindoqa Pereyan a Navneteweyî rêjeya xizanî û bêkariyê gihîştiye ji sedî 90.