“Divê jin di mijarên destdirêjiyê de bêdengiya xwe bişkînin”

Hiqûqnas Randa El-Elamî got ku di dema xebatên komeleyê de li ser projeya bertîla cinsî, li ser çend mijaran hatiye rawesandin. A yekem tirs e ku taybetmendiya berbiçav a mexdûran e dikevin ber vê cure bazarkirin, danûstendin an bertîlê.

HENAN HARIT

Mexrib- Bertîla zayendî diyardeyeke berbelav e di gelek civakên Erebî de, ku jin di berdêla xalan de yan jî di berdêla kar de, rastî danûstandinên cinsî tên û ji tirsa adatên civakî bêdeng dimînin.

Têkiliyên cinsî di berdêla xalan de

Li Mexribê di van demên dawî de hin zanîngeh ketine ber fedîhetan, hin mamosteyan hewl dane ku hêza xwe bi îstîsmarê nîşan bidin û di berdêla serkeftinê de bi xwendekarên keç re bazar û danûstendinê dikin. Ev mijar di van demên dawiyê de di medyaya Mexribê de bi navê pirsgirêka "Cins di berdêla xalan" de tê zanîn.

Hûrguliyên dosyayê vedigerin nêzî sê meh berê. Piştî  ku axaftin bi awayekî ne aşkere derketin ku tê de nameyek pornografîk heye, di navbera mamoste û xwendekarek de pêk hat û tê de mamoste li ser berdêla ku dê ji bo wan alîkariyê bike pirsî ku ew jî pêwendiya cinsî ye û heta niha lêpirsîna der barê vê dosyayê de berdewam dike.

 Ajansa me hewl da xwe bigihîjîne xwendekarên jin ên ku rastî vê rewşê hatine lê ew di rewşek tirsê de bûn û wiha gotin: "Civaka baviksalarî mexdûran şermezar dike û destekê dide sûcdaran, lewma bêdengiyê dipejirînin ji tirsa fedîhetê.” Lê di nav wan de yek ji wan xwendekaran bi navê Nadiya X. hebû ku gelek wêrek bû, ji bêdengiya xwe derket û axivî. Diyar kir ku wê li bajarê Settat, li nêzî Dar EL-Beyda, li Fakulteya Hiqûqê dixwend.

Şikandina bêdengiyê û eşkerekirina diyardeyê

Nadiya X. gelek tacîzên ku ji aliyê profesor ve li zanîngehê hatine kirin eşkere kir û wiha got: "Piştî êşên derûnî, min dikaribû bêdengiya li ser şantajên cinsî yên ku ji aliyê profesor ve hatine kirin bişkînim. Ez ji aliyê profesorê xwe ve rastî şantajê dihatim lê min serî netewand û her tim dijberiya wî dikir û ji bo ku dawî li van pêkanînan bînim, gilînameyek pêşkêşî serokatiya zanîngehê kir û behsa reftarên profesor li hemberî xwe kir. Piştre ez ji dûrxistina xwe ji dibistanê matmayî mam, ez di wê baweriyê de me ku ev biryar wek tolek bû ji ber ku min serî ji şantaja cinsî re netewand.

Nadiya amaje bi wê yekê kir ku şikandina wê bêdengiyê piştî dudiliyeke dirêj pêk hatiye, piştî ku ew pê bawer bûye bêdengî dê pirsgirêkên wê çareser neke, berevajî wê pirsgirêkên wê kûrtir bike û wiha domand: "Ez xîtabî hemû xwendekarên mexdûr dikim divê em bazariyên ku di çarçoveya bertîla zayendî de rû bi rû ne, eşkere bikin. Ji ber ku îro qanûn hene dikarin me hemûyan biparêzin. Tevî ku civaka em tê de dijîn bêrehm e jî divê em bêdeng nemînin heta dawî li van pêkanînan were.”

Nadiya diyar kir ku bûyerê bandor li jiyana wê ya şexsî kiriye û ji ber tiştên ku hatine serê wê ji hevserê xwe cuda bûye

Teşwîqkirina mexdûran ji bo axaftinê

Ji aliyê din ve, Komeleya Hişyariya Jinan a li Mexribê li ser projeya bertîla zayendî kar dike, ji ber ku wê pişta xwe bi hejmarek medyayê ve girê daye ji bo ku diyardeyê derxe holê û mexdûran teşwîq bike ku biaxivin.

Cîgira Seroka Komeleya Hişyariya Jinan Randa El-Elamî anî ziman ku yek ji girîngtirîn projeyên ku komele li ser dixebitî, bertîlxwarina zayendî ye û armanc ew e ku hewl bidin ku diyardeyê eşkere bikin û wiha lê zêde kir: "Her çend em dibînin ku bertîlxwarina zayendî li hin beş, zanîngeh û cihên kar heye jî eşkerekirina van kiryaran hema bêje tune ye. Ji ber ku di civaka me de ev şerm û qedexe  ye her wiha jin jî ji ber hemû tiştên ku diqewimin tên sûcdarkirin û bêdeng dimînin. Ji ber vê yekê projeya me armanc dike ku vê diyardeyê derxe holê ku her kes hebûna wê bizanibe.

Randa El-Elamî diyar kir ku di çarçoveya vê civînê de bi ciwanan re hevdîtin hatine kirin û xalên hestiyariyê yên ku li ser rûpela komeleyê hatin weşandin hatin temamkirin da ku hejmara herî zêde ji şopîneran bikaribin li wan temaşe bikin, nemaze ku zimanekî sade hat îtîmadkirin û li ser têgîna bertîlê ya zayendî û bandorên wê hat axaftin. Her wiha me bernameya "Çîroka xwe bibêje" da destpêkirin da ku em ronî bidin ser encamên bertîlê yên zayendî yên li ser mexdûran ku di navbera derûnî, civakî û aborî de diguhere.

Piraniya pêkanînan ji aliyê kesên xwedî desthilatdarî ve tên kirin

Hiqûqnas Randa El-Elamî got ku di dema xebatên komeleyê de li ser projeya bertîla cinsî, li ser çend mijaran hatiye rawesandin. A yekem tirs e ku taybetmendiya berbiçav a mexdûran e  dikevin ber vê cure bazarkirin, danûstendin an bertîlê. Ji ber ku piraniya van pêkanînan ji hêla kesên xwedî hêz û bi bandor ve têne kirin.

Randa El-Elamî tişta ku li Fakulteya Hiqûqê ya bajarê Settatê bi jineke ciwan û hevalên wê re rû da, bi hinceta ku di ezmûnê de xapandin kirine bi bîr xist û got ku hin xwendekar hene li ser pêşeroja xwe ya xwendinê bi tirs in û ji wan nayê bawerkirin. Her wiha ji ber ku baweriya wan bi dadweriyê nayê, ramana wan heye ku ger serî li dadrêsiyê bidin jî wekheviyê nabînin ji ber ku yê din xwedî bandor û desthilatdar, di vê rewşê de jinan neçarî teslîmbûnê dikin.

Randa El-Elamî bal kişand ku tevî zêdebûna vê dawîyê di dozên bertîla cinsî de, ev nayê wê wateyê ku mexdûran li Mexribê dikaribûn vê tabûyê bişkînin. Ji ber ku ev mijar hê jî bi gelek qedexeyan dorpêçkirî ye û rê li ber nêzîkbûna mirovan digre.

 Li zanîngeh û kargehan tedbîrên girîng

Randa El-Elamî teqez kir ku divê tedbîrên girîng bên girtin, çi li kar, çi li zanîngehan û çi li dibistanan, ji bo ku dawî li van kiryarên li van deveran bê anîn. Ji ber ku ev cure bertîla zayendî dikare di nava xwe de bi navê desthilatdarî, bi îstîsmarkirina bandorê û hebûna mirovan di cihên biryardanê de belav bibe. Divê mekanîzmayên ragihandinê yên bi ewle werin dîtin ku cureyên gendelî û bertîlê yên jin dibin qurbaniyên wan li ber çavan bigrin.

Di berdêla kar de têkiliyên cinsî

Mijara danûstandina cinsî ji bo xalan ne tenê ye ku raya giştî li Mexribê hejand, berî çar salan mijarek din hebû ku girêdayî têkiliya cinsî di berdêla kar de, qurbaniyên wê yekê jî komek rojnamevan û karkerên jin li yek saziyên medyayê yên naskirî bûn.

Çîrok bi serdegirtina hêzên polîs ji baregeha rojnameyê dest pê kir, piştî nîvroya roja Înê 23.02.2018, bo desteserkirina damezrîner û rêveberê wê rojnameyê û desteserkirina kilîtên baregeha rojnameyê

Doz bû şahidê rûdana gelek bûyeran, ji ber ku vîdyoyên tê de kiryarên nebaş der heqê mexdûran de hebûn hatin dîtin.

Di wê demê de  jî yek ji qurbaniyan derketibû pêşberî medyayê, diyar kiribû ku rêveberê wê hewcedariya wê ya bi kar îstîsmar kiriye û li pêş darazê mikur hatiy ku rêveberê wê pozîsyona xwe ji bo armancên cinsî îstîsmar kiriye ku ev yek li gorî tiştên di qeydên polîsên edlî de hatine diyarkirin.

Bertîldana zayendî di qanûnên tawanan de bi zelalî nehatiye diyarkirin

Ji aliyê din ve, Fatiha Chtatou, parêzer û çalakvana berevaniya mafên jinan a li Mexribê, dibêje ku qanûna tawanan a Mexribê ya sala 1962'an tevî hemû guhertinên ku bandor li ser kirine tu behskirin ji têgeha bertîla cinsî re tune ye.

Fatiha Chtatou destnîşan kir ku ev kiryara di pratîkê de tê pêşniyarkirin, di nav pergala sûc a li welat de ne diyar e ku ev yek dihêle ew bikeve ber komek metnên birêkûpêk ên ku ji hêla qanûnî ve bi hişkî nehatine pênasekirin û dibe ku bertîlêdana cinsî sûcek ku kontrolkirina wê dijwar e be.

Fatiha Chtatou anî ziman ku mimkun e bendên beşa 503-1-ê yên têkildarî destdirêjiya cinsî werin dîtin ku tacîza zayendî sûcdar dike û bi cezayê girtîgehê ji salek heya du salan û cezayê ji pênc hezar heta pêncî hezar dirheman tê cezakirin û bal kişand ku divê cudahî di navbera destdirêjiya cinsî û bertîlxwarina cinsî de bê kirin. Ji ber ku destdirêjiya cinsî şêweyeke destdirêjiyê ye û di destdirêjiyê de tê temsîlkirin, çi bi awayê gotin, çi kiryar, çi jî bi awakî cinsî be.

Têkoşîna li dijî sûcê bertîla zayendî

Fatiha Chtatou li ser çawaniya rûbirûbûna sûcê bertîlbûna zayendî wiha got: "Divê çanda ragihandina hemû sûcên tundiya li ser jinan bi giştî û bi taybetî sûcên bertîl û şantaja zayendî bê zêdekirin. Ragihandina vî sûcî berpirsiyariya her kesê ye, ji ber ku bêdengî çiqasî berdewam bike, ji van pêkanînan re cihekî ewledar peyda dike. Pêwîst e çanda zelaliyê di nav dezgehên giştî de were belavkirin, li dijî gendeliyê bi hemû şêweyên wê têkoşîn were meşandin, qanûna mafê agahdarkirinê were aktîfkirin û mafê gihîştina dadmendiyê ji bo hemû koman hêsan bibe, bi taybet komên lawaz, digel aktîfkirina rola şaneyên ku ji bo jinên destdirêjî li wan hatiye kirin.