Divê hemû jin ji bo mafên xwe têbikoşin

Femînîstên Tûnisê yên ku li Mexribê ji bo pêkanîna wekheviyê têdikoşin, teqez dikin ku rewş, şert û merc guherîne.

HENAN HARÎTE

Mexrib- Çalakvan Leyla Mejdolîn diyar dike ku 8’ê Adarê xalek e ji bo nirxandina destkeftiyên jinan di nava salê de û hevrûkirina bi salên borî re ye da ku bizanibin ka paşketin çêbûye yan pêşketin di destkeftiyan de heye û çi têkoşînê pêwîst dike.

Çalakvana femînîst parastvana mafên mirovan û jinan Leyla Mejdolîn di hevdîtineke bi ajansa me re got: “Em ditirsin ku roja 8’ê Adarê tenê bi lidarxistina şahiyan û gulan sînordar bimîne û ji naveroka xwe ya têkoşer a rastî vala bibe.”

Gelo rojek tenê dikare şoreşa jinan ji bo wekheviyê li cîhanê bi bîr bîne?

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo nirxandina destkeftiyên jinan, berxwedan û hevrûkirina bi salên borî re ye da ku bizanibin ka paşketin çêbûye yan pêşketin di destkeftiyan de heye û çi têkoşînê pêwîst dike. Hemû komeleyên mafnasî û yên jinan bi rêbazên cuda vê rojê bi bîr tînin, carna nerazîbûna xwe li dijî zagon û biryarên ji jinan re ne dadwer ên hê jî di nava civakê de belav in nîşan didin. Hin komele jî hevdîtinên fikrî û çandî birêxistin dikin ji bo rewşa heyî binirxînin û hişyariyê di nava refên nifşên nû de belav bikin rêzdariya jinan tê de li pêş be. Daxwazên xwe jî ji bo rayedaran û hikumetan re pêşkêş bikin lê tiştê herî em jê ditirsin ku ew e ev roj tenê ji bo çalakiyên pîrozbahiyê û gulan be ji naveroka xwe ya têkoşer a rastîn vala bibe.

8’ê Adarê bîranîna rojeke dîrokî ye, di wê rojê de gelek jin derketin ji bo rûmeta xwe û mirovahiyê bi giştî nerazîbûn nîşan dan canê xwe jî ji bo wê kirin feda. Ez weke mafnas dibînim ku têkoşîna ji bo mafên jinan berdewam dike. Ev yek bi 8’ê Adarê tenê nayê sînordarkirin. Gelek çalakî ji aliyê wezaret, hikumet û komeleyên civaka sivîl ve di demek kurt de tên birêxistinkirin lê kar berdewam dike bi armanca ku mafên jinan ên giştî pêk werin û daxwazên wan bên pejirandin.

Bi nêrîna we çawa wekhevî dikare pêk bê û hemû cureyên cudakariyê tune dibin?

Benda 19’emîn a makezagona 2011’an diyar dike ku jin û mêr di warê maf û azadiya sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî wekhev in lê di rastiyê de em dibînin ku pêkanîna wekheviyê gelekî dûr e dema çanda wekheviyê di bernameyên xwendinê û ragihandinê de xurt nebe ku carna wêneyên qalib jî didin pêş, em her dem şermezar dikin ji ber ku jin bi xwe êdî bawer dikin ku ew di asta duyem de ne tenê ji bo karê metbexê ne û bedena wan ji bo zarokanînê ye weke roleke bingehîn e ji bo hebûna jinan. Hin dayik zarokên xwe li ser esasê wekheviyê xwedî nakin û ji wan re nabêjin ku mêraniya wan bi parastina xwişkên wan temam dibe û paqijiya malê berpirsyariya hemû malbatê ye ne tenê karê dê û keçan e.

Rêbazên hişyarkirina jinan di warê maf û erkên wan de çi ne?

Hin jin hene mafên xwe dizanin û erkên xwe paşguh dikin, dijberî wê jî dibe lê maf û erk cêwî ne, axaftina berdewam li ser mafan û erkan rêdide gelek jin maf û erkên xwe bizanibin. Rola me weke komeleyên mafnasî ew e ku em parastina jinan bikin da ku bi hêz bin wêrek bin berpirsyariyên xwe rakin erk û mafên xwe nas bikin ji bo nifşek û welatiyên berpirsyar ava bikin ên ku bi berpirsyariyên xwe ranabin bi riya hişyarkirinê.

Naskirina maf û erkan civakek bi mêr û jinên xwe nirxên wekheviyê xurt dikin, ji ber ku her pêşketinek di civakê de bandorê li ser hemû pêkhateyan dike.

Tevgerên femînîst û mafnas li Mexribê ji bo wekheviya mîratê bang dikin, helwesta we çi ye?

Mijara wekheviya mîratê û lêvegerîna biryarên mîratê rêgezek di zagona malbatî de teqez bûye ku jinên birayê wan nîn in mîrata bavê xwe bi xizmên xwe yên mêr re parve dikin ger ew mêr ji asta duyem an sêyem bin jî.

Ev nîqaşa ku rêxistinên mafnasî û jinan der barê wekheviya mîratê de dikin nîqaşeke girîng e, ji ber ku mijar girêdayî beşek bingehîn a civakê ye ew jî beşa jinan e ku rewşa niha ji ya berê hatiye guhertin. Em ne di civaka ku tê de Îslam derketiye dema ku mêr berpirsyariya dê, bav, xwişk û bapîrên xwe bi tenê radikir. Civaka me hat guhertin, pêwîst e wekheviya mîratê hebe, jin îro li Mexribê malbatên xwe xwedî dikin, serxwebûna wan a darayî jî heye lewma divê rewşa wan a darayî li gorî guhertinên civakî be.

Mijar pêwîstî bi lêvegerek giştî ya zagona malbatî û cezayî heye. Divê nêzîkatiyek hiqûqî li ser bingeha wekheviyê û parastina mafan û azadiyan be di nav de mafên jinan ên bingehîn hebin, li dijî cudakariyê û tundûtujiya dijî jinan têbikoşin.

Di Roja Jinên Cîhanê de peyama te ji bo jinan çi ye?

Banga me ji bo hemû jinan ew e ku parastina mafên jinan, wekheviyê û guhertina hişmendiyan der barê mafên wan û mafên hemû endamên civakê de pêk bînin. Em civakek dadwer û mafnas ku parastina jin û zarokan bike dixwazin.

Nabe komele bi tenê parastina mafên mirovan û yên jinan bikin divê hemû jin û endamên civakê têkoşer bin û mafên xwe nas bikin.